Qutbûna Dostîtiyê

Tu kes bawer nedikir ku wê hevaltiya wan xilas bibe, tim û daîm alîkarê hevdû bûn û gumana tu kesî tunebû ku ew her du heval wê rojekê ji hev veqetin. Gel ji wan her yekî bi navê hevalê wî nas dikir. Dema gazî yekî bikin ne bi navê wî bi navê hevalê din bang dikirin û bi navê hevalê din, wî kesî nas dikirin û digotin “hevalê….”

Belê ew, “Hevalê Îmam Caferî Sadiq(sa)” navdar bibû. Wê rojê, wek her carî bi hevre çûne bazara qonderefiroşan. Gelo tu kes texmîndikir ku beriya ketina wan a sûkê wê ew dostaniya mezin xira bibe û tev de hûnda bibe?

Wê rojê jî wek her carî hevalê rêwîtiyê yê Îmam bû. Bi hevre ketin sûka konderefiroşan, xulamê reşik jî li cem wî bû û li pey wan dihat. Zilam, di nav sûkê de li pişt xwe nihêrî û xulamê xwe nedît. Piştî çend gavan dîsa li pişr xwe nihêrî dîsa kole nedît. Cara sêyem dîsa nihêrî û koleyê ku ji wan dûr bibû û bi temaşeya hawîrdor kûr bubû û ji xwediyê xwe dûr ketibû tu xeberek nestand. Serê xwe cara çaran zivirand û xulamê xwe dît. Bi hêrs got: “ Kurê felan kesî, tu li ku derê yî?

Dema ev gotin ji dev derket , Îmam Sadiq(sa) bi metelbûyî destê xwe rakir û bi hêz eniya xwe xist û got: “ Subhenallah, tu çêra li diya wî dikî? Karekî ku li diya wî nayê jê re nîspet dikî. Min digot tu zilamekî dîndar û xwedî teqwayî lê diyarbû ku tu de dîndarî û teqwe tuneye”

Yebne Resûlellah, ev kole di eslê xwe de heramzade ye û diya wî jî bi xwe heramzade ye. Tu bi xwe zanê ew ne misilman in. Belê, heke diya vî koleyî misilman bûya di wê demê gotinên min nerast dibûn.

Diya wî kafir be bila bibe, di nav qewman de li gor hin kevneşopiyan zewaç û li gor hin qenûn û rêzikên wan tiştên dikin wek zîna û zarokên wan jî gayrîmeşrû nahasibînin.

Îmam piştî vê şîroveyê got: “îro pê ve ji min dûr be.”

Piştî vê bûyerê careke din tu kes, ew û Îmam Caferî Sediq(sa) bihevre nedît.

kurdihikaye.blogspot.com.tr

Derbar ziman

Check Also

Şîroveya Helbesta Ehmedê Xanî

“Ez naçim hezreta çu mîran    Ez nabim bendeyê esîran” Ehmedê Xanî Li vî dinyaye …

Leave a Reply