Qur’an Xîtabê Aqildaran Dike

Di Qur’ana Pîroz de nêzî 75 ayetan xîtabê aqilê însan dike. Qur’an û dînê îslamê û teklîfa Yezdan ji bo xwedî şiûran e. Di nava zîşiûran de cin û însan tabi’ê îmtihanê bûne.

Ji bo vê Rebbê Alemê aqil daye însan û cina. Ew jî bûne mixatabê Qur’an û kelama Xwedê ye.

Di sureya Zariyat, Ayeta 56an de Rebbê Alemê dibêje: ” Însan û cin, bo ku ji Min re îbadetê bikin min afirandin/xuliqandin.”

Çaxa ji bo îmtihanê, aqil û şi’ûr da van mexluqên xwe, ne kirin kole, kirin muxatab û xelîfeyê rûyê erdê. Da ew jî bi îrade û şiûrê xwe, aqil bi kar bînin û wî binasînin. Qur’ana Pîroz jî, xîtaba aqil dike. Çaxa aqil tunebe, îmtihan jî tuneye. Ellah Te’ala di Sureye Zûmer, ayeta 27.de ;  “Sond be ku me di vê Qur’anê de her çêşît temsîl û nimune daye mirovan, ji bo ku ew jê îbretê bigrin û biponijin.”

Ayeta 28an de; “Me Qur’ana ku (bi zimanê) erebî û bêxwarî nazil kirye, da ku mirov xwe pê (ji kufrê) biparêzin.” Ji bo vê em karin bêjin ku; Dînê Îslamê û Qur’ana pîroz ji bo aqildaran hatiye. Çaxa aqil û îrade tunebe imtihana wî kesî jî tuneye.

Bav û kalê me dibêjin; ” Aqil taca zêrîne, li her kesîra nîne.” Ew jî rastiyeke balkêş e.

Xweda jê razî be Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî di kitêba xwe ya Muhakematê de dibêje; ” Bi ûsliba Qur’ana Hekîmane sond dixwum ku, xirîstîyan û yê weke wan, ê ku rakirine û avêtine newalên delaletê, tenê aqil ezil kirin û burhan û delîl li ortê rakirine. ev, teqlîdkirina ruhbanan e. Ê ku heqîqet ê, înkişaf kirin dide, ew Îslamîyeta ku burhanan qebul dike, xîtabê aqil dike û meşweretê esas digre.

Çaxa ku mirov li dawî û destpêkê Ayetan mêze dike; Beşeriyetê hewaleya wîjdan û îstişareya aqil dike. Di pir ayetan de dibêje; “Hûn mêze nakin?”, (88/17), “Mêze bikin” (3/137), “Ew qet naponijin?” (4/82), “ Hûn hîna naponij in?”(6/80), “ Rind biponijin” (34/46), “Hûn ferq nakin?” (2/9), “Ew ên ku aqlê xwe dixebitînin û diponij in” (2/164), “Ew ên ku aqil dixebitînin û fem nakin” (12/42), “Ew dizanin û fem dikin” (2/75), “Ey ! herçî yê ku xwedî aqilin li wan îbretan bigrin” (59/2) Tiştê zahîrî û teqlîdi derbas bibin, ta’biya heq û heqîqet ê bibin .” dibêje.

Dîsa di kitêba xweya muhakematê de dibêje;” Çaxa aqil û neqil te’aruz û li hev ketin lazim e ku mirov aqil esas bigre û naqil ê jî te’wîl bike. Lê belê pêwîst e ku ew aqila jî aqil ê selîm be.”

Dîsa dibêje;” Ew şana aqilê ku, her tim li ser delil û birhanan here. Çaxa bêjin, her tim aqil her tiştî nikare biwezîn e? Em jî karin bejin, ku aqil nikaribû biwezinan da, em jî di wê meselê de ne mesûl in, em jî wê çaxê wek zarokan mikellef nabin.”

Di van gotinên Qur’anê û, di van şîrove yên Ustad de, wusa xuya dike ku, dînê îslamê û Qur’ana Pîroz xîtabê aqilvanan dike. Çaxa aqil jî, ra nekir, însan li wê ne mesûle. Teklîfa Xweda ji bo her aqilvanî ye. Zordarî tune ye. Çaxa qebul bike ji bo xwe ye. Çaxa qebul neke jî, dîsa ji bo xwe ye. Û mes’ûliye ta her kesî di hustîyê wîdaye.

Adem OGAN

Derbar Adem Murteza

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply