Qonaxê re hilkişîya bêjna zirav şevqa wî, da Lowît Axa

Çi Mîr û çi Axa yên Kurdan li ber dijminên bav û qalan bertek dane. Navê gelekê wan jî di nav demê de winda buye çûye.Hew yên ku navê wan wek efsaneyekî di nav gelde belav bûne mana.  Lê gelek nav jî   bûne ax.  
Ne navê wan ne jî têkoşînekî ku li ber dijminên xwe dane  mane. Ew navên ku li ber dem winda bûne hew li dewerê ku jiyanê hatine bi lêv kirin.Mezinên gundiyan  yan  jî mezinên wê dewerê, behsa mîr û axa yan dikin. Helbet ew jî yan ji hinekan bihîstine  yan jî bi çavên xwe ditîne. Ji axayên Kurdan yek jî bi navê Lowît axa bûye. Behsa axayê veşartî ; dîsa mezinên wî gundî dikin.

Bi navê Perîxan xan; dema behsa Lowît axayê dike.Ew bixwe jî ji dapîr û bapîrên xwe bihistîye. Emrê Perîxan xan jî  70 ye. Ji bo wê buye destanekê zaroktiyê.  

Bi esqêkî nawnetewî behsa Lowît axayê dike. Çavê wê dije hêsir dibe û dest bi qehremaniya Lowît axa û malbata wî dike. Lowît axa li aliyê dewera Amedê jiyaye. Gunde bi navê qalxana (Yolköprü) ya ku girêdayê navçeya Erxanî ya Amedê ye jiyaye. 
Bi gotina Perîxan xan, Lowît axa him ji aliyê aborî ve him jî ji aliyê mirovatîyê ve gelek dewlemend bûye.  

Taybetiya Lowît axayê  li dewera qalxanayê hebuye. Lewra  Lowît axa di dema dewleta Osmaniyê de li ber Osmaniyan  radibe.  

Dest bi serhildanê dike. Bi wan re dikeve şer ê , naxwaze di bin qontrola Osmaniyan de bijî. 

Dixwaze xwezayiya qewma xwe biparêze.  Ji ber wîya jî bi  lêşkerên Osmaniyan demek şer dike lê axayên wî deverê aliyê wî nakin. Lê ew bi tena serê xwe li ber wan dide.  Lêşkerên Osmaniyan demek dirêj diavêjin ser   wî , demekî têkoşîn dikin , duvre devjê berdidin û durî   gundê wî dibin.  

Osmaniyan  ji xwe  dewerê aliyê lowit  axa  girêdayê  tar kirine.  Lê Lowît axa vêya qebûl nekiriye,û ji ber wîya jî tim di şer de buye. Ji bo ku xwe biparêzê ji xwe  re lêşkeran amade kiriye.Wan ji aliyê perwerdehiya şerê fêr kiriye.  

Li gor gotinan 60 siwariyên lêşkerê Lowît axa hebûye.Bi şêst lêşkerê xwe  li ber Osmanîyan li ber xwe daye.Lêşkerên wî hemû jîr û jêhatî bûne. Qet gulêyên xwe vala nediavetin. Ji ber wîya jî ji bo lêşkerên wî gotine çavgur in. Lowît axa li cem xwe gelek mirovan  xwedi kiriye. Ji ber ku gelek dewlemend bûye. Dijminê wî jî pirbune.Carna bi hinek eşiran jî şer kiriye.Li ber neheqiyê wan tim derketiye. Hinek dengbêjan jî xwedî kiriye.Lewra piştgirî daye çand û klamên  Kurdî. Ew bixwe jî carna straye û  helbestan nivîsandiye.  Hinek gotinên ku li ser wî hatine gotin li ser zimanê gundîyane .Gotinekî hêsan wek mînakek;  Qonaxê re hilkişîya bêjna zirav şevqa wî da Lowît axa û hwd. 

 Li ser  buyerên  wî demê strane. Dengêbêjên wî yên taybet jî hebune.Carna şevbêrkan çê kiriye û gundiyan li diwana xwe kom kiriye û ziyafet daye û dengbêjên wî ji bo wan gotiye.Lowît axa zewicandî bûye,li gor gotina Perîxan Xan; dora 4 jinên wî hebûye. Lê din av bera hevjinên xwe de cudatî nekiriye.Tim li aliyê mazluman  bûye.Ji ber ku zarokê wî çê nebune  4 jin aniye. Ji jina dawiyê sê kurê wî bune. Bi navê Haqî,Mehmet û Kejo sê kurê wî bune.Rojek ji rojan Lowît axa tê qesra xwe ku dibîne jina bermaliyawan û hevjinek wî pevdiçinin. Li wan guhdar dike û biryar dide ku bermaliyawan mafdar e,jina xwe ji balkona qesra xwe diavêje û wê dikuje.Ji ber vê tevgeriya wî navê wî dadînin axaya aliyê mazluman.

Ev navê wî nav gund bi vê rengî tê bilêv kirin.Lowît axa mirovekî bejin zirav û bi heybet buye .Dema siwarê hespê buye, hespê wî her carê rabuye ser herdû lingan.Ev gotin jî li ser zimanên gundiyan e.Lowît axa piştî demekî nexweş dikeve û diçe ser dilovaniya xwe. Qesra Lowît axa hîn jî li gundê qalxana yê ser pîya ye. Kurê Lowît axayê  ku bi navê Haqî axa jî di ser rêya bavê xwe de dimeşe. Ew bi xwe jî hinek gotinan dinivsîne:

Tu bi şekir bî te tam nakim
Tu bi gul bî te bêhn nakim
Tu bi xanima Şêngul bî tem ar nakim û hwd.

Sevda Kaplan

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîk

Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye …

Leave a Reply