Di gundekî de zilamek dewlemend xwedî maşîne hebû. Her roj rêwiyên gund dibir bajêr û dianîn gund. Wext û salan da pey hev û êdî hînê leyîstokên çayxaneyan bibû. Çayxaneya ku li xeracê valahiya nava rojan de cara ewil li ser çayê, dûre li ser biskivît û gufreta û heta fisteqa dilîstin. Heta nanê nîvro jî dilîst lê êdî li wê jî kurmê wî ne dişikest. Li ser pera jî lîst êdî. Li ser pera pêve, pêda çû. Êdî wiha çêbibû ku sefera rêwî tanî li ser wê jî dileyîst û heta vegarandinê jî. Qumarbazek jîr jê derketibû.
Êdî ew navdarek bû li wê heremê. Di xewa xwe de jî dileyîst; “ Ka wî kevirî bavêjê oxlim an ma dora te ye! An te hîle kir. Bi Qur’an tu vira dikî, erê erê oxlim dora te ye.”
Hevjina wî ew şiyar dikir û digot: “Ma roj ne bese îcar tu xewnê de jî dileyîzî! Ji bo xwedê bes e, te xwe bir helakê. Ma te dîtiye ku kes li ser qumarê bi ser ketiye. Qûmar karê şeytan e tu nesîbê van zarokan dibî têxî gewriya xelkê de, ji bo Xwedê êdî bes e yaw bes e. Te mala xwe xira kir, a me jî li ser danî. Ma min çi guneh kiribû yarebî! Te ev anî serê min, tobe tobe estexfurulah. Ji bo Xwedê dev ji van fehla fîtê xwe berde, me û xwe li ser ne berde. Meyzêne te dev ji mêjê/nimêjê jî berdaye, tam tu bûyî leşkerê şeytan bi xwe. Şerma xwe ez ji bav û birayê te re nabêjim. Pê bihese ku te dev ji mêjê jî berdaye jixwe wê te recim bikin. Jixwe ew mêjê ku hevsarê me pê girê bidin de qene em rêya şaş de neçin.”
Zilamê wê got : “De rakeve min aciz neke.”
Pîştî wê rojê şûn de çiqas diçû pere winda dikir. Piştî mehan û salan êdî maşîna xwe jî li ser qumarê da. Deyîndar bû, ket mitala, edî genim datanî û hiltanî dîsa piştî salan xwe li ser hev de dan.
Wext hat sê rimoq genim ji erdê wî dihat diçû, difirot û heqê rimoqekî dîsa pê dileyst lê dema dihat li malê ji malxweya xwe re digot: “Elewcî gotiye paşê ezê heqê wê bidim te lê ve min hêqê yên din aniye ma naxwe ji xwe zilamek hacî ye.”
Xwedê giravî piştî salan sê rimoq dibirin heqê yekî tanî digot ê paşê ewê elewcî perê min teqez bide min. Sala din her sê birin perê yêkî jî nedianî û digot ji min re gotiye, ez ê paşê perê her sisêyan li ser hev bidim te, lê ew perê ku girtîn tev xwaribûn. Piştî wextekî hevjina wî êdî li wî ketibû şikê, kurê xwe ê nexirî şand cem wî elewciyê ku carna qalê dikir. Lawê wî çû li ba dayîka wî saloqê navnîşana wî dayî yê çû li ber sekinî û got: “Ez lawê Sabrî me. Dayîka min ez şandime ka wî perê heqê genimê me, ma ev çend sal çêbû. Dayîka min şerm kiriye ku were nexwe gotiye ma şerm nake ku em çi halî de ne bes e. Îcar ez şandime xalo.”
Yê elewcî jî dibêje: “Na xwarzî ez mirovekî Hacî me, ez heqê kesekî jî naxwim. Min perê bavê te pêşin xistiye destê wî, lê wî ew ji we veşartiye û çûye disa wek her car daye xumarê. li qusûrê nemeyzêne lawê min, min nedixwest ez bêjim lê bavê te yekî ji rê derketiye, qumarbazê û belkî tu pê biêşî jî lê ev rastiyeke ez qurbana xwariziyê xwe bim.”
Ew çiqas perê genim distîne te dît berê xwe da aliyê Sînemaya Mehtabê ye ve an jî diçe li ba Gok Taqsî yê li wan qehweyên du qet meyze bike, ew ên perde kirî, ew ên hundir nayê xwuya nake. Bavê te diçe wan deran.
Lawik berê xwe da wan qewhayan, yêk bi yêk geriya û dît ku wa ye çar kes li ser masayekî ne. Bavê wî jî şewqa xwe fitilandiye û cixara wî li ser lêhva wî de tewiyayî ye. Qurtek çay vedixwe, hilmekî li cixara quna wê ya sor dide. Di ber de jî “kerem bikin hevalno vexwin.” Jixwe çawa be ji kîsê zarokên xwe yên ku li malê hesreta tama tiştêkî xwarinê ne. Wek zivistanê ye ku her derî dûman girtiye, wê havînê.
“A ku Xwedê daye min ne daye we oxlim, hadê kevirê xwe bavê jê rûto”
Yê keleka wî bişkokê kurtekê xwe hata navikê vekiriyê, ji pirça sing û rûyê wî doşekek û lihêfek bê qûsûr derdiket.
Dema dayika lawik û cînarên xwe dema dicivîn û resûl wir de diço wê demê jinê taxê li bin laçika xwe de sivik dikenîn û digotin, ji vî malnemîratê he barek hirî û mû jê dertê, zivistana serma lê naçê havînan jî wek zozana ye .
Lê bavê lawik û gundiyan di nav hev de paş navêk lê kiribûn digotin: “Pirço” lê hinekan jî jê re digotin “hirço”
Navê wî Miho bû dema bavê wî digot : Zû bike Xwedê nehîştî Miho yê genî yê, lê yê din Zilamekî qeşenk bû
Xalê xalê Miho jê re digot : “Artîst,” Çend masê li derdorê jî tijê bûn çayxanecî got xwarzê li ser wî masê rabe temenê ji vi re nagre .
Bavê lawik stûyê xwe fitiland û dît ku wa ye lawê wî ye, kevirên destê xwe berdan li ser masê û cigara xwe temirand û destê xwe li milê çakêtê xwe re kir û ji xwe li du xwe jî nemeyzand û da rê, lawê wî jî du pey.
Qet ne axivîn xwe berdan li ser wê şer ê, man hêviya maşîna hata ku hat lê suwar bûn, li ber xeraca kevin li wê enîşkê piya bûn.
Li man ku hêviya demjimêra ku maşîna gund timam bibe lê suwar bivin herin malê.
Şerma li bin çavên xwe de lawê xwe dimeyîzan çawa ku ketime vî halî ew rojên Zarokatiya lawê wî ew nava gund e winda bûyî ew û dayîka wî lez û bez her derî û her qoncikekî ne hiştîn li pey xwe. Lê vêga hevjina wî û lawê wî lê digerin û rondikên wî xwe berdan ji çavên wî, destên xwe, çavên xwe ve birin anîn û diferikand hêdî hêdî çû avreşkê rûyê xwe şûşt û hat rûnişt çayxaneciyê wirê du çay danî li ser masa piçûk Xalê Basrî cixarekî pêxist
Dengê miewin rabû got : “Sûwar bibin em rabin rêwîno!!”
Rêwî tev û suwar bûn
Şûfêr bi tenê jê re got : “Tu bixêr hatî Xalê Basrî divê tu werî vê maşînayê tu bajo yî, jixwe te ez hînê şûfêriyê kirim, ez keda te jî jî bîr nakim ez miewînê te bûm dîsa jî xulamê te me Xalê Sabrî.”
Basrî piçekî beşişî û got: “Ez dizanim tu şîr helal û ne nankor î.”
Hinekî bi ser xwe, moralê wî jî hinekî ser xwe ve hat û şabû
Yekî kal got : “Ma şûfer li ser şûferê wî re hene basrî yek tenê ye.”
Yên ku li wê maşînê suwar bibûn exlêbê wan, dixwest disa Basrî maşînê bajo lawê Basrî destê xwe lingê bavê xwe da got: “Tu bajo bavo.”
Xalê Basrî çû li ser dîreksiyonê gûhê mêftê girt û bada, ji xeracê derketin berê xwe dan gund çûn nava gund spasiyê xwe miewnê xwe yê berê kir û berê xwe dan malê.
Hehşa ku deriyê wê dep re ketin hundir meyzand ku we hevjina wî Rûken sekiniye bi dil germî xêr hatin dayê wek diştek nebûyî şîv amade kiribû.
Keçika wî ya piçûk hat xwe avêt sûtûyê bavê xwe, zarokên wî tev bi rêzê destên wî maçî kirin.
Bav serê ewil şerma û dûre wî destê wan rûyê wan maçî dikir û giriya.
Hevjîna wî got: “Na lo, tu taca serê min û zarokê min î”
Xwur xwura çavên wî êdî nedikenî ê Sabrî
Hevjina wî got : “Tu ba li ser me de nehatiye ku, tu baranê li ser me de dibarînî.”
Piştî wê rojê şûnde salekî Sabrî êdî neçû bajêr tam karkerekî baş û gundiyek serfiraz jê derketibu êdî xwe tekûz kiribu.
Piştî salekî disa ew xwer ket laşê wî
Hêcata xwîşka xwe a bajêr bêriya wê kirî , lê wî piyên xwe digand cihê ku dûmana xwe lê zêde kirî.
Li sêrê heftiyekî deh rojan yan şîn yan şahî bi hêceta wan dîsa xwe piyekî wî bajêr yek jî li gund bû.
Dema diçû xehwê qeluna xwe pê dixist diket li ser qaxiza yan li ser kevirên okêy dûman jê dibin çarna jî duman jê diçû, hêdî hêdî hinda dikir û deyîndar dibû li ser hev stûr bû. Wek berê zêdetirîn pê keys ketibû.
Dîsa weke berê hevjina wî lawê xwe dişand li pey êdî navnîşana wî teqes bibû.
Çarna maşînê, çarna jî ji pê pere tî lawê xwe dişand li pey bavê wî.
Lawik wan nava qesela de derbas dibû diçû. Pir caran kuçika bera wî didan pîlavekî qetiya yî, pey bavê xwe dihijit ji bo ku here bavê xwe bîne.
Dema xwe digahan bavê xwe datanî li malê
Lê dayika wî tu caran dilê xwe jê negirt û her tim ji zarokên xwe re digot : “Ew paşnava me ye.”
Zarokên xwe tembîh kiribûn, “ew bavê we keleha we ye û wî her tim biparêzin.”
Basrî çiqas diçû û dihat peleyek erd li ser masê dihişt û dihat êdî bibû benîştê pir kesan axaftin geriyan hatin li ber gûhê birayên Sabrî sekinîn
Birayên wî li hev civiyan, deynê tev jê bihîst in, li hev rûniştin: Taliya civînê biryar dan emê cara talî deynê te bidin lê bi şertekî danîn li ber Sabrî
Birayên Sabrî ji dil gotin ev cara taliye emê alîkariyê li te bikin . lê divê tu jî qîmetê me û xwe bizanî , birayêmezin :got we min karekî jî ji te re amede kiriye
Sabrî got : çibe li ser her du çavên min kekê.
Birayê mezin got : tu wê herî li ser wî karî tu yê sond û peyman deynî, êdî tu tuwî leyîstikan neleyzî zarokên wî hevjina wî qur, an anîn destê xwe lêxist bi sê telaqan got : destê min li Rojnameyekî jî nekeve
Ez hêdî jiyana xwe û dêw bavê xwe naleyîzîm şaşîtî jî lingê min naçin soz.
Lê birayên wî lê qeneh bun, çûn deynê wî dan deynê wî êdî neman
Birayê wî we me ji te re jî karekî dîtiye tu baş jê fam dikî
Sabrî got : çî ye kekê a rastî çi be jî ji xwe êzê bikim
Wan jî got :şûfêretiya wan gundên alê midyadê ve ye tu wê rêwiyan bînî û bivî
Tu yê rojê tu sê caran bikî û tê du heftiya rojekî werî mala xwe jî ha kekê dure tu nebêjî na na. yazîxanê wirê rakevî timam kekê
Du tira rojê ket li ser rê û çû li ser oxira xwe
Li piştî şeş meha û salekî şûnde rojekî rûyê wî werimî çentê wî jî destê wî de ye hate malê hevjina dibêje ev çi buyê ji te
Sabrî dibêje na na tiştekî min qet tuneye ew ji ber ku simsar derî nişka ve vekir li rûyê min ket
Ma tiştek hebuya minê bigota wî wehew vî tiştên piçûk mezin nekê lê
Ji xwe carekî din jî ez naçim, ez mirim li ser wan rê yan
Ka zarokên min û canê min . hevjina wî got : tev li nava gund in ê qasekî din werin na werin , danê êvarê tev kişiyan malê yêk û yêk zarokên xwe ramusandin
Piştî şîvê birayên wî bê hesiyan we hatiye malê û tev hatin lê civiyan û rûniştin gotin xêrê keko ev çi halê te ye
Sabrî got :na kekê tu wî tiştekî min tuneye lê hêdî bi izna we be hêdî ez naçim li ser wî karî pir zehmet e.
Lê hûn çi karên din bidin min ez li ber we sekinî me .
Birayên wî gotin baş e ka tu betlanekî bide xwe xwedê mezin e . tu qet mereq nekê kefa xwe meyze bikê rabun çûn li ber malê ve lê şik ket dilê birayê mezin bu sibe berê xwe da li ba xeraca kevin li ba cî yê ku birayê wî bi dest kar kiriyî piştî silavekî germ yaw xêr bu du Sabrî hatiye malê lê heşko tiştekî ji me veşêre te digot qey heye hal û mesela wî çî ye gelo .
Ê xwediyê yazîxanê got, ma birayê te ji te re ne gotiye : ma ji bo çi ji kar derketiye , ne ew ji mirinê felitiye .
Birayê Sabrî dibêje heftca Xwedê be ez bizanim, jixwe ez hatime ku ka bingeha wê hîn bivim .
Ê xwediyê yazîxanê dibêje hal û mesela me û wî wusa berdewam dike
Li serê ewil baş karê xwe dikir diçû dihat hata şeş mehan jî jixwe tu jî dizanî yazîxanê de radiket
Pişte okey takimiyekî ji Batmanê distîne, dibe yazîxanê Midyadê pêşî ew û simsar dûre jî şûferê wir tevan re dileyîze wan hînê qumarê dike hata ku te dît li carna ev gundê rê de jî ji wan jî rêwî suwar dikirin xwe li piraniya jî dabû qebûlkirin ku we wî karî dike lê bi dizî
êdî her kesên wê heremê êdî êvaran yazîxanê ya me, a Midyadê bibû ciyê xumarê
Lê kesî ji min re nedigotin ji ber ku dizanîn ku qîma min tiştên boş û beredayî re nayê.
Ewên ku tên wê dere piraniyê wan jî çeqel û çiqolin yanî beredayî ne, ma te dîtiye yêkî ji xwe fedî bike qomarê bileyîze na wisa çêdibe ku ewên tên wir piraniyan ê ku tiştên heyî tev diçe û ji xwe ê kar jî dike ji ber ku bê xêr û berekete ew jî tu xêrê ne ji xwe ne jî ji pera tîne keko!
Welhasil ew hevjinên wan tên çend caran Sabrî bi xwe re dibêjin: “Te male me xira kir tu ji qismetê zarokên me çi dixwazî?” lê ew jî dibêje: “Xwîşka min tu kes zorê li ne aniye, li vir zorê neda ye leyîzandinê, jixwe ew tên min dileyîzînin bi Xwedê jixwe te mala me xira kiriye”.
Jixwe tu birayê xwe baş dinasî ma kî dikariyê piştî wextekî din êdî ew malbatên wan kesên qumarbaz diçin giliyê wî li ba muxtarê wê qadê dore jî diçin li ba mezinê xeracê dikin û dimeyzênin, tiştekî li ser tiştekî dernaxin hêdî ew gel tavêjê li ser yazîxanê wî digrin ji wî eyarî dertêxin, têxin eyarekî din yazîxanê camê wê tînin xwar.
Rev reva Xwedê, wî ji nava destê wan ew şûfêrêdin wî xilas dikin wî tinin mala wî
A rastî jixwe tu nebihatayayî ezê li te bigeriyam min ê bigota ka were hal û meselê birayê te wusa ye.
Destê hev girtin birayê Sabrî got “Heqê camê û mesrefa te çi be, kerem bike ez amade me”
Xwediyê yazîxanê got : “Em dostê hev in şerm e tu li ser çavên min de hatî û herî jî qurbana bira yê xwe me, oxira Sabrî jî vekirî be, silav û rêz.”
Dema birayê sabrî yazîxanê derket cigarekî pêxist got: “Law ka ez çi bikim?
Tişta herî baş ezê wî bişînim Hecê
Lê ka ew şansê min, her der qoruna nozdeh e .
Çetin Lodî