În , 4 Hezîran 2020

Rastnivîsa Qertafan – 3

Bêje di hevokan de ( têvî qertafên xwe ) serbixwe ne. Hemû perçeyên di gramerê de « qertaf » hatibin binavkirinê bi bêjeyan ve zeliqî tên nivîsandin. Ji ber ku di rastnivîsa qertafên sazîyê de gelemperî pirsgirêka rastnivîsandinê tune ye ( xênjî bikaranîna qertafa « –î » yê li pêş tîpa « y » yê ). Di vê mijarê de emê zêdetir li ser rastnivîsa qertafên tewandinê bisekinin. Di hevokan de bêje bi gorî fonksîyon û kêrhatinên xwe qertafan digirin û ji van qertafan re « qertafên tewavdinê » tên gotin. Bi tenê û serbixwe wateyên wan tune ne. Di navbera bêjeyan de pêwendîyê çê dikin û wateyê didin kombêje û hevokan. Rastnivîsa qertafan wek jêrîn tê şîrovekirin.

 

  • Qertafên tewandinê yên ku bi navên taybet ve ;

 

Di hinek zimanan de paşqertaf ji navên taybet ( serenav ) bi alîkarîya nîşana dabirê ( apostrof ) cuda tên nivîsandin. Lê belê di zimanê me de qertafên tewandinê, çi hevenav çi serenav be bi hemû navan ve zeliqî tên nivîsandin.

 

Bagerê kurê Perîxanê ( xûşka min ) di lîstikê de hergav lingê xwe diçerîxîne.

Erziroma rengîn xweş bajar e, lê belê…

Kelekela behra Wanê ye.

 

  • Karanîna qertaf û tîpa « –î » yê li pêş tîpa kewandinê « y »

 

Ji ber ku bikaranînên ji pisporîyê û ji zanistîya ziman dûr nivîs hatine nivîsandin, pirsgirêkên ranstnivîsa zimanê Kurmancî gellek in. Sazîya hevokan de û bikaranîna bêje û qertafan de  şaşî û çewtîyên balkêş he ne. Ji van şaşî û çewtîyan yek jî bikaranîna « î » yê li pêş « y » yê ye.

Li pê tîpa « î » yê tîpa kelijandinê « y » bê bikaranîn gelo çima tîpa « î » yê tê guherandin û dibe « i » ? Di vê qadê de meriv rastê tu qeyde û pêşnîyarek meqbûl û maqûl nayê. Hevnegirtîyek balkêş ew e ku em him dibêjin zimanê me fonetîk e him jî dengên ji devên me derdikevin em diguherînin!

Hevoka « Îro delalîye dilê min hatî » meriv wek « Îro delaliye dilê min hati»  biguherîne û tam bi gorî fonetîka tîpa « i » yê berîya « y » yê bixwîne tew li zimanê merivan dikeve û di bilêvkirinê de pirsgirêk û dijwarî çê dibe.

        Di nivîsan de li pêş tîpa « y » « î » tê guherandin dibe « i » û dibêjin ku «  ji ber ku tîpa ‘ y ’ yê nîvbidenge divê tîpa ‘ î ’ yê li pêş ‘ y ’ yê bibe ‘ i ’  ». Lê miqabil fonetîkên van her du tîpan ji hev cuda ne û ev pêşnîyara hanê ne lirê ye. Dema ku tîpa « î » yê bê windakirin û guherandin di sazîya bêjeyan de alozî derdikeve holê û ahenga xwendinê jî neçê dibe. Ji xwe fonetîka « i û y » yê li ber hevdu-eger ku meriv baş bilêv bike-li hev nayên û herikandina xwendinê xirab dibe.

Bêjeyên «  agah-dar, deng+saz, gund…» bi qertafa sazîyê « -î » yê nû ve « agah-dar-î, deng+saz-î, gund-î…» ji bo wateyek dinê hatibin sazkirin, bi alîkarîya qertafa sazîyê « -î » yê bêjeyên nû ( bi sazî û wateyên xwe yên nû ) tên hole. Qertafa « -î » yê dibe perçeyek bingehîn ya bêjeya ku hatîye sazkirin û guherandina wî ya bi tîpa « i » yê, ji ber ku bi « î » yê bêjeyek nû hatîye sazkirin, li vaca rêzimanê nayê. Jixwe tîpa « y » yê bi vatinîya kelijandinê li pê « î » yê tê. Wextê meriv bêjeyên ku bi qertafa sazîyê « -î » yê dawî dibin di hevokan de bikar bîne û berîya tîpa kelijandinê bi tîpa « i » yê biguherîne, di bilêvkirinê de wek li jorîn hatîye ziman, aheng û herikandina gotinê de tew çê dibe û di vê qeyde û guherandinê de tu sedemek zanistî û mafdar jî tune ye.

 

Rast Çewt
Sipas ji bo agah-dar-î-y-a te.  

Rê û rêzikên deng+saz-î-y-ê dişopînim.

Gund-î-y-an li me xistin.  

Ç-î-ya li ser ç-î-ya.

Gun-î -y-a  biçine.

Rov-î-y-ê  reş.   

D-î-yarkirin                           

sipas ji bo agah-dar-i-y-a te.

rê û rêzikên deng+saz-i-y-ê dişopînim.

gund-i -y-an li me xistin.  

ç-i-ya li ser ç-i-ya.

gun-i-y-a  biçine.

rov-i-y-ê  reş.

d-i-yarkirin

 

            Di tabloya jorîn de jî tê dîtin ku, axaftinê de gotina bi «  i  » yê li guhê merivan xweş nayê. Em  « -îy- » yê bêjeyan biguherînin bikin « -iy- », di guherandinê de  him sazîya bêjeyan xirab dibe him jî di xwendina wan de dijwarî û şaşî çê dibin.

Qertafa « -î » yê qertafa sazîyê ye û di Kurmancîyê de ji navan, nav û rengdêran çê dike. Her wiha ji hemû qertafan zêdetir tê bikaranîn. Meriv dikare xal bi xal di bêjeyan de neguherandina vê qertafê wek jêrîn bîne ziman :

 

  • Meriv divê bîrneke ku Kurmancî zimanek fonetîk e. Di qeydeyên fonetîkê de deng çawa ji devên merivan derbikeve pewiste ku wisa bê nivîsandin. Eger ev rêzika hanê neyê cî sazî û bilêvkirina bêjeyan de pirsgirêk çê dibe.
  • Ji bo hinek rewşên awarte de dibe ku bê qebûlkirin lê belê bikaranînek gelemperî de ji ber ku sazîyên bêjeyan xirab dibe guherandina « î » yê li rêzik qeydeyên rêzimanê nayê.
  • Di hinek bêjeyan de « -îy » bi tenê « -y » bê bilêvkirin, ji gotina « -iy » yê xweştir, wek di mînakan de tê dîtin, li guhê merivan tê ( hatîye, ketîye…  wek hatye, ketye… ).
  • Dîsa meriv dikare hinek mînakan ji zimanê bîyanî bide. Bêjeyên « tension, station, promotion, portion…» di bilêvkirinê de fonetîkên wan wiha dibin : « tansîyon, stas ( î ) yon, promos ( î ) yon, porsîyon…». Eger bêjeyan de berîya qertafa « -tion » ê  tîpek bêdeng he be « por-tion—por-sîyon »  tê bilêvkirin û eger bêjeyan de berîya « -tion » ê tîpek bideng jî he be wek « promo-tion—promo-syon »  tê bilêvkirin. Di van mînakan de wer xûya ye ku bi gorî tîpên bideng û bêdeng « î û y » yan bi hev re tên gotin yan jî « î » dikeve « y » bi tenê tê gotin û nivîsandin.

Di encamê de tîpa « î » yê bi çi awayî dibe bila bibe divê wekxweyî bê nivîsandin. Tîpa « î » yê çi qertaf be « serma-h-î, gund-î, Kurd-î… » û di dawîya qertafan de be « heval-tî, kirîv-atî… »  çi jî di bêjeyên serbixwe de be  « sî, pî, çirpî, hurmî… » berîya kîjan deng û tîpê dibe bila bibe ji ber ku zimanê xwe re em dibêjin « zimanê me zimanek fonetîk e » pewiste ku wekxweyî bê nivîsandin. Alfabeya me de çend diftong hebin û hinek deng bê tîp bimînin jî ( çh, kh, ph, th, xw ) her tîp bi dengek û her deng bi tîpek tê dîyarkirin. Dengên hemû tîpan –nêzik û dûrê hev bin jî– ji hev cuda ne. Di gotin û nivîsê de guherandina dengan û tîpan bi gorî rêzik û qeydeyên zimanê me zanistî nîn e.

Lê belê nivîs û pirtûkên heta îro hatine nivîsandinê de «» ya li ber tîpa kelijandinê « y » yê wek  « -i » hatîye bikaranîn û her wiha îro jî tê bikaranîn.

Ez bi gorî rêzik û qeydeyên rêzimanî û vaca zimanê me şnîyar dikim ku divê « -îy » ji ber ku fonetîk û herikandina xwendina zimanê me xirab nebe wek xweyî bê nivîsandin û xwendin her wiha wek « -iy » neyê nivîsandin û xwendin.

 

  • Qertafên demên lêkeran

 

Hemû qertafên tewandina lêkeran wek di minakên di tabloyên tewandina lêkeran de hatine dayîn bi rayên lêkeran ve zeliqî tên nivîsandin.

 

  • Qertafên lêkera alîkar « bûn û bûyîn »

 

Lêkera alîkar; ji bo meriv peywira lêkeran li navan û bêjeyên bar bike, li dû navan ( bi kîjan demê dibe bila bibe ) û li dû demên hevedudanî yên lêkeran tê bikaranîn.

 

  1. Nav û bêjeyên wek navan dike pêveber û lêker.

 

Ez mamoste bûme.

Ez mamoste bûm.

Ez mamoste me.

Ez ê mamoste bim.

Ez mamoste bibûma.

Ez mamoste bibama.

Ez  mamoste bibûyama.

 

  1. Ji bo sazkirina hinek demên hevedudanî tê bikaranîn û bi rayên lêkeran ve zeliqî tên bikaranîn.

 

                        Ez çûbûm

                        Ez çûbim

Ez çûbûma

Ez çûbûyama

 

Min xwari

Min xwari ( bi ) ba

Min xwaribûya

About baweri

Avatar

Check Also

Razan-Rajan ?

Peyv yan jî lêkera “Razan”ê ku nuha li dewsa xew û nûn”ê tê kêzkirin ji …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.