Hefnigarîya hestên dilê xembarî
Bi giranîya şaşika serê sofîyekî
Bi kofî ser ê jinekî koçerkî.
Bi kum û xirxirkên ser ê patrikê bêîman.
Bi şûşeya dil, şikêstî .
Çermikê laşê min pîr bûne, qermîçokê binçavê min
Piştqof, diltenk…
Li min nabin şahde.
Rawestandin 3 milyon sal.
Doşek û palgehê min rizîyane.
Kevoka reşreşkî ji min xeyidî.
Wallê bi bêdengî û seknêyên min xemgîn bû..
Bişkokên kincê rihê min yek yek diketin.
Şilftazî dima,
Ji serma dilerizîm ez..
Rawesgeha min tenê miçkirî bin palik ê çawê te…
Sê hezar sal tîrêjek ji rojê ne ramûsandî..
Belê ezbenî heqê te heye.
Te jî xwe veşartî ji pirpirîkên jiyankurt..
Ji kulîlkên demsalbûrî.
Xwe kir rêhevalê qijikê sed û pêncî sal..
Hefnika tewnepîrên xwe xemilandî.
Lê çi fêde…
Ti dîsa tazî yî..
••MiHEMED GERCEWSΕ•