Ez ê wer bêjim doxrî û rast
Qe, bila nemînî heval û dost
Lê, mêranî dimire dimîne nav
Gah dimire dimîne post
* * *
Bila qe min celîkin ji gundê neha
Qedrê rastiyê tim dibe buha
Neheqiyê li xwe nekin
Xweda qencî, xistiye nav evrahê ruha
* * *
Ji mêraniyê kesî nediye xisar
Çêtir e ji sed merovê tirsonek û bizirar
Qulumê wan dişikest
Û li mêrxasa wer dibin bar
* * *
Bêyî emrê Xweda çilo ji darê danakeve
Dixwazî pir şer bikî dixwazî pir rakeve
Kîjan wextê temam bû
Wê wextê ruhê ji laş derkeve
Şehmus Kıran