Ragihandin û medyaya pêşerojê

Wekî ku pêşketinên civakî bandor li teknîk û awayê têkiliyê civakî dikin hin îcad û dahên jî hene ku hin pêşketinên civakî bi xwe re tînin, bandor lê dikin û wan dilezînin an jî hêdî dikin.

Pêşketinên teknîkî yên li qada Amrazên Ragihandinê yên Girseyî (ARG) jî wisa ne. Mirov dikare bi şopandîna pêşketina ARG dîroka civakan jî di ber çaven re derbas bike. Helbet ku kes nikare bêje ku pêşketinên teknîkî civakê diyar dikin lê divê mirov li ber çavan bigire ku Amrazên Regihandinê û asta teknolojiya wan her tim li ser lezgînî û berê pêşketinên civakî bandordar in.

Çawa ku dahênandina pisula û ûsturlapê rê li ber vedîtina cihana nû vekiribe pêşketina teknîkên çapkirinê jî leza giran û belavbûna nûçe, ezmûn, agahî, fikr û ramanên mirovahiyê yên nû bi pîvanên derasayî zêde dike. Pê ve girêdayî jî pêngavên mirovatiyê yên dewasa rû didin û ji serdema Ronasans û Ronîbûnê heta îro devam dikin. Ev pêşveçûn di heman demê de çawaniya ragihandin, dem, mekan û raya giştî jî ji binî ve diguherînin.

DEM Û MEKAN
Awayê seretayî yê ragihandina civakî rû bi rû bû. Di serdema kevnane de hemû ezmûnên mirovahiyê bi ragihandina rû bi rû re dihat veguhastin. Raya giştî bi nîqaşên li Agoraya dewletên sîteyê dihat diyarkirin.

Veguhastîn azmûn û serpêhatiyên mirovahiyê bi mekan û demê ve pippihêt girêdayî bû. Diviya bû mirovan heman mekan parve bikira da ku ezmûnên xwe yên jiyanê parve bikin. An jî diviya bû peyamên li ser parşomen an jî tabletên kîl qeydkirî bi fîzîkî bihatana veguhastin. Di vê rewşê de bi guherîna cih û mekanan dem jî diguherî lewre rêwîtî gelekî dirêj û zor bûn.
Wekî mînak di dema dorpêçkirina Kibrisê de (1570) nûçeya ketina Lefkoşe’yê di 16 rojan de digihîje Stenbolê. Dema ku heman nûçe gihîşt Venedîkê di şer bûyerê 46 roj derbas bibû. Heçî Madrîd ê pîştî du sed rojan hîn bibû (Agahî: Oskay û 1982).

Piştre bi pêşketinên di teknîkên veguhastinê yên mîna tren, keştî û erebeyan de û bi dohênên mîna telgraf, telefon û teknolojiya peykan dema veguhastinê her ku çû kurtir bû, li hemberî vê yekê cudatiya mekanan ango mesaye bi rêjeya ku nayê hevrûkirin zêdetir bû. Bi gotina Bravdel “Dijminê ku nayê têkbirin” ango mesaje têk çûbû. Girêdana dem û mekanê ji hev qut bibû (Thompson, Janh B. 1994)

Di encama van geşedanan de divîyabû îfadeya “Aniha û li vir” a di metnên xeberan de biguhera û wisa jî bû. Têgîna “a niha” bi tena serê xwe behreya diyarkirina cih û demê bi dest xistibû.

‘A NIHA’
Îro ARG yên mîna Radyo, Tv û Înternetê re bêjî ku sînor an jî mesajeyê nas bikin mîrovan digihînin hev û di çapana dinyayê de roya giştî ya tekone tînin pê. Di navbera ARG de ya herî nû înternet e, lê bi bayê bezê berbelav dibe û ji aliyê teknîkî ve pêşve diçe. Her ku di nav civanê de berbelav dike jî bandora xwe ya li ser bûyerên civakî hîn şênbertir dide hisandin. Taybetmendiya veqetiner a înternetê di pêvajoya amadekirîna naverokên ku tên pêşkêşkirin de xwe dide dest. Di ARG yên din de amadekirin û pêşkêşkirina bernameyan pir bihadar û dijwar e. ji bo çêkirina weşanan pêdivî bi sermayexistîna saziyên dewasa heye. Di qada medyayê de wekî encama xwezayî ya pêvajoye gemerdanbûnê girseyên xizan ji derfeta weşanê bi tevahî bêparman e.

Di medyayê de fikr û romanên gelên bindest û girseyên xizan tenê bi qasî ku pasvanên şemûgan (edîtor û hwd) destûr didinê cih digirin. Ragihandîn tenê ji medyaya gemardanê ber bi gîrseyên temaşevan ve ango bi yekalî pêk tê. Halbukî di înternetê de çavkanî (hinêr) û hedefên peyaman (girtiyar) pirî caran xwedî heman derfetan în. Peyamên bi alîkariya kompîtura basîd kodkirî bi hêsanî li malperên ji herkesî re vekirî tên barkirin û hema bêje di heman kêliyê de digihîjin girtiyaran.
Înternet bi vî awayî derfetên beşdarbûnê yên wekhev dide hemû aliyan û pê re jî ragihandinê demokratîk dike. Wekî bi nîyeta bikarhêneran û armanca bikaanînê ve jî girêdayî ev guherîn dikare rê li ber pêşketinên civakî yên girîng veke. Gava ku mirov bi şertên ku pêker û layên wê yên din li derve bihêle û tenê ji aliyê ragihandinê ve hilde dest mirov dikare van taybetmendiyên înternetê di pêvajoya Bihara Ereban de jî raçav bike.

BIHARA EREBAN
Rêzeke bûyerên civakî yên li erdnîgariya Ereban rû dan niha wekî Bihara Ereban tên binavkirin. Di destpêka van bûyeran de xwe şewitandina Muhammed Buazîzî ya di 17’ê kanûna 2010’an de heye. Di nêrîna pêşîn de ev bûyer wekî bûyera ji rêze xuya dibe lewre betalî jî. Pêkanînên dijmirovahî jî di dîktatoriyên erdnîgariya Ereban de kirûyên adetî bûn. Lê belê hebûna riyên ragihandina azad û belgeyên ku li ser malpera wîkîleaksê hatine weşandin encam guhert.

Gelê Tunus û dûre jî yê Misir û Lîbyayê di ser malperên înternetê re gihîştin hev. Der barê dîktatorî, dewlet, geşedanên nû, hêvî, daxwaz û xeyalên xwe yên paşarojê de agahî, roman, dîtin û nêrînên xwe bi hev re parve kirin. Digel ku girêdaniya wan a organîk tunebû tevgerdar bûn, birêxistin bûn û ji bo pelîşandina dîktatoriyên bi deh salan ketin nav tevgerê û ji wan xelas bûn. Xuya dibe ku medyaya înternetê di tevgerdarbûna girseyan de peywirên girîng tîne cih û bandor li ber û lezgîniya tevgera girseyan dike. Bi derfetên ku pêşkeş dike hêvîya ragihandineke demokratîk xurtîr dike.

RAGIHANDINA PAŞEROJÊ
Ragihandin wekî peyvê ji peyva “Communîs” a latînî tê. Ev peyv di latînî de tê wateya hevparî û komelê. Ji vî aliyî ve di nav amrazên ragihandinê de bi derfetên ku pêşkêş dike û bi demokratîkkirina ragihandinê amroza ku li ruhê ragihandinê herî zêde tê înternet e.

Lê înternet ne bi armanca ragihandina wekîhev û demokratîk hatiye pêşvexistin. Ew ji bo armancên leşkerî ji aliyê artêşa Amerîkayê ve hatiye pêşxistin û piştre bi armanca bazirganiyê ji bikaranîna sîvîl re hatiye vekirin. Ango erka ragihandinê ya înternetê di eslê xwe de tenê berhemeke wê ya layekî ye. Ligel taybetmendiyên wê yên erênî divê neyê jibîrkirin ku xwediyê teknolojiye înternetê ango xwediyê peykan dewlet û hevkariyên navneteweyî ne. Heta ku bi armancên leşkerî û bazirganî re nakokî çêneke gihaniya înternetê nayê astengkirin. Lê dewlet û hikûmet bi rê û rêbazên cur bi cur hewl didin ku sansûr lê deynin û mudaxele bi naverokan bikin. Astengkirina gihaniyê jî di destê wan de ye.  Înternet ji aliyê demokratîkkirina ragihandinê ve wekî amroza herî pêşketî û guncav li ser ragihandina paşarojê fikiran dide me û bi me re hêvîyê çêdike. Lê wekî pêşiyan jî gotiye “Mala xelkê ya xelkê ye.” Divê mirov aliyên wê yên neyînî jî li ber çavan bigire û heta ku dike ji bo bikaranîna herî çalak a înternetê xwe amade bike. Di analîza dawîn de dê her qîna civakî bi rêjeya hêza xwe ya civakî jê  sûd wergire.

Hawarnet

Derbar ziman

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply