Rapora xebata roja 3ê û 4 ya Kongireya 84 a PEN International, Pune Hindustan

 

Di roja 3 yê ya kongireya PENa Navneteweyî de, Civata Giştî serok û endamên Desteya Birêveber û endamên Komîteya Lêkolînê hilbijartin. Ji bo serokatiya PENê, carek din Jeniffer Clement hate hilbijartin. Berendamê kurd yê Desteya Birêveber Burhan Sönmez û berendamê Komîteya Lêkolînê, rojnamevanê Basque yê dostê kurd Urtzi Urrutikoetxea ku ji aliyê PENa kurd ve hatibû pêşniyar kirin bi tevayê dengan hatin hilbijartin.

Pitş re pêşniyarbiryarên ku hatibûn pêşniyar kirin, ketin ber basê û hatin pejirandin. Biryarên pêwendîdar bi rewşa Kurdistanê ve ku di roja sêyemîn a kongireyê de hatin pejirandin, 2 biryarên jêrîn bûn:

  • Biryara di derbarê qedexekirina çekên kîmyawî û hemû şêweyên çekên komkujiyê.
  • Biryara di derbarê qedexe kirina çêkirin û bikar anîna çekên atomî

 

Di birgehek din ya karên Civata Giştî de, mijara endametiya hin navendên nû kete rojevê. Hevseroka PENa kurd, Dr. Bêrîvan Dosky, ji bo piştgiriya bi endambûna PENa Îraqê gotarek pêşkêş kir. Di gotara xwe de berêz Dosky basî Îraqa nû û pêwîstiya pir rengî û pir dengiyê kir û got ku keda nivîskarên Îraqê di wêjeya Rojhilata Navîn de xuya dike. Dosky her wisan piştgiriya PENa kurd ji bo endametiya PENa Îraqê anî ziman û hêvî xwest ku bi hevdengî û hevkariya di navbera rewşenbîr û nivîskarên ji neteweyên cuda de, aştî û aramî vegere Rojhilata Navîn. Navenda PENa Îraqê weke endama nû ya PENa Navneteweyî hate pejirandin.

 

Roja 4

Di  roja care ya civîna kongireya PENa Navneteweyî de, şandên navendên cuda yên PENên welat û neteweyên endam serdana zanîngeha PUNE kirin. Di wê serdanê de, bi hevkariya PENa Navneteweyî, zanîngeha PUNE baxçeyek nû bi nave baxçeyê zimanan vekirû her yek ji 182 şandên beşdar ji 84 welatên cîhanê darek li ser nave zimanê xwe li baxçeyê zanîngehê çand. Dara zimanê kurdî li kêleka dara zimanê bask hate çandin.

Piştî rêûresma darçandinê şandên PENê serdana fakulte û kolêcên cuda cudaye zanîngeha PUNE kirin û ji bo xwendekaran axaftin. Her yek ji endamên şanda PENa kurd li fakulteyekê axaft û ji xwendekarên hindî re basî ziman û wêjeya kurdî kir.

 

Dr. Bêrîvan Dosky di axaftina xwe de li du beşên kolêca Joshi ya zanîngeha PUNE li ser zimanê bin gefê, giringiya perwerdeya bi zimanê daykê û xweşikiya pir rengiya civakan axaft ku bi pêşwaziya beşdaran rûbirû bû. Abdullah di axaftina xwe de li kolêca PUNE  li ser bingeha zimanê kurdî weke zimanek kevnar, rola nivîskarên kurd di wêjeya welatên serdest li Kurdistanê, ku ji ber qedexeya li ser zimanê kurdî neçar mane bi zimanên din binivîsin û naveroka wêjeya kurdî ya hevdm axaft.

 

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply