Duşem , 21 Îlon. 2020

Ramana felsefî, aqlê felsefî ne tenê ferdên civakê, civakan bi xwe jî diguherînin…

Ali Gurdilî,

Di sala 1966an de li Gurdilan (Misirc) a qeza Sêrtê, hatiye dinyayê. Dibistana sereke û navînî, li Gurdilan xwendiye û piştî derbeya leşkerî ya sala 1980an, bi malbata xwe re koç dike bajarê Îzmîrê. Lîseyê, li Îzmîrê temam dike û di sala 1983an de, Zaningeha Ege, beşa Civaknasiyê qezenc dike. Piştî qedandina zaningehê, dest bi mamostetiya beşa dersên felsefeyê (felsefe, ruhnasî, civaknasî, mantiq) dike. Bi qasî 15-20 sal in ku bi kurdîya kurmancî, li ser mijarên felsefe û zanistên civakî, xebatên xwe berdewam dike. Zewicî ye û bavê du (2) zaroka ye. Damezraner û berbirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e û niha jî, xebatên xwe di bloga xwe ya gurdili.blogspot.com (Malpera Alî Gurdilî) û di malpera feylesofphilosophia.blogspot.com/ (Malpera Feylesof & Philosophia) ê de (li ser torbendên facebook, twitter, ingtegram youtubeyê jî rûpelên wan hene)  diweşîne. Berhemên wî yên ku heta  a niha hatine weşandin ev in:

1- Dengê Felsefeyê – Weşanên Doz – Rêbendan 2006

2- Rewîtiyeke Zanistî – Weşanên Doz – 2007

3- Jiyan û Felsefeya Mensûrê Hallac ‘Enel Heq’ – Weşanên Evrensel. Stenbol 2015

4- Destpêka Felsefeyê- Weşanên Soran. 2015

5- Antolojiya Feylesofan. Weşanên Soran. 2015

 

– Giringiya Felsefeyê di proseya zanyariyê de çi ye?

Alî Gurdilî: Wateya felsefeyê bi xwe jî, ’hezkirina ji zanyariyê’ ye. Di zimanê yewnanî de, wekî ‘philosophia’ ê tê gotin. Philosophia, peyveke hevududanî ye û ji peyvên philo ‘hez’ û sophia ‘zanyarî’ pêk tê. Zanyarî jî, dilpakîya (erdem, fazîlet) herî raser e, dilpakîya herî mezin e. Çimkî di rewşa zanyarîyê de, meriv di bin hukmê zanînê (zanayî, zanînî, bilgi, knowledge) de ye. Dîsa meriv dikare bibêje zanyar ew kes in ku li ser tevger û kirinên xwe baş difikirin, rêşîndariya aqil û mantiqê, dipejirînin, bi başî tevgedigerin. Dîsa zanyar ew kes in ku ji bo zanînê (zanîn ji bo zanînê) dixwazin bizanibin û ji bo bidestxistina rewşa zanyariyê, xwediyê hêza terka zewq û xwestekên şexsî û dinyewî ne.

Li gor nêrîna min, lazim e meriv têgiha ’alim’ û ’zanyar’ ê, di heman wateyê de bikar neyne. Çimkî zanyar, tu carê qîma xwe bi zanînên amade nayne û wan dide ber bêjinya aqil û mantiqê. Di vê yekê de jî, rêgehên aqlî û mantiqî bikar tîne. Pişta xwe bi pîroziyan girê nade û dixwaze ku li zanîna çêbûna tiştekî bipirse, yan dikare jê gumanê jî bike. Çimkî kaniya wêrekî û tirsnezaniya zanyar aqlê wî ye, mantiqa wî ye. Lêbelê, tê dîtin ku di civakên rojhilatî de, ji xwendeyan re jî carinan dibêjine ’alim’. Kesên hafız jî, dikarin bibin ’alim’.

Di navbera herduyan de, ferqên mezin hene: Yek (zanyar) qîma xwe bi zanînên amade nayne, wan dide ber bêjinga aqil û mantiqê û dikare ji her tiştî gumanê bike. Ê dinê jî (alim), hemû zanînên heyî wekî rastiyan dipejirîne û gumanê, wekî gunehekî mezin dihesibîne. Lazim e meriv van du kes û rewşan, bikaribe ji hev cuda bike. Dema meriv bi awayekî tevbar li ser hinek têgih, bûyer û rûdanan nefikire, wan nede ber lêpirsîne, wan nede ber bêjinga aqil û mantiqê û ji wan gumanê neke, gelo çawa dê bizanibe ku xwe gihandiye wê heqîqeta ku lê digere yanê na? Heke Sokrates, Plato, Arîstotales, Descartes, Immanuel Kant, Spînoza, Nietzsche, Hegel, Karl Marx, Schopenhauer û bi hezaran feylesofên navdar qîma xwe bi zanînên amade bianiyana, gelo ma wan dikaribû felsefeyên xwe biafirînin? Arîstotales, qîma xwe bi zanînên mamosteyê xwe Platon jî neanîye û loma jî wiha gotiye: ’Platon, ji bo min merivek î ezîz e. Lêbelê, heqîqet jê ezîztir e.’

– Ji bo Kurdan, rastiya Kurdan – zanyariya Felsefeyê xwedî çi giringiyê ye?

Alî Gurdilî: Ramana felsefî, aqlê felsefî û awira rexnakar a felsefî ne tenê ferdên civakê, civakan bi xwe jî diguherînin. Bi saya ramana (aqlê) felsefî, meriv hebûna xwe, armanca xwe, wateya jiyana xwe û zanînên ku têne raberkirin, dide ber lêpirsîne û dixwaze ku xwe bigihîne wê heqîqeta nepen yan jî a veşartî. Di rewşeke bi vî rengî de meriv bandûra îdeolojîyan, bandûra ramanên dînî, bandûra ramanên qalibgirtî daf dide alî û bi şewqa aqlê felsefî, bi rêya şewqa fikirîna felsefeyî xwe ji wê şikefta tarî a nezaniyê xilas dike. Welatê me dabeş kirine, dagir kirine, miletê me qir kirine, hebûna me înkar kirine, bi sedê salan zimanê me qedexe kirine û di nav me de bi rêya dîn û îdeoljiyan, tovê dijberî û dijminatiyê çandine. Dewletên dagirkerên Kurdistanê bi rê û rêgehên curbicur, nokerên xwe afirandine û wiha kirine ku beşekê kurdan, nav û nasnameya xwe, welatê xwe, zimanê xwe û heta dîroka xwe jî, înkar bikin. Wate, hemû rêyên xwenasîna kurdan, li ber wan hatine girtin da ku nikaribin li xwe vegerin, nikaribin xwe binasin û bi nasnameya xwe ya neteweyî re aşt bin û xweyîtiyê lê bikin.

Hest û hîsa aîdîyeta neteweyê Kurd û Kurdistanê, gelekî girîng e û dijminên me, xwestine ku wê hîs û hezkirinê, wê hestê tune bikin. Di rewşa a niha de bi temamî ji holê ranebibe jî, mixabin gelekî kêm û lawaz bûye û ev yek jî, karê neyarên miletê me hêsantir dike. Şer, pevçûn, dijberî û dijminatiya di nav hizb, rêxistin, eşîr û malbat û partiyên kurdan de, encamên tunebûna wê hest û hîsa aîdiyetê ne û ku mala me, warê me, dîwarê ramana kurdayetîyê xira kirine. Loma jî pêdivî pê heye ku em, gelek tiştên heyî bidin ber lêpirsîne, pişta xwe bi tu nîrx û zanînên amadeyî neynin û bi destên xwe, bi xerc û herîya xwe axa xwe, dîwarê xwe lê bikin. Ev yek jî, encax bi saya aqlê felsefî, bi saya fikirîna felsefeyî dikare pêk were, bi saya xwenasîna kurdan, dikare pêk were. Lew ku Bi saya awira felsefeyî, em bêtir dikarin xweşbîn bin, têbigihêjine wateya hebûnatiya xwe û li hest û hîsa xwe a aîdîyeta miletê xwe vegerin. Kurdê ku xwe nas neke, kurdê ku bi nasnameya xwe ya milî re ne aşt be, kurdê ku tênegihêje sebebê zilm û zordestiya ku li kirinê, ew nikare bibe perçeyeke çanda cîhanê a giştî, nikare bibe perçeyeke makrokozmosê û dibe koleyê serdestên xwe.  Pêşî, divê bibe (wekî) xwe, yan li xwe vegere. Divê pêşî li xwe vegere, xwe nas bike û piştre jî, divê hewl bide xwe ku bikaribe bibe perçeyeke çanda cîhanê a giştî.

Civak û miletên ku îro perçeyeke çanda nûjen a pêşketî û mirovhez in, ew civak in ku xwediyê felsefeyekê ne, ew civak in ku qedr û qîmetê mezin dana ramana felsefî, ew civak in ku qedr qîmeteke mezin dane aqlê felsefî. Zanîn û zanyariya kitêbî ku kaniya zanyariya civakên rojhilatî ye, bi kêr nayê. Heke bi kêr bihata, civakên rojhilatî bi taybetî jî welatên erdnîgeriya Rojhilata Navînî, îro ne di vê rewşa xwe a teng û tarî de bûn. Çimkî di civakên wiha de zanînî herdem hazir e, sebebên her tiştî di kitêbên wan yên pîroz de hatiye nivîsandin û loma, pêdivî bi lêpirsîn û gumanê, nayê dîtin. Ji ber vê çendê jî deriyê zanyariya rastîn, deriyê şik û gumanê, hatiye girtin û civak, mîna ku di nav ava goleke genî de be, nema dikare bêhna xwe vede, loma diqemire, loma geş nabe û bi pêş nakeve. Em kurd ne mecbûr in ku mîna gelek cîranên xwe, di wê tarîyê de bimînin û mîna wan, em jî wiha bijîn. Felsefe bi xwe jî, dibe sebebê fikirîna azad û azadiya ramanê. Civakên mirî, ew civak in ku xweyîtiyê li azadiya ramanî nakin û rê li ber wê azadiyê digrin. Bi a min, felsefe û feraseta me a neteweyî, rê dide azadiya ramanî û ramanên azad. Di vê meseleyê de, çanda me a xweşbîn û kevnare, dikarê rê nîşanî me bide.

– Di warê Felsefeyê de, zanyarên navdar ên Kurd kengî derketine şanoya dîrokê? Rola wan di zanyariya felsefeyê de hebûye?

Alî Gurdilî: Meriv dikare Zerdeşt Pêxember wekî feylesofê yekem bipejirîne, ku wekî kurd tê zanîn. Herçuqasî wekî pêxember were dîtin jî, gelek ramangir û feylesof, cenabê wî wekî feylesofekî xwedîbandûr dinirxînin. Dîsa cihê nîqaşê be jî, meriv dikare navên Manî, Mazdek, Şehabedînê Suhrewerdî, Mensûrê Hallac (Hallacvan) bide. Ehmedê Xanî, Melayê Cizirî û Mele Sêidê Kurdî jî, dikarin wekî feylesofan werin dîtin. Wesfên wan ê wêjekarîyê, feylesofiya wan tune nake, yan jî wekî feylesof neyên dîtin jî, meriv dikare bibêje ku di berhemên wan de gelek ramanên felsefîk hene û ev yek, wêjekariya wan a bilind, tune jî nake. Hallac, damezranerê felsefeya ’Enel Heq’ e, Suhrewerdî damezranerê Felseya Îşraqî (Ronahîdarî) ye. Li gor hinek ramangir û felsefenasan jî, binyada felsefeya yewnaniyan bi xwe jî, felsefe û erdnîgeriya kurda ye (ramana dualîtî ye, nûzayîn û baldariya xwezayê). Anku yewnaniyan xaniyê xwe, li ser xîmê ku kurdan wan danine ava kirine. Lê yewnaniyan ramanên ku ji Mesopotamyayê bar kirine welatê xwe, wan bi awa û rêbazên mantiqî û rexnegir, gelekî baş sîstematize kirine.

– Bîrmendên Kurd ên navdar, wekî nivîskar, helbestvan ên hatî naskirin. Wekî: Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Seîd-ê Kurdî û h w d, wekî filosof dikarin werin pênase kirin (ger hûn şiroveya wê ji me re bikin)?

Alî Gurdilî: Ehmedê Xanî, Melayê Cizirî û Mele Sîdê Kurdî, ligel wêjekariya xwe, feylesofên kurd in ku li ser navê felsefeya îslamê têne jmartin. Em wiha difikirin ku feylesof ew kes in ku felsefeyên sîstematîk afirandine. Lêbelê ev nêrîn jî, li gor kes û civakan diguhere. Îro, bi hezaran feylesof hene ku ji wan kêm kesan, felsefeyên sîstematîk afirandine. Pirraniya kurdan jî, mixabin wiha difikirin. Loma jî, ji ber gotareke xwe a derbarê Mele Seîdê Kurdî de, çend caran bi rêya peyaman êrîşî min kirine, bê çima ez navê wî di nav loda feylesofan de bikar tînim?!! Ev awir û nêrîna eletewş, divê biruxe û nemîne. Lazim e meriv feylesofan li gor dema ku jiyane binirxîne, ne ku bi çavika roja îroyîn. Mesela Augustînosê Xoşewîst, xwestiye ku felsefe û ramana xiristiyaniyê ligel hev şirove bike û ji xiristiyaniyê re, bingeheke felsefeyî ava bike. Dîsa jî, îro wekî feylesofekî mezin tê dîtin.

– Dîroka Kurd, zanîn û hebûna zanyarên Kurd hatiye qedexekirin, zanyariyên di arşîvên dewletan de heyî tên veşartin. Bandora vê yekê li zanîna rastiyên dîrokê – yên herêmî û navneteweyî re, hûn dikarin ji me re binirxînin?

Alî Gurdilî: Mixabin, dewleta meriv tunebe, di roja îro de meriv dibe êsîrê xelkê. Meriv nikare li dijî derewên serdestên xwe, li dijî îdeoliyên wan yên fermî serê xwe rake. Meriv serê xwe rake jî, serê xwe bilind bike jî, mixabin kes dengê meriv nabihise. Bi danîna çeper û sînoran, meriv ne tenê axa xwe; meriv ziman, dîrok û çanda xwe a madî manewî jî, diparêze. Dagirkerên welatê me gelek zanistmend, feylesof, wêjekar û hunermendên kurd, yan kirin peyayên (hêjayên) xwe û yan jî, wan dane jibîrkirin. Gelo ma Hallac, Suhrewerdî, Cezirî ne ji wan hêjayên me çend kes in? Mesela tirk,  Îsmaîl Ebul-Îzê kurê Rezzaz El Cezerî (Îsmayîlê Cezerî, 1153-1233) wekî misilman û tirk dibînin û kurdayetiya wî, red dikin. Şehabedînê Suhrewerdî ku bi felsefeya xwe Ronahîdarîyê bandûreke mezin li ramana îslamê û cîhana rojava kiriye, hê jî wekî ereb yan îranî tê dîtin, lê tu carê nayê gotin ku ew kurd e. Di vê yekê de armanca wan ew e ku me bêqîmet bikin û me, nezan nîşan bidin. Mixabin, di vê yekê de jî bi ser dikevin. Çimkî îro, îmkana me tune ku em bikaribin rabin xweyîtiyê li wan bikin. Çimkî, dezgeyên me yên milî ku fermî bin, tune nin. Ev rewş jî, mixabin me lawaz dike û nahêlê, ku di bîrûraya cîhanê de dengê me were bihîstin.

– Çîrokên folklorîk ên Kurdî, mitolojiyên Kurdî, lawik/şer ên Kurdî – pêwendiya felsefî heye û di çi astê de mirov dikare vê pêwendiyê şirove bike?

Alî Gurdilî: Dewlemendiya mîtolojiya me, folklor û zargotina me, ji bo pêkhatina ramana felsefî û felsefeyê, pêkarên girîng in. Lewre, meyla hezkirina zanînê û zanyarî, ji hezkirina çîrokan dest pê dike. Wate, kesên ku ji mîtosê hez nekin, nikarin ji felsefeyê hez bikin. Çawa ku Arîstotales jî gotiye; ‘heta philo-mîtos pêk neyê, philo-sofos jî pêk nayê.’ Yanî beyî philo-mîtosê xwegihandina hezkirina heqîqetê (philosophia), ne pêkan e. Şaşwazî, meraq, xewn û xeyal, destpêka hezkirina zanînê û nifta, deriyê philosofosê ne. Lewre ramana mîtolojîk, berîya ramana dînî derketiye holê û bêtir mirovî ye û divê, baş were bikaranîn.

– Ji bo ronîkirina: rastiya Kurd, zanyarên Kurd ên dîrokî – dezgehên Kurd divê metodek xebatê ya çawa lidar bixin?

Alî Gurdilî: Li gor nêrîna min, dezgeyên kurd divê bi awireke alînegir û zanistî, xebatên xwe bikin. Îro bi sedan zanyarên me hene, ku haya civaka me ji wan tune. Çimkî di dema xwe de, bêgav mane ku bi zimanê serdestên xwe (carinan ji ber çanda dînî jî ev yek pêk hatiye) binivîsînin. Loma jî, divê desta ewil xebatên wan li Zimanê Kurdî werin wergerandin. Ji bo vê yekê jî, dikarin ji dem û dezgeyên navneteweyî alîkariyê bixwazin, yan jî ji peyayên kurdan. Ev mesele, dişibe bena werîsekî ku li pey hev tê. Heke me xweyîtîyê li rabirdûya xwe bikira, heke em li dîroka xwe xwedî derketibana, em îro ne di vê rewşê de bûn. Îro bi sedan wêjekar, helbestvan, ramangir û zanyarên me hene û em nikarin li wan û xebatên wan xwedî derkevin. Di rewşeke wiha de, gelo kê dikare rabe behsa siberoja me ya ronak û xweşhal bike?!! Beredayî negotine: ’ji rabirdûyê re rêzmendî, ji bo îro jî, kar û xebat.’ Bêguman, xebatên îroyîn jî derencekên xweşhaliya siberojê ne.

– Lawaziya zanyariya Felsefî çi bandorê li proseya neteweyî û pêşxistina sistema civatî/desthilatî ya Kurdî dike?

Alî Gurdilî: Cîhana nûjen, îro bi lezgînî diguhere. Ferdên civakê, çawa ku xwe mîna perçeyeke çanda civaka xwe a herêmî yan milî dibînin, wisa jî dixwazin ku bibin perçeyeke çanda cîhanî a giştî. Bi saya computer û internetê, cîhan her diçe bêtir nêzî hev dibe û nirxên kevneşopî, bi lezgînî serobino dibin. Pirraniya civakên nûjen yên îroyîn ku berê bi saya nirxên dînî, hêmanên kulturî û kevneşopîyên civakê yekîtiya xwe pêk anîne, îro ketine ber bayê guherînê. Loma jî, a niha bêtir berê xwe dane nirxên mirovî. Wekhevî, azadî, xweşbînî, piranîparêzî, azadiya ramanî, hebûna kulturên cihêreng û qedr û qîmeta mirovî, her li pêş e û civak û dem û dezgeyên civakî bi xwe jî, ji bo xweşhalî û dilşadiya endamên civakê hene. Bêguman, ev yek jî bi saya guherîna bîrewerîya ferdên civakê û guherîna feraseta civakê pêk hatiye û encama, proseyeke demdirêj e. Cîhana nûjen, nema qedr û qîmetê dide ramanên pîroz. Ramanên pîroz, dîn û bawerî, rê û resmên dînî, girêdayî meyl û bala endamên civakê ne. Destekarî tune, zilm û zordestî tune û dewlet, ji bo xweşhaliya civaka ku temsîliyeta wê dike heye. Edebiyat, huner, felsefe û her cure xebatên mirovî, di civakê de deng vedidin û di xizmeta endamên civakê de ne. Kes nabêje, ’tu çima wiha yî?’ Wate pirrengî, pirzimanî, xweşbînî, azadiya ramanî, azadiya takekesî heye û endamên civakê, mîna hev nejîn jî, hev tolere dikin û xweşbîn in. Li gelek bajarên Ewropayê, em dibînin ku Navendên Felsefeyê têne damezrandin bo ku endamên civakê, herin ji pisporên li wir bişewirin. Ev navend, mîna navendên psîkolojiyê kar dikin û alîkariya jiyana şexsan dikin. Îro bi sedan arîşeyên me yên civakî hene û em dizanin, ku ew arîşe ne arîşeyên teknîkî ne; arîşeyên takekesî yan civakî ne. Ne eşîrtî, ne dîn, ne îdeolojî û ne jî destekarî, dikare wan arîşeyan ji holê rake. Lê heke desthilatîya kurdan bikaribe bi awayekî baş aqlê felsefeyî, fikirîna felsefeyî, xweşbînî û hemhestyariyê fêrî (nîşanî) endamên civaka xwe bike, dibe ku arîşeyên me yên heyî, çareser bibin.

– Nebûna sazûmanên dewletî yên Kurd / dewleta Kurd  çi bandorê li zanyariya Felsefî ya Kurdî dike?

Alî Gurdilî: Piştî damezrandina Dewleta Tirk, bi piştgirî û fînansekirina Wezareta Kulturê, ji bo ku bikaribin kitêbên sereke yên ramanî û felsefeyî wergerînin tirkî, komîsyonan ava kirine û di ber vê yekê de, zahf pere jî xerc kirine. Lê dîsa jî, meriv nikare bibêje ku di vê yekê de bi ser ketine. Yekem ’Dîroka Felsefeyê’, a bi tirkî encax di salên 1969-1970 an de tê nivîsandin. Zimanê Tirkî ku ji çend zimanên cihê pêk hatiye, bersiva mijarên felsefeyî nedaye û ta niha jî meriv nikare bibêje ku Zimanê Tirkî, zimanekî felsefeyî ye. Lêbelê bi saya dibistanan, bi saya hebûna zaningehan, Zimanê Tirkî îro ji qalibê xwe î teng derketiye û bi zimanên din yên cîhanî re, dide û distîne. Dewleta meriv hebe, helbet meriv dikare jê sûd werbigire, here dibistanên dewletê, here li zaningehan bixwîne, kitêbên xwe bi serbestî çap bike û hwd. Li Tirkiyeyê di salekê de, bi milyonan kitêb têne weşandin û helbet, beşekê wan jî, kitêbên felsefeyî ne. Divê baş were zanîn ku felsefe, xwe dispêre metnê. Xwe dispêre nivîsê. Bi zimanê devkî, ta radeyekê meriv dikare hinek ramanên peyayên civaka xwe vebiguheze nifşên nû. Lêbelê hebûna metna nivîskî, zengîniya zimanî ye. Feylesof, metna feylesofên beriya xwe dide ber xwe û dixwîne, dinirxîne. Carinan li dij derdikeve, carinan dipejirîne, lêbelê di dawiyê de felsefeya xwe ya xweser bi saya metnên berê, ava dike. Ev yek, wesfeke taybet a felsefeyê ye. Loma jî, zanîniya felsefî bi pêş ve naçe, ne mîna zanînîya zanistî ye. Tenê li ser hev dicive, li ser hev kom dibe û her felsefenas yan jî feylesof, ji wan zanînan sûd werdigire û bi awira xwe a takekesî û rexnekar, felsefeya xwe ava dike. Mixabin, ne tenê dezgeyên me yên fermî yan nîv fermî, weşanxaneyên me bi xwe jî, xweyîtiyê li xebatên me nakin yan jî nikarin bikin. Lewre, dibêjin ku bazara kurdî tune. Di rewşa a niha de, çîrok yan romakeke kurdî jî, encax hezar nusxe têne weşandin ku ew jî, wiha zû bi zû nayên firotin. De inca?!! Nizanim kîja weşangerê me ê werêk, yekî ku ji felsefeyê fam bike û bi wêrekî, dê rabe kitêbên me yên felsefeyî çap bike?!!

– Xebatên lipêş we/projeyên di destê we de çi ne?

Alî Gurdilî: Nivîsandina min a dîroka felsefeyê, a niha berdewam dike. Ji ber ku karekî demdirêj e, 10 sal in ku ez bi berdewamî dixwînim û dinivîsînim. Ferhenga Felsfeyê, niha temam bûye û li benda bersiva weşangerekî me ye. Di ferhengê de, bi qasî 800 têgihên felsefeyê, hatine nasandin. Ligel têgiha resen, têgiha îngîlîzî, fransî û tirkî jî hatiye dayîn. Amadekirina Ferhanga Mîtolojîya Cîhanê, niha berdewam dike. Antolojîya Feylesofan jî, wekî 2 cildan niha diqede. Wekî din, bi qasî 150 gotarên min yên derbarê felsefeyê de hene û dibe ku ew jî wekî 2 cildan werin weşandin. Temamiya kar û xebatên min, girêdayî hev in û li ser hev dicivin. Hêvî dikim, ku di demekê kin de werin weşandin û herin ber destê xwendevanên xwe.

Alî Gurdilî: Ji bo vê hevpeyvînê, gelekî spasiya rêvebiriya Malpera Kurdistan24ê û kek Cemal Batun dikim û di karê we ê hêja de, serkeftina we dixwazim. Hêvîdar im ku ev hevpeyvîn, sûdmend be.

09.01.2019

K24

 

Derbar ziman

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Gelek Kurd ji mîkrofonên qenalên kurdî ditirsin

Bernameçêker, Mehdî Mutluyî ji Ortadogu Newsê re diyar kir ku naveroka bernameyan qasî teknîkê pêş …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.