Rastnivîs – 1

Bi rêzik û qeydeyên kifşkirî nivîsandin û karanîna zimanan re rastnivîs tê gotin. Rastnivis, di hemu zimanan de, pirsgirekek heri mezin û girîng e. Rastnivîsa zimanan bingeha xwe ji rêzik û qeydeyên rêzimanî digire. Di nav van rêzik û qeydeyan de alfabe, ferheng û qisedan he ye. Tîpen ji dengên zimanan çêbûne alfabeya zimanan saz dikin, bi van tîpan jî bêje û ferheng ( jê re hebanok tê gotin ) tên holê û qisedan pê çê dibe. Bi rastnivîsê hemû şaşî û çewtîyên zimanan  serrast dibe.

Rastnivîsên zimanan wekhev nînin, cuda cuda ne, lê miqabil hinek qeydeyên wan yên hevkar jî he ne. Rastnivîs bi nivîsê re giredayî ye. Ziman çiqas were nivîsandin, çiqas berhemên wî yên nivîsî he bin û çiqas were perwerde kirin, ewqas rastnivîsa wî jî rast û têkûz dibe. Bi gelemperî bi zimanê Kurdî perwerdehî çênebûye rastnivîsa wî jî tam rûneniştî ye. Ji ber ku zarava û devokên Kurdî zêde ne û bi taybetî karanîna ziman zêdeyî bi qisedanê çêbûye-ji ber ku nivîs kêmbûye-rastnivîsekî hevkar û rast çênebûye. Di zaravaya Kurmancî de bi gorî axaftinê û nivîsandinê meriv dikare rê û rêzikên rastnivîsê wek jêrîn xal bi xal bîne ziman.

 

  • Rastnivîsa Tîpan
  •         Qertafan
  •         Bêjeyan
  •         Hevokan
  •         Vegotinê
  •         Jimaran

 

RASTNIVÎSA  TÎPAN

 

Alfabeya Erebî de tîpên hûr û gir nînin. Li mikabil di alfebeya Latînî de tîp bi du rewşan tên nivîsandin; tîpên gir û yên hûr. Tîp li kuderê gir û li kuderê hûr tên nivîsandin, rastnivîsandina wan çawaye?  Meriv dikare wek jêrîn bîne ziman.

 

  • Hevok bi tîpa gir destpêdike. Di nivîsê de li pê xalê, nîşana pirsê, nîşana baneşanê û duxalê ( eger li pê wî daxûyanî û salixdayînek hebe ) bêje bi tîpa mezin tê destpêkirin û li pê wî bi tîpên piçûk nivîs berdewam dike.

 

Aqilê wî bûye av.

Barê te ji yê me girantir e.

Sê birayên min-yê piçûk nexweş e-sibê heta êvarê dixebitîn.

Qaşo em zû diçûn malê ! Em êdî rabin.

Ji dibistanê ji min re xeber hat. Tu çima neçû dibistanê ? Bibêje çara min.

Cînav : Bêjeyên ku cîyên navan digrin re tên gotin .

 

  • Bend ( paragraf ) jî li pê çend navbera şûnda hinek pêş ve bi tîpên gir destpêdikin.

 

         Çend zaravayên Kurdî hene; Kurmancî li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê, Soranî li Başûr û Rojhilat tê axaftin.

          Kurmancî bi gelemperî bi tîpên Latînî tê nivîsandin û Soranî bi tîpên Erebî. Piraniya Kurdan li seranserî cîhanê bi Kurmancî diaxivin.( Wîkipedya )

 

  • Sernivîs bi gelemperî bi bêjeyek tê çêkirin. Lê belê eger ji bêjeyek zidetir hatibe çêkirin, çiqas kurt be ewqas başe. Sernivîsên bingehîn gelemperî bi tîpên gir tên nivîsandin. Sernivîsên dinê de bêje bi tîpên mezin destpêdikin.

Nasır Kemaloğlu

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply