يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا اتَّقُوا اللَّهَ وَقُولُوا قَوْلًا سَدِيدًا (70) الأحزاب
Bawermendên birûmet!
Yek ji wan hêmanên ku heqîqeta Îslamê pêk tîne rastî û dirustî ye. Ji bo vê yekê temamê rê û rêbazên dînê me li ser pîvanên heqê, adeletê, rastî û merhemetê hatiye avakirin. Xuda Teala di kesayeta pêxemberê me Muhemmed Mistefa de xîtabê temamê mirovan kiriye û gotiye: “Nexwe tu û ewên ku digel te tobe kirin jî çawa ku ferman li we hatiye kirin xwe rast û dirust bike û zordariyê nekin. Bi rastî Xuda Teala bi ya ku hûn dikin bîner e.”[1] Pêxemberê me jî ji kesekî ku nesîhetê jê dixwaze re dibêje: “Bêje Rebê min Xuda ye û pişt re xwe rast û dirust bike.[2]” Ev hedîsa ha bi şêwazeke zelal dide xuyakirin ku dînê me girîngiyeke mezin daye rastî û dirustiyê.
Misilmanên birûmet!
Mirovên misilman di gotin û kirinên xwe û di îş û karên xwe de pêwîst e derewan nekin û ji rastî û dirustiyê cuda nebin. Pêxemberê me di jiyana xwe de qet derew nekiriye û di hedîseke xwe de wiha dibêje: “Ji rastiyê şaş nebin. Lewre rastî mirovan dibe bi bal xêrê ve û xêr jî mirovan dibe bi bal bihiştê ve. Mirov her li rastî û gera li ser rastiyê dewam dike heta ku li cem Xuda Teala ji rastgoyan tê nivîsîn. Ji derewan jî xwe biparêzin . Lewre derew mirovan dibe bi bal xirabiyê ve û xirabî jî mirovan dibe bi bal dojehê ve. Însan her li ser guneh û gera li ser gunehan dewam dike heta ku li cem Xuda Teala ji derewkeran tên nivîsîn”[3] Nexwe pêwîst e ku her dem nava însan û ji derveyê wî wek hev be û weke ku difikire xeber bide û weke ku xeber bide jî tevbigere. Ew tiştên ku ne layîqên wî be û baweriya wî pê tune be pêwîst e ku pê xeber nede. Mirovê misilman pêwîst e ku kesekî nexapîne. Lewre pêxemberê me di hedîseke xwe de dibêje: “Ew kesê ku me bixapîne, ew ne ji me ye.”[4] Xêra rastiyê di roja dûmahiyê de razîbûna Xuda Teala ye û di bihiştê de jî li cem Xuda Teala dereceyên bilind in. Di bihiştê de heye ew tiştên ku çavan nedîtî, guhan nebihîstî û neketî li ser dilê mirovan. Xuda Teala di Qurana pîroz de wiha ferman dike: “ Ev, ew roj e rastiya rastgoyan, dê sûdê bide wan. Ji wan re bihiştên wisa hene ku di binê wan de çem (û robar) diherikin. Her û her heta bi hetayê ew dê lê bimînin. Xuda Teala ji wan razî bûye. Ew jî ji Xuda Teala razî bûne. Ha ew e serkeftina mezin.”[5]
Misilmanên birûmet!
Ew tiştê ku di her dem û cihî de layiqê mirovan e rastî û dirustî ye. Ji bo ku em razîbûna Xuda Teala bi dest bixin şert û mercên me çi dibin bila bibin pêwîst e ku em ji rastî û dirustiyê cuda nebin welew ku li hember nefsa mirov û xizmên mirov be jî û pêwîst e ku mirov îş û karên xwe jî bê hîle bike. Ez xutbeya xwe bi wateya ayeteke ji Qurana pîroz diqedînim: “ Gelî bawermendan! Xwe ji (xezeba) Xuda Teala biparêzin û gotina rast bibêjin.”[6]
Mele Cewadê Girdarî-Çandname
[1] Hûd 112.
[2] Mıslım 1/47
[3] Mislim 1329
[4] Buxarî, Edep 69. Mislim, bir, 102,103.
[5] El-Maîde 119.AA
[6] El-Ehzab 70.