Razên Rojiyê (Xutbe)

 

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا كُتِبَ عَلَيْكُمُ الصِّيَامُ كَمَا كُتِبَ عَلَى الَّذِينَ مِنْ قَبْلِكُمْ لَعَلَّكُمْ تَتَّقُونَ (183) البقرة

Bawermendên birûmet!

Rojîgirtina di meha Remezanê de yek ji pênc esasên îslamê ye. Rojî ew e ku ji bo razîbûna Xuda Teala ji fecrê heta mexribê xwegirtina ji xwarin, vexwarin, daxwaziyên nefsê û cinsê ye. Çawa her tîştekî zekata wê heye, her wiha zekata bedenê jî rojî ye. Rojî li hember nîmetên Xuda Teala  yên bêhejmar, pêşwaziya şikrê ye. Rojî ji bawermendan re perwerdeyeke cengê ye, ji bo bawermendan çeka  sebrê ye, ji bo rizqê xêr û bereket e û hêzê dide aqil û zekayê. Ji bo vê yekê Xuda Teala, di temamê dînê semawî de rojî ferz kiriye. Di Qurana pîroz de wiha ferman dike: “Gelî bawermendan! Rojîgirtin, çawa li ser umetên pêşiya we hatibû ferzkirin, her wiha li ser we jî hatiye ferzkirin da ku hûn (ji xezeba Xuda) xwe biparêzin.“[1]

Misilmanên birûmet!

Meyla nefsê li hember qencî û xirabiyan heye. Ger însan guh bide emr û fermanên Xuda Teala û di wê rê yê de bimeşe ew ê bigihîjê razîbûna Xuda. Lê ger bikeve li pey xwestek û daxwazên nefsê ew ê bikeve teqneke bê binî û xilasî jê re tune. Rojî, li hember daxwazên nefsê, çeper e. Pêxemberê me ji bo raz (hikmet)a rojiyê wiha îşaret kiriye: ‘’Rojî (li hember gunehan) çeperek e. Çi dema yek ji we  bi rojî be, bila xeberdanên çewt neke û bila qareqarê neke. Vêca ger yekî  çêrê wî kir û yan jî bi wî re şer kir bila du caran bêje ez bi rojî me! Ez bi wî kim, ku nefsa min bi destê qudreta wî ye, bêhna devê kesê rojîgir li cem Xuda Teala ji bêhna miskê xweştir e. Xuda Teala dibêje: Madem ku kesê rojîgir ji bo razîbûna min dev ji xwarin, vexwarin û daxwazên cinsê berdide, xêra wê ya bê hisab jî ez didim. Digel wî qasî îbadetên din temamê wan bi deh qatan tên xelatkirin.”[2]

Misilmanên birûmet!

Ew rojiya ji bo Xuda Teala tê girtin, çawa mirovan ji gunehan dûr dike her wiha dilê wan jî ji bo xêrê vedike. Rojî, mirovan ji exlaqê neqenc ên mîna fesadî, xeybet, hesûdî û derewan dûr dike û dibe sedemê ewlehiya di nav civakê. Li gor lêkolînên hatine kirin, pileya gunehan di meha Remezanê de ji demên din kêmtir in. Pêwîst e kesên misilman bi teybet ên rojîgir xwe ji kiryarên neqenc dûr bikin. Lewre pêxemberê me di hedîseke şerîf de wiha dibêje: “Ew kesên terka derew, xeybet û fesadiyê nekin, Xuda Teala tu qîmetî nade tîbûn û birçîbûna wan.

Ez xutbeya xwe bi wateya hedîseke şerîf diqedînim: Çiqas şevên rojiyê gazîkerek gazî dike: “Ey kesê tu li xêrê digerî, berê xwe bide (lewre ev mewsimê xêrê ye) û ey kesê tu li xirabiyê digeri, tu jî bes bike. Lewre di temamê şevan de azadkirinên ji agir hene.”[3]

Mele Cewadê Girdarî-Çandname

[1] – El-Beqere 183

[2] – Buxarî, SEWM 31 H. No:919

[3] -Tirmizî

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply