Rapora roja 2 yê ya kar û çalakiyên şanda PENa Kurd di 84 mîn kongireya PEN International de

Roja çarşem 26.09 şanda PENa Kurd di civîna komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê de, li ser daxwaza serokatiya komîteyê ji bo cara duyê rewşa aloz li Tirkiye û Îranê û zexta her du dewletan bo ser gelê kurd bi giştî, û bi taybet li ser nivîskar û rojnamevanên kurd anî rojevê û bi awayek berfireh li ser rewşa Kurdistanê û mijarên ku di rojeva nivîskar û rojnamevanên kurd de ye axaft. Ji ber ku hin navendên nû beşdarî civînê bûbûn, basa ku ji aliyê PENa Kurd ve hate pêşkêş kirin, dubare bandor danî ser niqaşên sereke ku di komîteyê de hatin ber base.

Di komîteya Nivîskarên di Girtîgehê de jî, zext û zordariya li ser Nivîskar û rojnamevanên kurd bi awayek berfireh hate bas kirin. Pirsa siyasetvan û şaredarên kurd yên ji aliye deselata Tirk ve hatine girtin jî di rojeva civînê de cî girt. Ji ber ku piraniya siyasetvanên kurd yên girtî di ware nivîsîn û berhemên siyasî û wêjeyî de jî xwedî ked in, hate gotin ku çarenûsa wan bi awayek xwezayî PEN International elaqedar dike.

Piştî bi dawîhatina xebatên komîteyan, saet 2 bi dema heremê, civîna Civata Giştî ya kongireya PEN International destpê kir. Li ser kursiyê şanda PENa kurd, ji bilî nave Navendê wêneya rojnamevana şehîd ji Rojhilatê Kurdistanê Soheyla Qadirî jî hate danîn heya bala beşdarên kongireyê bikêşe ser rewşa rojnamevanên kurd. Her wisan navê her çar rojnamevanên jin yên ku di nava yek sala derbasbûyî de li şere dagîrkeran li dijî gelê kurd şehîd ketine; Dilîşan Ibîş (êrişa DAIŞê), Avrîn Mahsûm (bombebarana Tirkiyê li ser Efrînê), Tolhildan Welat (bombebarana Tirkiyê li ser Efrînê) û Suheyla Qadirî (êrişa Îranê ya bi roketa) ji dîvanê re hate pêşkêş kirin.

Di civîna Civata Giştî de hevseroka PENa Kurd, Dr. Bêrîvan Dosky gotarek li ser xebat û çalakiyên PENa kurd pêşkêş kir. Berêz Dosky di gotara xwe de giranî da xebata nivîskar û PENa kurd li dijî tundajoyiya Olî û da zanîn ku Navenda PENa kurd ji bo ku bale bikêşîne ser mijarê, çalakiyek berfireh li Alman birêve biriye.

Divê were gotin ku zordariya Tirkiyê li dijî ramana azad yek ji mijarên here sereke yên kongireya PENê ye. Di wê çarçoveyê de bi awayek xwezayî pirsa kurd û qedera nivîskar û rojnamevanên kurd, her wisan zexta li ser ziman û wêjeya kurdî dikeve rojevê.

Derbar ziman

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply