Şam şiyar dibe Xwedê yo
Ka ji nû de şîretên wê lê vegerîn e
Û bala bilindiya xwe pêde
ta di ser bêdawiyê re be
Şam şiyar dibe Xwedê yo
Wa ji lihevketina zemîna wê gangulî li ser govde şîndibin
Şam şiyar dibe Xwedê yo
Rêçên wê lê vegerîn e
Ji bo bajar werin
Ji bo navçeyên gerdûnê tevede werin
Ji bo kernefalên azadiyê li ser termê ewê xwe didît
ku wê bimîn e ta dawiya çerxê wirin lidarxistin
Li ser termê *esed.
Helbest: Merwan xorşîd
Wergerandin ji erebî: Majêd A Mihemed
*prçeyek ji helbesteke dirêj ji helbesta (rabûna şamê) ya merwan xorşîd e.
*Esed: serok komarê sûriyê.