Ramanên Azad, Azadiya Raman

Di dîroka raman û sîyasetê de, ez bahwer nakim ku tu têgeh weke têgeha azadiyê şaş hatibe bikaranîn. Ez baş dizanim; gava ku diktatorê Şili Augusto Pinoçet dest danî ser desthilatdarîya dewletê, qala parastina azadiyê dikir! Diktatorê Elman Hitler jî gelek caran têgeha azadiyê tenê li gora xwe bikartanî. Ji bona Hitler kuştina bi milyonan Cuhîyan azadî bû. Azadiya kê? Hilbet azadiya yên weke wîna! Ma gava ku Sebiha Gokçen Dersîmê bombebaran dikir, wêna jî xwe azad hîs nedikir!. Sebiha Xanim li hewa yê difirîya, azad bû û zar û zêçên Kurdan dikuştin…

Ma Seddam û Hafiz jî qala azadî û sosyalîzmê ne dikirin?

Li ba çep û li rastan, li ba serdest û bindestan, li ba dewlemend û hejaran, li ba leşker û sivîlan, li ba pêşverû û paşverûyan, li ba oldar û ateîstan baş guhdar bikim û hûnê bibînin ku, têgeha azadiyê di nava lingan de diperpite.

Azadiya binpêkirî?!

Azadiya reben…

Azadiya ku ne azad e!

Hemû kes qala başbûna azadiya dike, hilbet ev jî heta pileyekî ye. Lê dûra jî ezmûna duristiye destpêdike, tebûtbûna ramanan destpêdike. Kî tenê ji xwe re azadiyê dixwaze û kî azadiyê ji bona hemû civat û kesan re, ji netewe û gelan re dixwaze, di ezmûna pratîk de gelekî baş dîyar dibe.

Heger azadî baş be, ma wê çima tenê ji we re be lo?

Li gora hinekan, mirov çi bike, çi bibêje azadî ew e…

Baş e, hinek dibêjin berjewendiyên min azadiya min e…

Hinek dibêjin bazirganî azadiye.

Hinek dibêjin azadî tenê sîyaset e…

Hinek dibêjin tenê oldarî azadiye…

Weke ku min gelek caran gotiyê, ramanên mirovan jî dişibin mirovan. Mirov çi bin, ramanên mirovan jî wilo ne. Ku mirov diz be, mirov qala azadiya dizan dike, ku mirov ateîst be mirov qala zulma oldaran dike. Ku mirov dû rû be, mirov qala azadîya dûrûyan dike, ku mirov şelaf be, mirova qala azadiya şelafan dike…

Şelafî û azadî?..

Ev têgeh û pênasin hemû, li hemû deveran derdikevin miqabilî mirovan. Di nava vê teq û reqa raman û têgehan de, divê mirov helwesta xwe ji aliyê sîyasî, kulturî û felsefî de zelal bike.

Em dizanin ku ramanên azad û azadiya raman tu zerarekî fizikî nade kesî. Tu kesî tî û birçi nahele. Tu kes jî mecburneke ku gavên pratîk li gora pênasiyên ku bahweriya wana pê tuneye, biavêje. Ango di vê tevgirêdanê de pêwistî qet bi zorê tuneye. Ji ber wilo jî divê azadiya raman bi rastî azadiya raman be û ji bona her kesî hebe…

Lê aliyê din jî yên ku dibin navê azadiyê de malê sexte difiroşin, bazirganiya çekan dikin, eroîn û heşîşê difiroşin, derman û vexwarinên ku zirarê dide bedena mirovan difiroşin jî hene. Ma azadi di vê tevgirêdanê de çiqasî derbas dibe gelo?

Ma azadî hema kê …. kê ye?

Ma ku mirov goştê keran, dibin navê goştê berxan de bifiroşe, ma wê gavê azadî li vir çi dike? Dîsa em dizanin ku mirovên ku bi bazirganiya xwe dibin sebebê ku hinek mirov tî û birçî bimînin jî hene.

Ma textorekî ku li nexweşe xwe baş nenêre, çiqasî dikare qala azadiya xwe ya şexsî bike? ûhw…

Di warê raman de azadîbûn tu qedexebûnê qebûl nake lê…

Aha, ev lê ya me divê di gelek waran de baş were zelalkirin…

Tixûbên azadiyê dive baş bêne diyarkirin û formateke civati bigire.

Di vê mirov pênasînên xwe ji aliyê naverok de baş zelal bike; azadî pêşî divê ji bona netewan be, civatan be, kategorîyên sosyal be, rêxistinan be, cinsan be, komelan be û azadiya kesan jî divê li gora wan azadiyan were şênberkirin. Azadîyeke rêzber ku nikaribe xwe şênber bike nabe azadî, ew tenê dibe manîpulasyon, formalizm û sextekarî.

Şerefxan Cizîrî-Rojevakurd

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply