Rapora Kovarên Kurdî hat weşandin

Koma Kovargerên Kurd di sala 2020an de çend kovarên Kurdî çend jimar weşandine, di her jimarê de çend nivîs bi zimanê Kurdî (Kurmancî, Soranî û Zazakî) ne, çend nivîs bi zimanên biyanî ne de raporek parve kirin.

Li gorî daneyên di rapora Koma Kovargerên Kurd de di sala 2020an de 19 kovarên Kurdî 45 jimar weşandine. Di wan jimaran de bi tevahî 827 nivîs hatine weşandin. Ji wan nivîsan; 617 heb bi Kurmancî, 47 heb bi Zazakî, 15 heb jî bi Soranî, bi giştî 679 nivîsên bi Kurdî hatine weşandin. Her wiha, 142 nivîs bi Tirkî, 5 nivîs bi Îngîlîzî, nivîsek bi Fransî, nivîsek bi Farisî, nivîsek bi Erebî, bi tevahî 150 nivîs bi zimanên biyanî hatine weşandin.

Di nameya ku Koma Kovargerên Kurd, ji Kovarên Kurdî re şandine de wiha hatiye gotin: “Wek hûn dizanin li ser kovarên Kurdî lêkolîn kêm in. Kêm kes li ser kovarên Kurdî dixebitin.

Bi vê minasebetê em çend kovarên ku weşana bi zimanê Kurdî dikin, ji ber şert û mercên pandemiyê di platforma dîjîtal da em hatin cem hev û me bi navê ‘Koma Kovargerên Kurd’ înîsîyatîfek ava kir. Lê ji ber şert û mercên şewbê însîyatîfa me hêj bi temamî nehatiye damezirandin. Ji loma jî me hêj damezrandina xwe îlan nekiriye. Lê belê ev demekî ye me li ser kovarên Kurdî dest bi hin xebatan kiriye. Niha xebatekê ku me daye pêşiya xwe jî ev e; em dixwazin di dawîya sala 2020an de li ser weşandina jimarên kovarên Kurdî bi dane û hûrgilîyan em tabloya salekê derxin meydanê.”

Li gorî rapora Koma Kovargerên Kurd belav kirin hejmarên nivîsên kurdî û nivîsên bîyanî wiha ye:

BAR

Kovara Bar, bi helbest, werger û nivîsên çi rexneyî çi jî danasînî yên li ser wêjeyê weşana xwe didomîne.

Hejmara kovar: 4

Dema weşanê: 28/07/2020

Tevahî çend nivîs: 19

Kurmancî: 18

Soranî: 1

ÇANDNAME

Kovara Çadnname, li ser çand û jiyanê weşanê dike. Malpera wê jî heye.

Hejmara kovarê: 2, 3

Dema weşanê: 15.05.2020, 01.10.2020

Tevahî çend nivîs: 19, 12

Kurmancî: 19,12

DENG

Kovara Dengê di sala 1989an da li İstenbulê di çaroveya Weşanên Dengê da dest bi weşana xwe kir. Ev bû sî sal e berdewam derdikeve. Kovara Dengê bi kurdî û tirkî derdikeve. Carna nivîsê zazakî jî tê da derdikevin. Bi taybetî li ser pirsa Kurd hur dibe. Her wisa jî derbarên pirsa demokrasiye, pirsa jinan, ciwanan, aborîyê, bêkarîyê û wekî din cîh dide maqale, lêkolîn û hevpeyvînan. 2020’da ji ber koronayê her hejmar 1000 heb çapbûn. Heta nıha 120 hejmar derketine.

Hejmara Kovarê: 117, 118, 119, 120

Dema weşanê: 14, 14, 13, 15

Kurmancî: 5, 4, 4, 6

Tirkî: 9, 10, 9, 9

DILOP

Kovara Dilop, kovara du mehî ya çand, huner û polîtîkayê

Hejmara kovarê: 12, 13, 14, 15, 16, 17, 18

Dema weşanê: Rêbendan-Sibat 2020, Adar-Nîsan 2020, Gulan-Hezîran 2020, Temûz-Tebax 2020, Îlon-Cotmeh 2020, Mijdar-Berfanbar 2020, Rêbendan-Sibat 2021

Tevahî çen nivîs: 24, 26, 23, 22, 24, 22, 22

Kurmancî: 8, 10, 13, 12, 11, 11, 8, 11

Zazakî: 1

Tirkî: 12,13,11,11,13,14,10

FÊRNAME

Kovara Fêrname, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di sala 2014an de ji bo mamoste û şagirtên xwe kovareke bi navê Fêrname yê derdixe. Di vê kovarê de di gel berhem û nivîsên xwendekar û mamosteyan, nivîsên der barê çand û hunera kurdî jî cih digirin. Her wiha di kovarê de di gel hîndarîyên fêrkirina kurdî, der barê rê û rêbazên fêrkirinê jî nivîs cih digire. Kesên ku nû hînî kurdî dibin dikarin bi alîkarîya vê kovarê xwendina xwe bi pêş bixin û çand û wêjeya kurdî nas bikin. Mijarên mîna remildank û xaçepirs jî di kovara Fêrnameyê de cih digirin. Nivîsên bi her sê zaravayên kurdî (kirmanckî, kurmancîya jorîn û kurmancîya jêrîn) di kovarê hene. Mamoste û xwendekarên kurdî dikarin ji vê kovarê sûdê wergirin, her wiha dikarin bi nivîsên xwe jî piştevanîya kovarê bikin. Heta niha 4 hejmarên kovara Fêrnameyê derketine. Piştî hejmara 4an formata Fêrnameyê hate guhertin û ji niha û pê ve tenê dê metnên xwendinê tê de hebin li gorî asta yekem, duyem û sêyem. Fêrname salane 2 hejmar jê derdikevin. Hejmareke wê biharê û ya din jî payizê tê derxistin.

FOLKLOR Û ZIMAN

Kovara Folkor û Ziman, di çerçoveya folkora kurdî da mijarên wekî teorîyên folklorê, edebîyata gelêrî, adet û tore, bîr û bawerîyên gelêrî, zanyarîyên gelêrî, ferhenga herêmî, têgehên folklora kurdî, xebatên meydanî û her wiha lêkolîn û nivîsên derbarê etnografyaya kurdî da û hwd dê bihên weşandin. Di çerçoveya xebatên zimanî da jî dê her cure mijarên têkildarî fonolojî, morfolojî, sentaks, morfosentaks, zimannasîya civakî (sosyo-lînguîstîk), zimanzanîya îranî hwd cih bigirin. Di kovarê da dê nivîsên di forma gotar, werger, danasîna sempozyum, pirtûk û tezan da jî biweşin. Di bin banê Weqfa Mezopotamyayê (Dîyarbekir) da tê weşandin.

Hejmara kovarê: 1, 2

Dema weşanê: 30 Nîsan 2020, 31 Çirîya Pêşîn 2020

Tevahî çend nivîs: 9, 11

Kurmancî: 6, 7

Soranî: 1

Zazakî: 2, 2

FOLKLORA ME

Folklora Me, kovareka folklorî ye, temaya wê folklor e. Hejmara 1. di 21.03.2019ê da derket. Heta vêga 7 hejmar çap bûne. Hejmara 8. tê amadekirin. Cureyên nivîsên bi piranî ev in: berhevkarî, gotarên li ser folklorê û keresteyên folklorê. Nirxandina pirtûkên folklorê. Danasîna pirtûkên folklorê. Xaçepirsên derbarê folklorê da.

Hejmara kovarê: 4, 5, 6, 7

Dema weşanê: Zivistan, Bihar, Havîn, Payîz

Tevahî çend nivîs: 25, 25, 23, 21

Kurmancî: 22, 22, 21, 19

Zazakî: 3, 3, 2, 2

KUBAR

Kovara Kubarê kovareke li ser mode, tenduristî, zayendî yanê li derheqê mijarên girêdayî jiyanê ye. Li ser înternetê tê weşandin.

Hejmara kovarê: 3

Dema weşanê: 2020

Tevahî çend nivîs: 38

Kurmancî: 38

KÜRT ARAŞTIRMALARI

(LÊKOLÎNÊN KURDÎ)

Kovar bi gelek zimanan li ser çand, dîrok û mijarên civakî yên di derbarê kurdan de weşanê dike.

Hejmara Kovarê: 1, 2, 3, 4

Dema weşanê: 2019, 2020, 2020, 2020

Tevahî çend nivîs: 12, 13, 12, 13

Kurmancî: 2, 1, 2, 2

Soranî: 1, 1

Tirkî: 8, 9, 9, 10

Îngîlîzî: 1, 1, 1, 1

Zimanê din: 1

KURD’ÎNALCO

Kovara Kurd’Înalcoyê bi xebata kurdên xwendekar derdiçe, ku li Parîsê dixwînin. Ev kovar, li dîyasporayê derdiçe, ji ber wê yekê taybetiyeke wê heye. Kesên ku di kovarê de dinivîsin, li gorî lêkolîn û hestîyarîya dûrbûna ji Welat dinivîsin. Ji ber vê yekê nikare bikeve nav beşa kovarên Kurdistanê, lê belê cihê wê di nav beşa kovarên kurdî de ye.

Hejmara kovarê: 3

Dema weşanê: Bihar 2021

Tevahî çend nivîs: 20

Kurmancî: 15

Soranî: 4

Zazakî: 1

KURDÎNAME

Ji alîyê mamosteyê beşa Kurdî ya Zanîngeha Dicleyê Osman Aslanoğlu va hat destpêkirin û tê meşandin. Kovara Kurdinameyê li ser ziman, wêje, çand û dîroka Kurdî ye. Kovar akademîk û navnetewî ye. Kovar online e û li ser malpereke fermî a kovaran dergipark.org.tr weşana xwe dike. Hejmarên kovarê salê du caran bihar û payîzê derdikevin. Ger hewcedarî hebe jimarên zêde jî dikarin werin derxistin. Gotarên lêkolînî, werger û nirxandina pirtûkan tên qebûlkirin. Gotarên bi zimanên Kurdî(hemû zarava), Tirkî, Îngîlîzî, Farsî, Erebî tên weşandin. Gotar herî kêm ji alîyê du hakemên kor va tên nirxandin. Gotarên kovarê li ser rêbaza APAyê tên nivîsandin. Weşandina gotaran bê pere ye. Ji zanîngehên cuda yên li Tirkiyê û li derva gelek mamoste di lîsteya hakemtîyê û şêwirînê da cih digirin.

Hejmara kovarê: 1, 2, 3

Dema weşanê: Payîz 2019, Bihar 2020, Payîz 2020

Tevahî çend nivîs: 6, 7, 8

Soranî: 0, 1, 1

Zazakî: 0, 0, 1

Îngîlîzî: 0, 2

KURDÎYAT

Hejmara Kovarê: 1, 2

Dema Weşanê: Heziran, Kanun, 2020

Tevahî Çend Nivîs: 5, 6

Tirkî: 2

Zimanê din: 1

LASER

Kovara Laserê ji alîyê xwendekarên Zanîngeha Çewlîgê, salê carekê bi kurmancî û zazakî tê amadekirin.

Hejmara Kovarê: 6

Dema Weşanê: 2020

Tevahî Çend nivîs: 31

Kurmancî: 20

Zazakî: 11

NÛBIHAR

Nûbihar sê mehan carekê derdikeve. Sala 1992yan, di meha Çiriya Pêşin/Cotmehê de dest bi weşanê kiriye. Heta sala 2000î mehane derketiye. 2002yan de du salan navber daye weşana xwe, ji 2002yan pêve weka sêmehane weşana xwe dewam dike. Bêhtir nivîsên edebî (helbest, çîrok, ceribibîn) û nivîsên lêkolînî diweşîne.

Heşmara Kovarê: 150 – 151 – 152 – 153

Dema Weşanê: Sibat, Gulan, Tebax, Mijdar

Tevhî Çend Nivîs: 36, 39, 33, 30

Zazakî: 1, 0, 1, 3

POPKURD

POPKURD, kovareke aktuel û li ser mijarên sînema, muzîk, şano, edebiyat, magazîn û mîzahê radiweste. Di Gulana 2018an da dest bi weşana xwe ya dîjîtal kir û hejmara dawî ya 8an jî di Îlona 2020an da hate weşandin. Kovara me perîyodîk nîne û kengê amade bû der diçe. Di sala 2020an da 3 hejmar derketin.

Hejmara Kovarê: PopKurd 6 – PopKurd 7 – PopKurd 8

Dema weşanê: 01/2020 – 05/2020 – 09/2020

Tevahî çend nivîs: 13- 13 – 13

Kurmancî: 13 – 13 – 12

Zazakî: 1

PSYCHOLOGY KURDÎ

Kovara Psychology Kurdî di sala 2016an de dest bi weşanê kiriye. Kovar li ser derûnnasiyê hûr dibe. Ji 4 mehan carekê diweşe û heya niha 11 hejmarên çapkirî û yek jî bi awayê online/pdf derxistiye. Herî dawî bi awayê çapkirî hejmara xwe ya 11an derketiye pêşberî xwendevananên xwe. Di sala 2020an de 3 hejmar belav kiriye.

Hejmara Kovarê: 10 – Taybet – 11

Dema weşanê: 01 – 05 – 09 / 2020

Tevahî çend nivîs: 19- 11 – 17

Kurmancî: 17 – 10 – 15

Zazakî: 2 – 1 – 2

SÎNEMAYA SERBIXWE

Hejmara Kovarê: 3

Dema weşanê: 2020

Tevahî çend nivîs: 30

Kurmancî: 27

Soranî: 1

Zazakî: 1

TEMAŞE

Bi giştî Sînemaya Kurdî û sînemaya cîhanê ye.

Hejmara Kovarê: 1 – 2

Dema weşanê: Demsalî

Tevahî çend nivîs: 19 – 21

Kurmancî: 17 – 15

Soranî: 1 – 3

Zazakî: 1 – 3

VEJÎN

Kovarê Vejîn, Kovara xwendekarên Kurdolojîyê ye. Ji ber ku kovara xwendekaran e jî bi avayekî sîstematîk dernakeve. Kovara me bi sê zaravayên(kurmancî, zazakî, soranî) Kurdî weşanê dike.

Hejmara Kovarê: 7

Dema weşanê: 2020

Tevahî çend nivîs: 10

Kurmancî: 8

Soranî: 1

Zazakî: 1

ZEND

Kovara Zend yek ji wan kovarên pêşeng e ku di warê lêkolîn û zanistê de li Bakur derketîye. Zendê bi dirêjahîya temenê xwe yê weşanê mêvandarî li gelek rewşenbîrên kurd kirîye û bûye cîgeha nîqaşên zanistî li ser ziman û edebîyat û dîrok û çanda kurdan. Zend yekem car di sala 1994an de du hejmarên wê wek hejmarên ceribandinê derdikevin. Piştre di sala 1996an de bi awayekî perîyodîk dest bi derketinê dike û heta 1998an 6 hejmarên wê derdikevin. Ji ber şert û mercên wê demê 6 sal navber dikeve weşana Zendê û di sala 2004an de dîsan derdikeve. Di sala 2004an de ji ber hin meseleyên resmî statûya wê ya resmî ji kovarê derbasî rêzepirtûkê dibe. Ji 2004an ve heta niha 27 hejmar derketine. Zend ji 1994an heta niha 35 hejmar derketîye. Zend hîna jî ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve salane du hejmar tê derxistin. Hejmareke wê biharê û ya din jî payizê tê derxistin.

Hejmara Kovarê: 27

Dema weşanê: 2020

Tevahî çend nivîs: 10

Kurmancî: 9

Soranî: 1

Ferhat Yaşar-gazeteduvar.com.tr

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply