Rapora Xebata Roja 1ê ya Kongireya 84 a PEN International, Pune Hindustan

Kongireya 84 a PEN International, roja 25.09.2018 li bajarê Pune, ciyê ji dayîkbûna rêberê efsaneyî yê Hindistanê, Mahatma Gandhi destpê kir û biryare heya roja 29ê mehê berdewam be. Şanda Navenda PENa Kurd, ku pêk hatibû ji hevseroka PENa Kurd, Dr. Bêrîvan Dosky û endamê PENê Abdullah Hicab di kongireya îsal de beşdar bûn.

Di roja yekê ya rûniştinên kongireyê de, civînên her çar komîteyên PEN International; Komîteya Jinan, Komîteya Mafê Ziman û Wergerê, Komîteya Nivîskarên di Girtîgehan de û Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê birêve çûn. Şanda PENa Kurd,  bi awayek çalak beşdarî civînên her çar komîteyan bû û bi  pêşkêşkirina bas û raporên li ser her çar mijaran, bal kişande ser rewşa Kurdistanê û pirsgirêkên nivîskar, rojnamevan û rewşenbîrên kurd li her çar perçên welêt.

Di komîteya jinan de, raporek giştî li ser rewşa nivîskarên jin hate pêşkêş kirin. Pişt re raporek taybet di derbarê Zehra Dogan, rojnamevan û nîgarkêşa kurd a di girtîgeha dewleta Tirk de, û raporek di derbarê Soheyla Qadirî rojnamevana kurd a Rojhilatê Kurdistanê ku ji encama êrişa bi roketan ya rêjîma dagirkere Komara Îsmaliye Îranê bo ser kampên Hizba Demokrat a Kurdistan bi 15 heval û hevxebatên xwe re şehîd ket hatin pêşkêş kirin. Bi pêşkêş kirina wan basan re, niqaş û guftogoyên dewlemend li ser rewşa jinên xebatkare kurd kete rojevê, û guftogoyên di vê derbarê de, bi awayek hêj berfirehtir pirs û rewşa jinên kurd xiste rojeva komîteya jinan ya PEN Internationalê.

Di Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê de jî raporek li ser zextên her du dewletên Tirkiye û Îranê bo ser nivîskarên kurd, û bi giştî ziman û wêjeya kurdî hate pêşkêş kirin. Sinûrderbas kirin a Tirkiyê û êrişin berdewame wê bo ser Rojavayê Kuridstanê, destverdana li Başûr û şerê ku li Bakûr berdewam dike, her wisan pirsgirêkên civakiye ku ji ber siyaseta dewletê di civaka kurd de serî hildane, mijarên giringe basên di wê çarçoveyê de bûn. Her wisan zêdegaviyên rêjîma Îranê, terora dewletî li dijî çalakvanên siyasî û rêkxistinên kurdî, darvekirina xebatkarên siyasiye kurd weke Ramîn Hussain Penahî, Zaniyar û Luqman Muradî û êrişa bi roketan bo ser baregehên HDKê li Başûrê Kurdistanê bi berfirehî hatin bas kirin.  Şanda PENa Kurd ji PENa Navneteweyî daxwaz kir ku bi awayek berdewam zêdegaviyên wan du dewletan bixe rojeva xwe û piştgiriya daxwazên gelê kurd li wan welatan bike.

Di Komîteya Mafê Ziman û Wergerê de, bandora derûniye siyaseta înkara ziman û nasnameya kurdî li ser civakê û tak ê kurd hate bas kirin. Weke mînaka siyaseta wenda kirina nasnameyên cuda, encama perwerdeya dewletî ya Îranê li ser civak û nasnameya kurd li Rojhilata Kurdistanê kete rojeva komîteyê. Şanda PENa Kurd daxwaz ji komîteya MZûW kir ku mijara perwerdeya bi zimanê dayîkê û amade kirina pirtûkên xwendinê yên li gor rewşa heremên xwediyê nav û nasnameyên cuda bike pirsek cîhanî.

Yek ji mijarên here serekeye komîteya Nivîskarên di Girtîgehê de, rewşa rojnamevan û nivîskarên kurd di girtîghên Tirkiyê de bû. Şanda PENa Kurd di axaftina xwe de, rewşa Kurdistanê weke girtîgehek mezin ji bo hemû gelê kurd da nasandin û sipasiya navendên PEN yên Swêd, Norwêç, Danmark û Australiya kir ji bo piştgiriya wan ya berdewam ji bo nivîskar û rojnamevanên girtiye kurd. Pirsa nivîskara kurd Zehra Dogan û nivîskar û siyasetvanên girtî Abdullah Öcalan, Selhedîn Demîrtaş, Gulten Kişanak û hwd bi awayek taybet hate bas kirin û ji PEN International hate xwestin ku ji bo azad kirina wan hewl bide.

Di derbarê rewşa rojnamevan û nivîskarên kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, hate gotin ku gefa şer û aliyên tundrev yên dijberê maf û azadiya gelê kurd her tim li ser nivîskar û rojnamevanên kurd heye.

Li ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê, di basên PENa Kurd de ew rastî hate bas kirin ku rewşenbîrên kurd li Rojhilata Kurdistanê, ji bo nivîsek an gotarekê, cane xwe dixin metirsiyê. Lewma hejmara nivîskar û rojnamevanên ku bi neçarî welat bi cî dihêlin û berê xwe didin penaberiyê zêde dibe. PENa kurd li gor derfet û îmkanên xwe ji nivîskar û rojnamevanên di bin metirsiyê de xwedî derdikeve, lê ji bo ku ew bikaribin derbasî jiyanek ewle bibin, piştgiriya PENa kurd têrê nake û pêwîstiya me bi piştîvaniyek berfireh ya navneteweyî heye.

Derbar ziman

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply