Razên rengan

Navên rengan di her zimanî de hene. Navên rengan herwiha hinek ji peyvên herî bingehîn yên her zimanî ne. Sebeb ew e ku piraniya rengên bingehîn – eger ne hemû – li her dera dinyayê hene. Reng ne tenê bi sinayî / pîşesazî tên çêkirin lê ew herwiha di tebîet û xwezayê de jî peyda dibin û herdem hebûne jî.

Lê gelo navên rengan di zimanê kurdî de çi ne û – bi taybetî jî – ew nav ji aliyê zimannasiya dîrokî ve çawan in? Gelo ew navên xwemalî ne yan ji zimanên din hatine? Yan jî hinek xwemalî û hinekî bi eslê xwe biyanî ne? Gelo yên xwemalî çi ne, çawa peyda bûne û hevrehên wan di zimanên xizm de çi ne? Gelo yên bi eslê xwe biyanî jî hene, eger hebin ji kîjan zimanî ne û çima wan cihê navên rengên xwemalî girtiye?

Li jêr em ê yek bi yek li ser navên rengên serekî vekolin û agahiyên hûrgiliyane bidin.

 

Spî

Spî (an ”sipî” – bi inglîzî ”white”, bi tirkî ”beyaz”) rengê berfa / befra paqij e. Bi awayekî berfirehtir ew herwiha maneya her tiştê rengê wî ne tarî jî dide, bo nimûne ”mirovên spî” (bo nimûne mirovên ewropî, ne yên afrîkayî). Bi mecazî spî sembola qenciyê, aştiyê û hêviyê ye jî.

”Spî” peyveke xwemalî ye. Ew di hemû lehceyên kurdî de ”spî” yan ”sipî” ye. Ji nav zimanên xizm bi farisî ”sipîd / sifîd” e, bi pehlewî ”spêt”, bi belûçî ”ispêt”, bi avestayî ”speête” û bi sanskrîtî jî ”svête” ye. Heman rehê peyvê di rûsî de jî bi awayê ”svêt” heye lê maneya ”ronahî” dide ku ew jî di bingeh de spî ye. Di zimanê lîtwanî de heman peyv bi awayî ”šviẽsti” heye ku wateya wê ”biriqîn, çirisîn, teyisîn” e. Hemû ev peyv ji peyva ”*kweytos” (spî) ya makezimanê proto-hindûewropî hatine. Heman peyva proto-hindûewropî herwiha serekaniya peyvên bi maneya ”spî” yên zimanên germenî ye jî, bo nimûne swêdî ”vit”, inglîzî ”white” (bixwînin ”wayt”) û almanî ”weiss” (bixwînin ”vays”). Dengê *kw- ya proto-hindûewropî di kurdî û zimanên din yên arî dibe çv, dûv re sv û taliyê jî sp.[1]

Lê di her zimanî de navê vî rengê bingehîn ji peyveke xwemalî peyda nebûye. Di tirkî de li şûna ”spî” ya kurdî du peyv hene: ”beyaz” û ”ak”. Peyva ”ak” di tirkî de xwemalî ye lê ew bi piranî tenê di hin gotinên hevgirtî de tê bikaranîn. Rengê spî bi awayekî giştî di tirkiya niha de bi peyva ”beyaz” tê binavkirin ku ji ”beyadh” (spîtî) ya erebî hatiye wergirtin.

Mirov dikare guherîna navê vî rengî ji makezimanê proto-hindûewropî heta kurdiya niha wiha diyar bike:

  • *kweytos > *kweyte- > *sweyte- > sveyte- > speyte- > spête- > spêt > spêd > spîd > spîy > spî

 

Reş

Reş (bi inglîzî ”black”, bi tirkî ”siyah”) rengê şevên tarî ye, rengê komir û rejiyê ye. Bi awayekî berfirehtir ew herwiha maneya her rengê tarî yan qehweyî dide, bo nimûne ”mirovên reş” (wek afrîkayiyan). Bi mecazî reş tê maneya bêsiûdiyê û xirabiyê.

Berevajî peyva ”spî”, peyva ”reş” di lehceyên kurdî û zimanên lêzim de ne berbelav e. Peyva ”reş” wek navê rengekî tenê bi kurmancî û soranî ve sinordar e. Gava ku mirov derbazî lehceyên din yên kurdî (bo nimûne zazakî û hewramî) yan jî zimanên din yên îranî (wek mînak farisî û pehlewî) dibe, mirov li cihê peyva ”reş” peyva ”siya(h)” dibîne.

Di nav zimanên hindûîranî de ”siya(h)” bi rastî jî peyva xwemalî ya bi maneya ”reş” bû (bi sanskrîtî ”syave-”) lê ew di kurmancî û soranî de nemaye û wê bi temamî cih daye peyva ”reş”. Sebebê nemana peyva ”siya(h)” di kurmancî û soranî de bi texmîna me tabû ye. Ji ber ku rengê reş bi mecazî mane û wateyên gelek xirab û nexweş dide, heta behskirina wê jî di kurmancî û soranî de bûye tabû û peyva wê ya wê demê ”siya(h)” jî bûye tabû û taliyê bi peyva ”reş” hatiye guherandin.

Etîmolojiya peyva ”reş” bi esehî nayê zanîn lê bi ihtimaleke gelek mezin peyveke bi eslê xwe biyanî ye. Texmînen ew têkilî peyva “rejî” ye lê etîmolojiya wê jî nayê zanîn. Ihtimalen ji aramî ”reşa’a” (”xirab, bed”) e – ji ber ku sembola xirabiyê rengê reş e – ku hevreh û hevwateya wê wek ”reşa’” di îbrî de jî peyda dibe. Dikare herwiha ji peyva bi maneya “ser” ya zimanekî samî jî hatibe ji ber ku ser anku ”pirç/porr” li Kurdistanê bi piranî reş in. Bo nimûne ji aramî ”rêşa” (ser), hevreha îbrî ”roş”, erebî ”reis”… ji proto-samî *re’ş-”. Bo çêkirina navê rengan ji tiştan bide ber “qehweyî, pirteqalî, pembeyî, pîvazî, narincî, torincî…” Ji aliyê dengnasî ve girêdana bi hevwateya xwe ya sanskrîtî “kṛṣṇá” (reş) ve zehmet e.

Wek din jî di şaxên cuda yên zimanên hindûewropî de ti peyveke hevreh ya bi maneya ”reş” nîne yan nemaye. Loma peyva bi vê wateyê di şaxên cuda yên zimanên hindûewropî de bi temamî ji hev cuda ye. Bo nimûne inglîzî ”black”, fransî ”noir”, rûsî ”çorniy” ku qet ne peyvên hevreh in anku ne ji eynî peyva proto-hindûewropî pêk hatine.

Di tirkî de bi maneya ”reş” du peyv tê bikaranîn: ”kara” û ”siyah”. Peyva xwemalî ya tirkî ”kara” ye lê ew jî wek peyva ”ak” (spî – li jortir binêrin) zêdetir tenê li gel hin peyvên hevgirtî tê bikaranîn. Peyva berfirehtir tê bikaranîn ”siyah” e ku ji zimanên îranî, bi taybetî ji farisî hatiye wergirtin lê vê peyva ”siyah” ya bi eslê xwe îranî di tirkî de cih li ”kara” ya xwemalî teng kiriye. Li aliyekî din, ”kara” ya tirkî jî di hin peyvan de wek ”qere” ketiye kurdî jî, bo nimûne ”Qere Tajdîn” yan ”Qeredax” (navê deverekê li Başûrê Kurdistanê).

 

Sor

Sor (bi inglîzî ”red”, bi tirkî ”kırmızı”) rengê xwînê ye. Bi mecazî ew maneya xeter / tahlûke, di siyasetê de wateya çepgiriyê û di têkiliyên cinsî de jî maneya evînê yan seksê dide.

”Sor” peyveke xwemalî ye û hevrehên wê di lehceyên din yên kurdî û zimanên din yên îranî û hindî de berbelav in: kurmanciya kevn ”suhr”, soranî û zazakî ”sûr”, kurdiya başûrî ”sür”, hewramî ”sur”, belûçî ”suhr”, farisî ”sorx”, pehlewî ”suxr”, avestayî ”suxre”, sanskrîtî ”sukre”. Ji bilî zimanên hindûîranî, ew herwiha di zimanên baltîkî de peyda dibe: latviyayî ”sarks, sarkans” û lîtwanî ”sárkanas”. Ji wê pêvetir, di zimanên hindûewropî de hevrehên vê peyvê peyda nabin.

Dîsa di tirkî de wek navê ”sor” du peyv hene: ”kırmızı” û ”kızıl”. Peyva ”kızıl” di tirkî de xwemalî ye lê ”kırmızı” bi rêya farisî ji sanskrîtî hatiye wergirtin. Lê dîsa jî peyva ”kırmızı” ya biyanî di tirkî de cih li peyva xwemalî ”kızıl” teng kiriye. Peyva ”kızıl” ya xwemalî êdî tenê di hin peyvên hevgirtî de tê bikaranîn û peyva giştî bi maneya ”sor” êdî ”kırmızı” ye.

 

Zer

Zer (bi inglîzî ”yellow”, bi tirkî ”sarı”) rengê zêrî û roja li esmanan e.

Zer peyveke xwemalî ye û hevrehên wê di lehceyên din yên kurdî, di zimanên din yên îranî û herwiha di gelek zimanên din yên hindûewropî de jî peyda dibe. Soranî, zazakî, hewramî û farisî ”zerd”, belûçî ”zer-gon”, pehlewî ”zert”, avestayî ”zeyrî”, sanskrîtî ”herî”, rûsî ”zoltîy”, almanî ”gelb”, inglîziya kevn ”geolu” (> inglîziya nû ”yellow”), lîtwanî ”geltonas”, latînî ”galbus”, yûnaniya kevn ”xloros”… hemû ji proto-hindûewropî *gel-wos (zer; kesk) ji *”gelh-” (biriqîn, geş bûn). Adeten G-ya proto-hindûewropî di kurdî û zimanên din yên îranî de dibe Z û L-ya proto-hindûewropî jî dibe R loma.

Mirov dikare guherîna navê vî rengî ji makezimanê proto-hindûewropî heta kurdiya niha wiha diyar bike:

  • *gel- > *zel- > *zer-

D-ya li dawiya navê vî rengî di hin lehceyên de kurdî de û di farisî de (zer-d) yan T-ya di peyva pehlewî de (zer-t) dûv re li peyvê zêde bûye loma bo nimûne di avestayî de (zeyrî) yan di sanskrîtî (herî) de T yan D di navê vî rengî de peyda nabe. Mimkin e ku D yan T carekê li peyva kurmancî jî zêde bûbe lê eger wisa be jî, dûv re li gel ketina D ji dawiya peyvên kurmancî ketibe (bidin ber ”kirin, birin, xwarin, mirin” yên kurmancî beramberî ”kirdin, birdin, xwardin, mirdin” yên soranî yan ”kerdene, berdene, werdene, merdene” yên zazakî).

Hêjayî gotinê ye ku nêzîkiya dengî ya peyva ”zer” li gel peyva ”sarı” (zer) ya tirkî tenê tesedufî ye, peyva tirkî ji zimanê proto-tirkî ye (ne peyveke ji zimanên hindûewropî wergirtî ye).

 

Şîn

Şîn (bi inglîzî ”blue”, bi tirkî ”mavi”) rengê heşê, rengê esmanê sahî û rengê avên kûr e. Di devokên kurmancî de peyva ”şîn” herwiha bi awayên ”şên, hêşîn, hêşin” jî peyda dibe.

Peyva ”şîn” û varyantên wê ”şên, hêşîn, hêşin…” xwemalî ne. Hevrehên wê di lehce û zimanên xizm de wiha ne: soranî ”şîn”, peştûyî ”şîn”, osetî ”exşên”, sogdî ”exsêne”, avestayî ”exşeêne”. Li derveyî zimanên îranî, ew herwiha di zimanên slavî de jî berbelav e, bo nimûne: bulgarî ”sîn”, rûsî ”sîniy”, polonî ”siny”…

Li aliyekî din, hevrehên wê di şaxên din yên zimanên hindûewropî de peyda nabin. Heta di ziman û zaravayên îranî de jî li gelek deveran peyda nabe. Bo nimûne, di nav lehceyên kurdî de ew di zazakî de peyda nabe, di kurdiya başûrî de jî peyda nabe yan nadir e. Di van lehceyan de peyva ”kewe” maneya ”şîn” dide lê hevreha wê di kurmancî û soranî de ”kew” e ku navê teyrekî ye. Di farisî de jî navê vî rengî ne ”şîn” lê ”abî” ye ”avî, wek avê, rengê avê”.

Zimanên ku tê de hevrehên peyva ”şîn” hene jî, maneya wan herdem ne wek rengê ”şîn” yê kurdî ye. Bo nimûne, ”sîniy” ya rûsî tenê maneya şînê tarî dide lê ne şînê esmanî ku bi rûsî ”goluboy” e. Di sirbokrowatî de ”sînyî” ne maneya ”şîn” lê wateya ”gewr, xwelîkî” dide.

Heta di zimanên îranî de jî ew herdem maneya rengê şîn nade. Bo nimûne, di osetî de ”exşên” wateya ”gewr” dide, di peştûyî de ”şîn” hem maneya ”şîn” û hem jî wateya ”kesk” dide. Di rastiyê de di kurmancî de jî ”şîn, şên, hêşîn, hêşin” hem maneya ”şîn” ya bingehîn (bi inglîzî ”blue”, bi tirkî ”mavi”) û hem jî wateya ”kesk, sewz” (bi inglîzî ”green”, bi tirkî ”yeşil”) dide, wek di gotina ”giya şîn bûye” de ji ber ku rengê giyayî di rastiyê de ne şîn lê kesk e.

Bi heman awayî peyva ”kew” (ku niha di zazakî de maneya ”şîn” dide) di rastiyê de wek hevrehên peyva ”şîn” bi hin zimanan, dîsa wateya ”gewr” jî dida loma ew ji navê rengekî bûye navê teyrekî (kew) ku gewr e. Herwiha peyva ”kevok” jî ji navê heman rengî hatiye çêkirin.

Li aliyekî din, peyva ”şîn” ya bi wateya ”tazî, behî, matemînî, xem” ne ji navê rengê şîn e ku lê peyvek e serbixwe ye.

Herçi navê vî rengî yê bi tirkî anku ”mavi” ye, ew ji erebî ”mawî” ye ku maneya ”avî, wek avê, rengê avê” dide (bidin ber ”abî” ya farisî ku ew jî maneya ”avî, wek avê, rengê avê” dide.) Peyva xwemalî ya tirkî ya bi maneya ”şîn” peyva ”gök” e lê wê êdî maneya ”esman, banê dinyayê” girtiye ji ber ku rengê esmanî şînê vebûyî ye. Lê di gelek zimanên xizmên tirkî de ”kök / gök” hê jî bi wateya rengê şîn maye (bo nimûne bi kazakî, kirgîzî, oyxurî, ozbekî…)

 

Kesk

Kesk (bi inglîzî ”green”, bi tirkî ”yeşil”) di kurmancî de rengê çilû û pelgên daran yên ter û taze ye. Kesk dikare bi têkilkirina rengên şîn û zer were peydakirin.

Peyva ”kesk” bi berfirehî tenê di kurmancî de tê bikaranîn. Ew eger li hin deverên soranî û zazakî were gotin jî, bergeh û berpiyên wê di wan lehceyan de teng in. Di soranî de bi piranî peyva ”sewz”, di zazakî de li gor deveran ”hewz, zergûn, kew/ko” tên xebitandin (”kew/ko” li hin deveran jî di zazakî de maneya ”şîn” didin.)

Di nav zimanên xizm de ji bilî kurdî (ew jî bi piranî tenê kurmancî) de tenê di pehlewî de hevreha peyva ”kesk” peyda dibe. Di pehlewî de ew ”kaskênên” bû ku ji peyva ”kaskên” (laciwerd, lapis lazuli) hatiye çêkirin ku ew bi xwe jî ji peyva *kes- (geş, biriqok, çirisij, teyisok) ya îraniya kevn e.

Lê wek ku baş tê zanîn, lacîwerd ne kesk e lê awayekî rengê şîn e. Ev jî baş diyar dike ka çawa cudahiyeke mutleq di navbera rengên kesk û şîn de herdem nebûye û heta navên wan jî bi hev guherîne.

Soranî wek piraniya ziman û zarên din yên îranî peyva ”sewz” bi kar tîne ku di farisî û gelek ziman û zaravayên din yên îranî de bi awayê ”sebz” e.

Peyva ”hewz” ya zazakî ya bi wateya ”kesk” bi dengê xwe yê destpêkî wek ”sewz” ya soranî be jî, ne ihtimal e ku ew hevreh bin. Bi ihtimaleke mezintir ”hewz” dîsa hevreha ”kew” e anku bi eslê xwe heman peyv in ku paşî ”hewz” bûye navê rengekî (kesk) û ”kew” jî navê rengekî din (şîn). Di devokên zazakî de hê jî lihevnekirinek di navbera maneya ”kew” de heye: piranî wê bi maneya ”şîn”, kêmanî jî wê bi wateya ”kesk” dixebitîne.

Berevajî navê gelek rengên din, tirkî ti peyveke bi maneya ”kesk” ji zimanên biyanî wernegirtiye lê peyva xwe ya xwemalî ”yeşil” parastiye. Li aliyekî din, tirkî ji farisî peyva ”sebze” (sebze, şînkatî, keskatî, riwekên xwerbar) wergirtiye ku ji navê rengê ”sebz” (kesk) hatiye çêkirin.

 

Pirteqalî

Pirteqalî (bi inglîzî ”orange”, bi tirkî ”turuncu”), wek ku ji navê wî jî diyar e, rengê pirteqalên gihiştî ye. Pirteqalî rengekî navbera sor û zerî ye û dikare bi têkilkirina wan jî were çêkirin. Peyva ”pirteqalî” dikare herwiha bi şêweyên ”porteqalî, purteqalî, pirtiqalî” jî di kurdî de were bihîstin û di nivîsan de jî tê dîtin.

Li hin deveran herwiha peyvên wek ”qîpik, tûtik” jî wek navên vî rengî hene.[2]

Wek di kurdî de, di piraniya zimanên din jî de navê vî rengî ji navê pirteqalan hatiye wergirtin. Bo nimûne, di erebî de navê vî fêkî ”burtuqal” û navê vî rengî jî ”burtuqalî” ye. Di farisî de navê vî fêkî ”narinc” û navê vî rengî jî ”narincî” ye. (Ev peyv carinan di kurdî de jî bi maneya vî rengî tê bihîstin, bi taybetî li Rojhilata Kurdistanê.) Di fransî û inglîzî de hem navê vî fêkî û hem jî navê vî rengî ”orange” e.

Di tirkî de navê vî fêkî ”portakal” lê navê vî rengî ”turuncu” ye (kêm caran herwiha ”portakal rengi” anku ”rengê pirteqalê”) lê ”turuncu” bi xwe ji navê ”turunç” bi xwe jî her cûrekî pirteqalan/lîmonan e. (Heman peyv carinan di kurdî de jî bi awayê ”torincî, tûrincî” tê dîtin, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê.) Di almanî de navê vî fêkî ”Apfelsine” ye (carinan ”Orange” jî) lê navê vî rengî ”Orange” ku bi zimanên din (bo nimûne bi fransî û inglîzî) dîsa wateya vî fêkî jî dide.

Meseleya etîmolojiya navê vî rengî û vî fêkî bi taybetî balkêş e. Di kurdî, erebî û hin zimanên din de navê vî rengî ”pirteqalî” û vî fêkî jî ”pirteqal” e (li gor zimanan dengên van peyvan piçekê ji hev diguherin – bo nimûne bi erebî ”burtuqal, burtuqalî” lê di bingeh de eynî peyv in). Ev peyv ji navê welatê Portugal hatiye.[3]

Li aliyekî din, di piraniya zimanên ewropî de bi maneya vî rengî û/yan vî fêkî peyveke wek ”naranjo” ya spanî, ”arancia” ya îtalî û ”orange” ya fransî û inglîzî tê bikaranîn. Berevajî peyva ”pirteqal” ku ji Ewropayê hatiye Rojhilata Navîn, ”naranjo, arancia, orange” û hevrehên wan di zimanên ewropî de ji Rojhilatê hatine. Ew hevrehên peyva ”narinc” in ku niha jî di farisî de tê bikaranîn û navê vî rengî jî bi awayê ”narincî” jê hatiye çêkirin. Bi eslê xwe ”narinc” hê ji rojhilattir ve hatiye û serekaniya wê hin zimanên Hindistanê ne.[4]

 

 

Qehweyî

Qehweyî (bi inglîzî ”brown”, bi tirkî ”kahverengi”) wek navê xwe dişibe rengê qehweyê. Ew dikare bi têkilkirina rengên sor û kesk yan şîn û pirteqalî were çêkirin.

Di soranî (”qaweyî”), di farisî de (”qahveî”) û di tirkî (”kahverengi”) de jî navê vî rengî ji navê qehweyê hatiye çêkirin. Lê di piraniya zimanên dinyayê de ne wiha ye. Hin zimanan navê vî rengî ji berrûyan çêkiriye, bo nimûne îtalî ”castano” û portugalî ”castanho”, hinan jî ji navê darçînê, bo nimûne rûsî ”korîçnêvîy” (qehweyî) ji ”korîça” (darçîn). Di hin zimanan de jî têkiliya navê vî rengî ji aliyê etîmolojî ve bi navê hirçan ve heye, bo nimûne bi inglîzî ”bear” (hirç) û ”brown” (qehweyî). 

 

Binefşî, mor, erxewanî, xemr…

Binefşî (bi inglîzî ”violet, purple” û bi tirkî ”mor”) wek navê xwe jî rengê gulbinefşan e. Ew reng bi têkilkirina rengên sor û şîn peyda dibe.

Bi taybetî eger ev reng bi forma xwe ya tarîtir be, ew bi navê ”mor” tê nasîn ku rêya tirkî ji yûnanî yan ermenî ketiye kurdî. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê ev reng bi forma xwe ya tarî bi navê ”xemir, xemr” jî tê nasîn ku ji erebî ”xemr” (mey, bade, şerab) hatiye wergirtin. Di zimanê edebî de carinan navên ”yasemînî” û ”erxewanî” jî li vî rengî tê kirin ji ber ku kulîlkên gula yasemînê û kulîlkên dara erxewanê dişibin vî rengî.

Di zimanên ewropî de jî çendîn navên cuda ji van rengan re hene ku piraniya wan jî ji navên kulîlkan hatine çêkirin. Bo nimûne, bi inglîzî ”violet” (binefş), ”lilac” (lîlek).

 

Gewr, boz, bor, grî, xakisterî…

Gewr (bi inglîzî ”grey, gray”, bi tirkî ”gri”) rengê xweliyê ye. Ew rengekî navbera spî û reşî de ye.

Vî rengî çendîn nav hene: gewr, boz, bor, grî. Ji van navan ”grî” bi zelalî van salan ji zimanên ewropî (belkî bi rêya tirkî) hatiye, bo nimûne ji fransî ”gris” (bixwînin ”grî”) yan ji inglîzî ”grey / gray” (bixwînin ”grey”). ”Xakisterî” jî vê dawiyê ji farisî (ihtimalen bi rêya soranî) ketiye hin nivîsên kurmancî lê di nav xelkê de cih negirtiye. Ew ji peyva ”xak” (ax, erd, toz) ya farisî ye.

”Boz” ji mêj ve di kurmancî de tê bikaranîn lê li gor belavbûna peyvê di zimanan de, ew ji tirkî derbazî kurdî bûye û eslê wê peyvê tirkî ye. Li aliyekî din, hevwateya wê ya ji aliyê dengnasî ve jî nêzîkî wê anku ”bor” peyveke xwemalî ye/bû lê êdî pirr kêm bi maneya vî rengî di kurmancî de tê bihîstin. Hevreha wê ya farisî ”bûr”, ya osetî ”bûr” (bi maneya ”zer”) û bi sanskrîtî ”bebhru” bû. Di avestayî de hevreha wî ”bebr” bi maneya ”seavî, heywanê darbir, kastor, qundiz” bû ku heywanekî gewr e. Bi heman awayî hevreha vê peyvê di inglîzî de ”beaver” e maneya vî heywanê gewr dide.

Herçi peyva ”gewr” ya niha wek navê vî rengî di kurmancî de berbelav e, etîmolojiya wê bi esehî nayê zanîn. Ew hinekî dişibe hevwateyên xwe yên zimanên ewropî, bo nimûne inglîzî ”grey, gray”, almanî ”grau” û fransî ”gris” (bixwînin ”grî”) lê ji aliyê dengnasî ve zehmet e ku were bawerkirin ku ew hevreh bin. Herwiha di zimanên kevn û navîn yên îranî de ti hevrehên peyva ”gewr” nehatine peydakirin.

 

Pembeyî, pîvazî

Pembeyî yan pîvazî (bi inglîzî ”pink”, bi tirkî ”pembe”) rengê sorê vebûyî ye û ji têkilbûna rengên sor û spî ye.

”Pembeyî” ji navê pembû, bi farisî ”penbe, pembe” hatiye çêkirin û ji bilî kurdî herwiha di tirkî de jî tê bikaranîn. Lê herçi farisî ye, ew bi xwe êdî peyva ”pembeyî” bi kar naîne yan pir kêm bi kar tîne.

Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê li Behdînan navê vî rengî ”pîvazî” ye, ji peyva ”pîvaz”. Navê din yê serekî ji vî rengî re ”sorê vebûyî” yan ”sorê vekirî” ye.

Di piraniya zimanên ewropî de navê vî rengî ji navê gulekê peyda bûye. Ew bi inglîzî ”pink” e ku bi eslê xwe navê gulan qerenfil e û di fransî de jî ”rose” e ku bi eslê xwe navê sorgulê ye.

 

Serencam

Armanca vê kurtevekolînê ew bûye ku diyar bike ka navên rengên serekî di kurdî de çi ne û ji kû hatine. Wek ku me dît, hinek ji navên rengan pir kevnar in, hinek xwemalî ne, hinek ji zimanên din hatine wergirtin û hinek jî navên nebatan hatine çêkirin.

Wek ku berhevdanên me yên kurt li gel navên rengan bi tirkî û inglîzî de jî diyar kirin, ne tenê di kurdî de lê di zimanên din de jî serekaniya navên rengan gelek piralî û heta tevlihev e jî.

Vê nivîsar nikariye û hewl jî nedaye ji her alî ve li binavkirina rengan di zimanê kurdî de vekole. Armanc binavkirina rengên serekî û herwiha peydakirina etîmolojiya wan bûye. Hêvîdar im ku ev bibe destpêka vekolînên kemilandîtir di vê mijarê de.

zimannas.wordpress.com

————————————————————

TÊBÎNÎ

[1] Binêrin bo nimûne: https://en.wiktionary.org/wiki/Reconstruction:Proto-Indo-European/%E1%B8%B1weytos

[2] Binêrin: https://www.facebook.com/groups/zimanekurdi/?multi_permalinks=1519719741418696&notif_t=like&notif_id=1499110619549332

[3] https://en.wiktionary.org/wiki/%D8%A8%D8%B1%D8%AA%D9%82%D8%A7%D9%84

[4] https://en.wiktionary.org/wiki/orange

Derbar ziman

Check Also

MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku …

Şiroveyek

  1. Dem baş, tevî destxweşiyê spasya we dikim derbarê vê mijarê, ji ber ku vekolîneke bi sûde û xebateke hêjaye, lê wê ev xebat baştir ba eger li tenişt navê her rengekî, ew reng jî hebûya, wê gelek baştir ba.
    her serkeftî bin û digel rêz û silavên minên kurdewarî.

Leave a Reply to Mihemed Hesko(birasoz)Cancel reply