Ravek Bûye Gur Mamosteyên Kurdî li ku ne?

Ez carinan li ser înternetê lêkolîna hin tiştan dikim. Mijar çi dibe bila bibe ferq nake. Mijara min a îro ”ravek” bû. Dema ku ez di geroka Googlê de tiştekî bigerim, ez pêşî bi kurdî dinivîsim lê digerim, lê heke ez negihêjim encameke ku ez dixwazim, îcar bi îngîlîzî, almanî yan jî bi tirkî dinivîsim û lê digerim.
Wer hasil min di Googlê de nivîsî ravek û min pê li gerokê kir. Di serî de malpereke bi almanî ravekglassart.com derket pêşberî min. Dûre min çavên xwe li jêr gerandin, dîtina ku min dît, xwezî min nedîta. Navên ku bi ravekê hatine nivîsandin gişk biyanî bûn. 
Ez ketim beşa wêneyan çavpêketina ku ez çav pê ketim, xwezî ez çav pê neketama. Wêneyekî gur, bi tîpên mezin li ser dinîvîse RAVEK û li jêra wê jî bi tîpên mezin, bi îngîlîzî dinivîse THE WOLF yanî gur. Ez şaş û mehtel mam. Raveka me kengê bû gur anku bû THE WOLF? Meger ravek bi zimanên biyanî jî tê wateya hin tiştên din. 
Ez zêde serê we neêşînim dûre ez bi tirkî li ravekên kurdî geriyam, lê encama ku min dixwast dîsa derneket. Ez belkî 15 deqeyan bi çend zimanan li ravekan geriyam, lê mixabin min nedît. 
Beriya niha jî bûyerên wiha hatibûn serê min, ji ber vê yekê jî min mamosteyên kurdî rexne kiribûn. Çima mamosteyên kurdî? Dema ku mirov li ser înternetê li mijareke der barê rêziman de digere, gelek caran nagihêje encamên têkûz. Her wiha ne tenê rêziman mijarên din jî wisan in. Mirov nikare bigihîje encamên berfireh. Ji ber vê yekê jî pirsa mamosteyên kurdî li ku ne tê bîra mirov.
Dema ku mirov di înternetê de bi zimanê tirkî li mijareke tirkî yan jî bi îngîlîzî li mijareke îngîlîzî digere, bi hezaran encam derdikevin pêşberî mirov. Lê dema ku mirov li mijareke kurdî bi kurdî digere yan mijareke nîvçe derdikeve pêşberî mirov an jî qet dernakeve. Ev yek jî bêhna mirov teng dike. Çawa çêdibe ku agahiyên zimanekî mîna kurdî dewlemend 60-70 mîlyon kurd pê dixavin li ser înternetê nîn e? Bi rastî jî ev ji bo me hemûyan eybeke pir mezin e. 
Li her çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran mamosteyên kurdî hene. Aniha bi hezaran xwendekar di beşên ziman û wêjeya kurdî de dixwînim. Gelek ji wan îsal destûryar bûn û gelek ji wan jî niha dixwînin. Her yek ji wan mijarekê çi li ser ziman çi jî li ser wêjeyê belav bike dê bi hezaran encamên baş derkevin holê. Ev jî dê bibe alîkariyeke mezin ji bo kesên ku dixwazin xwe bigihînin ziman û wêjeya kurdî.
Ez nizanim we nûçeya rewanbêjê ya der barê ”Li Çînê 333 milyon mirov wêjeyê ji Internetê dixwînin” xwend an na. Heke we nexwendibe va ye lînka wê kerem bikin bixwînim, bixwînin ku ka xelk çawa girîngiyê dide ziman û wêjeya xwe. 
Bawer Agirî

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply