Cumartesi , Ocak 23 2021

Qurtek Çay

Qurtek çaya ser lêvan

Nadim bi hezar sêvan

Qurtek ji çaya delal

Nadim bi sed porteqal

 

Çaya nazik û nazenîn

Nadim bi sed mandelîn

Wê çaya rind û keleş

Nadim bi zalên zebeş

 

Ewê çaya mîranî

Nadim bi sed şîranî

Wê çaya rind û rengsor

Wê bi min re herê gor

 

Nakim terka şêrînê

Heta mewt û xirînê

Ew e dosta bi wefa

Dide zewq û sefa

 

Zewq û sefa min tînê

Xemên min direvîne

Wexta cîkî min diêşe

Aspirîn diavêjim şûşê

 

Aspirîn tevî çayê

Êşa min dide bayê

Wê nedaye min zerar

Methên wê nayên jimar

 

Evdilhekîm bes bibêj

Wesfa wê meke dirêj

Çiqas dirêjkî kelam

Wesfê wê nabin temam

 

Nivîskar: Mela Evdilhekîmê Badikî

Latînîzekirin: Mela Mihyedîn

Çandname

About Paşa Amedî

Paşa Amedî

Check Also

Pirsên Kalêmêr û Mela Yasîn (Hîkaye)

Mela Yasîn hê nû bibû mela. Ji bo melatiya gundê Qeremûsana Çêrmûgê hatibû tayîn kirin. …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir