Raperîna Baba Îshaq (Serhatiya Baba Îshaqe Semsatî)

Raperîna Baba Îshaq, romana Baba Îshaqê Semsatî ye.

Ew romana ku ji aliyê weşanxaneya Sîtavê ve hatiye çapkirin û ê di demeke nêz de bigê ber destê wêjehezan, dê dîwarên li dora rastiya Baba Îshaq hatî hûnandin hilweîşîne, bi balkêşiya çîroka xwe wê di der barê kesayetiya Baba Îshaq de tevahiya ezberên heta roja îro di serê Kurd û Tirkan de hatî veçinîn xira bike.

Romana ku bi zimanekî zelal û kurmanciyeke kubar hatîye vegotin, him bi çîroka xwe, him bi vegotina xwe deriyekî nû li ber edebiyata Kurdî vedike. Xwînerên xwe radike, dibe li labîrentên sedsala sêzdehan a nepen û bohem digerîne.

Ew raperîna ku di sala 1240î de li gundê Kefersût a ku bi Semsata rengîn ve girêdayî destpêkirî, Siltanê Selçûkiyan Xiyasedîn Keyxusrew gelekî ditirsîne. Cih jî li wî teng dike, ew direve diçe xwe di qesra xwe ya bi navê Qubatabadê de vedişêre.

Baba îshaq, weke hin kesên nîjadperest gotîye ne derwêşekî Tirkmen, Kurdekî ji Bajarê Semsatê bû, di eslê xwe de ew ji binemala Keyên Komagenê bû. Baba Îshaq perwerdeyeke gelekî baş dîtîbû, baweriya Ebûl Wefayê Kurdî nas dikir, li ber destê îbnî Arabî perwerde ditîbû û ew heyranekî Baba Tahîrê Hemedanî bû.

Dema ku wî dergahê xwe ji gundê Kefersûta ku bi bajarê Semsatê ve girêdayî ava kir, ew der di destê binemala Eyûbiyan de bû, kurê Siltan Selehedîn Eyûbî, Melîk `Evdal hakimê bajarê Semsatê bû. Gava ku desthilatdariya Semsat û derdorên wê guherî, ji destê Eyûbiyan kete destê Selçûkiyan zilm û zora li herêmê pir, bac û xeracên wan giran bûn. Baba Îshaq jî li ser vê yekê Kurdên herêmê rakirin ser piyan û raperîneke bi xwîn da destpêkirin.

Raperîna Baba Îshaq, weke pêlên dêngiz şar û bajar dane ber xwe, danzdeh caran artêşa Selçûkiyan têk bir, bi hemû dinya û desthilatdaran da zanîn ku li rûzemînê zulm heta û heta ne domdar e.

Herçiqas ku Baba Îshaq, malbata wî û peyrewên wî, tevî gelek bawermendên ji Riyaheq hatin kuştin jî, divê bê zanîn ku Baba Îshaq û hevrêyên wî navê xwe li asîmanê dîroka mirovatiyê bi tîpên zêrîn dane nivisîn…

Gelî xwînerên hêja, vê romanê bixwînin û bidin xwendin…

Derbar Rêvebir

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply