Rastnivîsa bêjeyan de, ji ber ku devokên Kurmancîyê zêde ne û axaftinek hevkar tune ye, gellek şaşî û kêmasî he ne. Şaşî û kêmasîyên rastnivîsê bi berhem û xebatên nivîskaran û bi nivîsandinê kêm dibe û ji hole ra dibe. Bêje bi çi sazîyê dibin bila bibin, bi kîjan vatinîyê dibin bila bibin serbixwe tên nivîsandin. Bêjeyên hevedudanî, herî kêm bi du bêjeyan ( û zêdetir ) sazdibin. Lê belê bi serê xwe bêjeyek tên hesibandin û tên watedarkirin. Xenjî bêjeyên hevedudanî tu bêje bi hev ve zeliqî nayên nivîsandin. Di nivîsandina bêjeyên hevedudanî de her bêjeyek divê wek xwe bê nivîsandin û di nivîsê de tîp û qertafên wan de tu kêmasîyek çê nebe.
Bi gelemperî di Kurmancîyê de gelek bêje bi çewtî tên bikaranîn. Bêje ji devê merivan çawa derbikevin û bilêv bibin divê wisa bên nivîsandin. Bi rastî şaşî û çewtî ji qisedan û gotinên herêmî çê dibin. Di nivîsê de kîjan qisedan û nivîsandina hevkar hatibe qebûlkirin pewiste ku meriv wisa binivîse. Qisedan û nivîsandina hevkar jî bi rêberîya pispor û zanistên zimanê me tê sazkirin. Her wiha em hemû têkildarên zimanê me bi hevbeşî û hevkarî ji bo rastnivîsê divê xebatekî berfireh çêbikin.
Ji ber ku baş bên dîyarkirin bi gorî rêza alfabetîk wek jêrîn meriv dikare çend minakan bide rêzê û balê bikişîne ser vê mijarê.
- Bêjeyên Xwerû
Çewt | Rast |
Ava
Bab Biçûk Cih Cûcik Dervaz ( derbaz ) Gowend Gwîz Hanîn Hêjmar, hejmar Hêriş Herê Heger Lavir Limêj Livîn Mêjî Mih Naz Neqew Nig Niwîs Ordek Parq Peht Qadî Rih Silaw Sih Şew Tejî Tîrej Usa Ûjdan Weha Wenda Xerab Xevn Xuşk Xwiya Xinis Zelul Zî |
Awa
Bav Piçûk Cî Çûçik Derbas Govend Gûz Anîn Hijmar, jimar Êriş Erê Eger Lawir Nimêj Nivîn Mejî Mî Nas Neqeb Ling Nivîs Werdek Park Pat Qazî Rî Silav Sî Şev Tijî Tîrêj Wisa Wîjdan Wiha Winda Xirab Xewn Xwîşk Xuya Xiniz Zelûl Jî |
- Bêjeyên Hevedudanî
Çewt | Rast |
Dengir
Dehezar Serokomar Şerawestandin Terkirin Yekîte Pakirin Paşîv Nîvekirî |
Denggir
Deh hezar Serokkomar Şerrawestandin Terkkirin Yekkîte Pakkirin Paşşîv Nîvvekirî |
- Di Kurmancîyê de pêşqertafên sazîyê tune ne û hinek bêjeyên hevedudanî wek bêjeyên pêkhatî û afirandî hatine hesibandin.
- Bêjeyên « sal, ro ( j ), şev, car » bi rengdêra nîşandanê « ev, vî û vê » yê ve kelijîne. « Ev sal û vê sal » di gotinê de bûye « î-sal ». Her wiha bêjeyên dinê jî bûne « î-ro ( j ), î-şev, î-car »
- « Zir, bê, bi, ne, ber, bin, nav, ser » di rêzimanê de wek pêşqertaf hatine bikaranîn û hatine binavkirin. Lê miqabil van perçeyên rêzimanî pêşqertaf nîn in û « bêje »
Zir ( rengdêr ) zir+bav
Bê, bi, ne ( daçek ) bi+av, bê+av, ne+xweş
Ber, bin, nav, ser, ( hoker ) ber+çavk, bin+erd, nav+bend, ser+ban
- Rastnivîsa Bêjeyên Afirandî : Hinek bêjeyên afirandî yên ku bi hinek qertafan, bi taybetî bi qertafa « –tir » ê dawî dibin çewt tên nivîsandin û gotin.
Çewt | Rast |
Arîkar
Berîvan Bişaftin Bilintir Halîkarî Haveştin Kurtir sistir Xurtir Xurtirîn Rastir Rintir Dewlementir Mertir Cenker |
Alîkar
Bêrîvan Pişaftin Bilindtir Alîkarî Avêtin Kurttir sisttir Xurttir Xurttirîn Rasttir Rindtir Dewlemendtir Merdtir Cengker |
- Di gotin û bilêvkirina bêjeyên « bilind-tir û xurt-tir » de, ji ber ku dengên wan nêzik ( d-t ) û wek ( t-t ) hevin, meriv dibêje qey tîp û dengên « d û t » yê nayên gotin û xwendin. Lê belê di nivîsê de divê bên nivîsandin.
- Di rastnivîsên hemû zimanan de rewşên awarte he ne. Xenjî rewşên awarte rastnivîs bi rêzik û qeydeyên zanistîya ziman tê awakirin. Di hemû mijar û sernivîsên rêzimanan de pêwiste ku meriv rê û rêbazên rastnivîsa zimanê xwe dûr nekeve !
Rastnivîsa Hinek Bêje û Qertafên Hevdeng
- Cînavên xwedîtîyê « a, ya, ê, yê, ên, yên » ji ber ku bêje ne pêwiste ku cuda bên nivîsandin.
Mamosteyê matematîkê ê ( yê ) nû birê min e.
Mamosteya matematîkê a ( ya ) nû keça min e.
Xwendekarên beşa ziman yên ku di pola dawîn de lihevxistin.
- Qertafên tewangê û ravekan « –a, -ê, -ên » bi navan ve ( çi serenav çi hevenav be ) zeliqî tên nivîsandin. Di ravekan de navên mê û nêr raveber bin, qertafên xwe yên zayendê digirin. Lê belê raveker bin yên mê qertafa tewandinê « -ê » digre, yên nêr jî bê qertaf tên bikaranîn. Di tewangê de jî navên mê hergav qertafan digire, yên nêr di axaftina rojane de bê qertaf dimînin.
Şêrê ( raveber navê nêr ) Elî ( raveker navê nêr )
Eyşana ( raveber navê mê ) Elî ( raveker navê nêr )
Qîza ( raveber navê mê ) Xezalê ( raveker navê mê )
Elîyê ( raveber navê nêr ) Eyşanê ( raveker navê mê )
Bavê ( raveber navê nêr ) Eyşanê ( raveker navê mê )
Ameda rengîn bajarek dîrokî ye.
Ehmedê mala Musa îro hatîye mala me.
Ez diçim Fransayê.
- Qertafên tewangê û ravekan tu carî ji bêjeyan cuda nayên nivîsandin.
Çewt | Rast |
Delalî a min
Delalî ê min Mal a Xeto Beran ê qemer Keç a te a reben Pel ên defter ê |
Delalîya min
Delalîyê min Mala Xeto Beranê qemer Keça teya reben Pelên defterê |
- Veqetandek di hinek rêzimanan de wek bêje hatîye hesibandin.Veqetandek ne cureyek bêjeyan e, di vî mijarê de şaşîyek mezin he ye. Veqetandek wek di mînakan de hatîye şîrovekirin, qertafên ravekan in. Di kombêjeyan de ji bo navên nêr qertafa « -ê », ji bo navên mê qertafa « –a » û ji bo pirjimarîye jî qertafa « –ên » ê re veqetandek hatîye gotin û bi gorî vatinîyê wek bêje hatine binavkirin.
Gund-ê mal-a bav-ê Narîn-ê bi dar e.
Mal-ên jor, çerez-ê dawet-ê girtin.
Gul-a sor
Rewş-ên mal-an qîz in.
- Rastnivîsa tewandina navên organên me yên ku ji yekî zêdetir,
Organên me wek « çav, guh, sûret, mil, dest, tilî, çîp, ling, gurçik » di nivîsandinên wan de, ji ber ku hinek organ zayendên wan nêrên, şaşî û çewtî çêdibe.
Destên xwe bişo ( herdu dest ).
Destê minê rastê diêşe ( destek ).
Destê xwe bilind bike ( destek ).
Guhên wî li ser me bû.
Guhê te ( yê çepê ) diêşe.
Gurçikên min bê av mane ( herdu gurçik ).
Gurçika min ( ya rastê ) bê av maye ( gurçikek ).
- Di qisedanê de li cîyê hevokên « destên xwe bişo ( herdu dest ). » û « guhên wî li ser me bû ( herdu dest ) . » wek van organên me yekjimarî bi şêwazek yekjimarîyê ten gotin « destê xwe bişo ( herdu dest ). » û « guhê wî li ser me bû ( herdu guh ). »
- Rastnivîsa hinek rewşên pirjimarîyê
Di hinek karanînên pirjimarîyê û ravekan de qertafa pirjimar « -an » gelemperî bê tîpa « n » yê tê bilêvkirin. Divê him di bilêvkirinê de him jî di nivîsê de « -an » bê bikaranîn. Hevokên « Ez dara berhevdikim » û « pal ( ey ) a lihevxist » çewt in, rastîya hevokan « Ez daran berhevdikim û pal ( ey ) an lihevxist » e.
Çewt | Rast |
Ez diçûm binê dara, dihat dengên kara.
Dara pel weşandin. Mala barkir. Satila pala tijî mast bû. Xarzî li xala, kurrî li fela… Kuçika bi hev girtin. |
Ez diçûm binê daran, dihat dengên karan.
Daran pel weşandin. Malan barkir. Satila palan tijî mast bû. Xarzî li xalan, kurrî li felan… Kuçikan bi hev girtin. |
- Daçekên « bê, bi û di » ji ber ku cureyên wan « daçek » in, xênjî formên hevedudanîyê, ji bêjeyan cuda û serbixwe tên nivîsandin.
Ez îro bi xalê te re hatim.
Bi aqilê te gumanim.
Bi şekîr çay vexwar.
Bi Narê şadibû.
Bi te re hatibû.
Berê bûkan bi mezinan re qise nedikirin.
Gelo, bi çi guman dike ?
Di malê de arvan nema!
Tilîya te di çavên min re here!
Tu di kîjan alîyê ve diçî?
Bê te xwelîyê li xwe nake !
Heft rojan bê av û bê nan man.
Çû. Lê bê dilê xwe çû.
- Lê belê eger « bê, bi » di bêjeyên hevedudanî de bin ( wateya « hebûn û tunebûnê » bidin bêjeyan ) bi bêjeyan ve zeliqî tên nivîsandin.
B ( i ) aqil tevgere.
Çaya bişekîr venaxwim.
Ji min re tiştekî bikêr bibêje.
Bêaqil tevnegere.
Çaya bêşekîr nikarim vexwim.
Ji min re tiştekî bêkêr dibêje.
- Peşqertafên Tewandina ( kişandina ) Lêkeran « bi- û di- » bi bêjeyan ve zeliqî ( wek taybetmendîya qertafan ) tên nivîsandin.
Bixwîne, bixwîne disa bixwîne!
Ezê îro biçim Tatosê.
Sibe sibe tu bigerîya û bimeşîya, tuyê baş biba.
Digerîyam nedigerîyam min te nedidît
Ez îro diçim Tatosê.
Dixwend nedixwend tişt nediket serê wî.
- Bêjeyên ( daçek ) neyînîyê « ne, nin û nîn » serbixwe tên nivîsandin.
Ez xulamê te me.
Ez xulamê te nin im.
Ez xulamê te nîn im.
Ez ne xulamê te me!
Ez ne teyrim ne teyarim.
-Kuro tu şêrî!
-Na, ez ne şêr im.
-Na, ez şêr nin im.
-Na, ez şêr nîn im.
- Peşqertafên neyînîyê yên lêkeran « ne- , me- , na- û ni- » bi bêjeyan ve zeliqî tên nivîsandin.
Kuro tu hatî?
Kuro tu nahatî?
Wer bike!
Wer neke!
Wer meke!
Ew dizane here.
Ew nizane here.
Welle wî nikarîbû pê.
- Rastnivîsa Lêkeran
- Hêmû lêker di rewşên xweyên raderî de wek navan tên hesibandin. Ji ber ku bi rewşên xweyên raderî navin di hevokan de wek navan jî tên tewandin.
Hebûn | Hatin | Serjêkirin |
Hebûna te ji min re jîyan e.
Hebûn û tunebûna te wek hev e. |
Hatina mamoste dereng ket.
Wextê hatinên xezalan e. |
Ez ji serjêkirina pez ditirsim.
Gotina serjêkirinê neke ! |
- Bi taybetî rastnivîsa lêkerên hevedudanî jî wek jêrîn e.
- Lêkerên hevedudanî di hevokan de raderî ( wek navan ) bên karanîn bi hev ve; di tewandinê de jî bi gelemperî ji hev cuda tên nivîsandin. Lêkerên hevedudanî bi bêjeyên taybetwate « da, hil, ra, ro, ve, vê, wer » û cînavên lihevxistî « lê, pê, tê, lev, hev, pev, tev …» werên sazkirinê di tewandinê de jî bi hev ve tên nivîsandin.
Sorbûna gulan dest pêkirîye.
Tilîya min ragirtibû.
Gelo bavê te kîjan rojê vedigire?
Edî em zevî û zîyanên xwe radikin.
Min pêgirt,wî lêxist.
Gundîyê me levhatin.
- Lêkerên hevedudanî di kişandina « tebatî û dançêkerî » yê de li pê lêkerên « hatin û dan » ê bên karanîn bi hev ve zeliqî tên nivîsandin.
Rengdêrên wesfîn di vî mijara hanê de hatin bikaranîn.
Di vî şahîyê de çend pez hatin serjêkirin.
Pirsgirêk hatibû çareserkirin.
Min wî da naskirin.
Zevî û mêrgên xwe her sal didin avdan.
- Lêkerên hevedudanî wek nav ( di forma raderî de ) bên karanîn bi hev ve zeliqî tên nivîsandin. « Destpêkirin, jibîrkirin, tevlihevkirin, sorbûn, birçîbûn… » lêkerên hevedudanî yên raderî ne.
Wexta vebûn û sorbûna gulan hat.
Fêmkirina wî giran e!
Lihevhatina gundîyên me de rêxistin û sazîyên me cî girtin.
Tevlihevbûna aqil zor e.
- Di tewandinê de xênjî rewşên awarte ji hev cuda tên nivîsandin.
Gul êdî sor bûne.
Va efsenê hanê zor fêm dike.
Gundî li hev hatibûn.
- Rastnivîsa Rengdêrên ku Wateyên Wan Hatine Zeximkirinê
Pêşxurdeyên « sip-, şip-, zip-, rip-… » ku wateyên rengdêran zexim dikin, rengdêrên ku hatine zeximkirinê ve zeliqî tên nivîsandin.
Sar—sipsar
Vala—vipvala ( bi gelemperî vikvala tê bilêvkirin )
Reş—ripreş
Şil—şipşil
Zaha—zipzaha
- Rastnivîsa Ducarkirina Bêjeyan
Ducarkirin bi kîjan qeydeyî dibe bila bibe di navbera bêjeyên tên ducarkirinê de tu nîşanek xalbendîyê nayên bikaranîn.
Newal newal biçe.
Newal bi newal, gelî bi gelî lê digerîyan!
Ava sar û germ vexwar,qirika wî diêşe.
Qireqir û zîrezîra te guhê me bir.
Kuro ! Wî malşevitîyê hanê kifte pênc pênc davêt devê xwe !
Ereba ga hêdî hêdî ber bi mêrgê diçû.
Ax û kesera te ji bîr nabe !
Pir û hindik li ber guhê wî bikeve…
Êvar êvar te dîsa mirûzê xwe kirîye.
Berçem berçem diçûme.
Teşîya xwe zirav zirav dirêse.
- Rastnivîsa Hemû Daçekan
Daçek ji ber ku pêwendîyên wateyê di navbera bêjeyan de sazdikin-çi li pêş û çi li paş bêyeyan bin-bi bêjeyan ve zeliqî nayên nivîsandin û di navberên wan de jî tu nîşanek nayê danîn.
Ez ji bajarê ezîm, ji Amedê me.
Li gundê me dawet heye !
Bi hev re biçin.
Bi min ve heta êvarê zeliqî.
Di gundê me de cîwan neman.
- Rastnivîsa Serenavên Biyanî
Serenav, wek ji taybetmendîya wan tê zanîn, ji kîjan zimanî dibe bila bibe wek xwe tên nivîsandin. Pêwiste ku gorî bilêvkirina Kurmancîyê meriv di nav parantêzê de binivîse.
Shakespeare ( Şekspîr ),
Victor Hugo ( Vîktor Hûgo ) …
- Rastnivîsa Kurtekê û Kurtkirina Bêjeyan
Bêje, term û serenav bi tîpek-û çend tîpan-hatibin nîşankirin, jê re « kurtkirin » tê gotin. Kurtkirin, bi gelemperî di gotin û bêjeyên hevkar û ji alîyê herkesî ve bên zanîn de tê çêkirin. Rastnivîsa kurtekê de bi gorî nivîskaran karanînên cuda cuda çê bûne. Kurtkirina bêje û têgînan meriv dikare wek jêrîn çê bike.
- Wexta meriv kurtkirina navên sazî û dezgehan-yên ku bi çend bêjeyan hatibin bilêvkirin-çê bike, tîpên wan yên yekemîn bi karaktera gir tên nivîsandin û bi hev ve zeliqî di navberên wan de xal nayê danîn. Qertafên li pê wan werin bi nişana dabirê ji wan cuda tên nivîsandin.
UN ( United Nation )
PDK ( Partîya Demokrat ya Kurdistanê )
YNK ( Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê )
PKK ( Partîya Karkerên Kurdistanê )
UNESCO ( United Nations Educational, Scientific and Cultural Organisation )
DDKO, KYB, KCK, WHO, , NATO, UNICEF, BDP, PAK, AKP, CHP…
YNK û PDK’ ê ji bo hilbijartina îsal peymanek çêkirin.
PKK’ ê daxûyanîya agirbestê da.
NATO’ yê ji bo Sûrîyê biryar da.
- Kurtkirina bêjeyek werê çêkirin, kurtkirin bi çi awayî çê dibe bila bibe li pê wî xal tê danîn. Ji bêjeyek zêdetir be yan xal pê kurteka bi tîpekî û li pê hemû kurteka bi çend tîpan hayîye çêkirin tê danîn.
Gram.—gramer
Prof. Dr.—profesor doktor
Prz.—parêzer
Anat.—anatomî
Hwd.—her wekî din
b.z.—berîya zayînê
p.r.—pêşîya zayînê
nvn.—navnîşan
rûp.—rûpel
hjm.—hijmar…
çarş.—çarşemî
- Kurtkirina hinek termên zanistîyê bi taybetî yên pîvanê di werzê de bê xal tên nivîsandin.
Km — kîlomêtre
Cm — santîmêtre
Hm — hektomêtre
Mm — mîlîmêtre
Kg — kîlogram
G — gram
L — lître
Mg — mîlîgram
T — ton …
- Rastnîvîsa Bêje û Gotinên Hatibin Girtinê û ya « jêgir » an
Di nivîse de ji ber ku jêgir kifş bibe di navbera dunikan de tê nivîsandin.
Rêzên helbesta Ehmedê Xanî « Min ev nivîsî ne ji bo sahibrewacan / Belkî ji bo biçûkêd Kurmancan » te ji min re gotibû.
Hevalê minê hêja, Mihemed, digot « Di nivîsê de gelek şaşî hene ».
Aydin strana « Bêje » yê xweş dibêje !