În , Kewçêr 19 2018
Malper / Wêje / Çîrok / Qîzika Sêwî Û Hûta Heftserî

Qîzika Sêwî Û Hûta Heftserî

Hebû tunebû, qîzikekî sêwî hebû, bi zarokên gundiyan re ji xwe re diçû ber berx, karik û golikan. Rojekê li ber berx, karik û golikan yekê ji zarokan tir kir û ketin nîqaşa tirê.

Her yekê bi qaydeyekî sond xwar, yekî bi serê birayê xwe, yekî bi serê golika xwe yê çar sond xwar, gotin me tir nekiriye.

Baş e kê kir?

Gotin; hebe tunebe qîzika sêwî kiriye.

Qîzika sêwî kûr kûr giriya û hate malê.

Ji dayîka xwe re got dayê; çima birayên min tune ne?

Dayîka wê got çima dipirsî qîza min?

Qîzikê got; Îro li ber golikan yekî tir kir û kirin stûyê min.

Her yekî bi serê birayê xwe û golikên xwe sond xwarin û yê min ne bira û ne golik hebû ez sond bixwîm.

Dayîka wê got; Qîza min, heft birayên te hene li pişta heft çiyan e.

Qîzikê got; Ez ê çawa bikaribim birayên xwe bibînim?

Dayîkê got: Ez ê ji te re kerekî guşguçê çêbikim, te siwar bikim û here birayên xwe bibîne.

Heta tu çûyî gel birayên xwe ji kerê re guçguç bêje, nexwe tu bêjî şoş wê kera te xira bibe tu dê nikaribî xwe bigînî wan.

Dayîka wê jê re kera guçguçê çêkir û wê verê kir.

Qîzik qederekî rê çû û rastî kevirekî mezin hat, mêze kir moriyekî sor li bin kevirê dît û ji kera xwe re got şooooşşş!

Ker xira bû!

Vegeriya hate malê, ji dayîka xwe re got hal û mesele wisa.

Dayîka wê rabû dîsa jê re kera guçguçê çêkir û wê bi rê kir.

Li qîzikê temîn kir got heta tu neçî gel birayên xwe ji kerê re nebêje şoş!

Qîzik çû, çû, çû gihaşte pişta heft çiyayan. Mêze kir erê, qesrekî wek ya qral û padîşayan li serê çiya heye.

Çû qesrê mêze kir ku tu kes tê de tuneye.

 

Derî vekir kete hundirê qesrê mêze kir bi dehan goştê kew û keroşkan di binê mikebê de hene..

Rabû goştê kew û keroşkan pijand û peht û ji birayên xwe re amade kir û xwe kire kuwarê veşart.

Qederekî qediya, bû êvar, mêze kir birayên wê ji nêçîrê hatin.

Birayên qizikê nêçîrvan in û her roj diçin nêçîra kew û keroşkan.

Birayê wê mêze dikin mal paqij e, li hev danandî ye û şîva wan çêkirî ye heyirî dimînin!

Heft roj û heft şev bi vî qaydeyî didome lê qîzikê nabînin û nizanin bê ka kî vê hazirî û paqijiyê ji wan re dike.

Birayê wê biryar digirin ku rojê yek li malê nobedarî bike.

Roja ewil birayê wê yê mezin ji bo meseleyê fêm bike naçe nêçîrê.

Ji şeş rojan carekê birayek nobedarî dike lê ji ber xewa wan tê kes qîzika paqijiya malê dike nabîne.

Roja heftan, birayê piçûk li mal dimîne. Pêçiya xwe ya qilîncê diqelêşîne û xwê dike birîna xwe ku xewa wî neyê.

Birayê piçûk jî wekî yê din di xewê de diçe, qîzik radibe malê dide hev û dike xwe bavêje kuwarê, bira ji xewê radibe û qîzikê dibîne.

Bira dibêje; Tu kî yî, çi kes î, çima vê xizmetê ji me re dikî û xwe berşê didî?

Qîzik dibêje: Weleh birako ez xuşka we me.

Hal û meseleya xwe û zarokên gundiyan dibêje ji birayê xwe re û bi hesreta salan rûdinin .

Piştre birayên din jî, ji nêçîrê tên û xwişka xwe dibînin.

Roja din, hinek mewij didin xwuşka xwe û lê temîn dikin ku rojê mewijekî bide pisîkê ku neçe mîza xwe li agirê malê neke netefîne û bêagir nemînin.

Qîzik, rojekê xwe ji bîr dike û mewijê nade pisîkê, pisîk diçe bi ser agir de mîz dike û agir ditefîne.

Qîzik, xwe diqeherîne, xemgîn dibe, dibêje birayên min wê werin ji min re gotinan bêjin, ez ê çi bersiva wan bidim. radibe bi ser qonaxê dikeve û mêze dike ji dûr ve dûmanekî radibe, bi qasî roniya çireyekî dûr xuya dike, dibêje heta birayên min werin ez ê biçim ji wir agir bînim.

Xwe li dûyê agir digire û diçe.

Diçe, mêze dike malekî ye û dûman ji malê radibe.

Li ber şibakê dinêre ku hûtekî heft serî ye di hundir de û heft qîzê wê hene, her yekî ji aliyekî de ketine ser serên wê û sipiyan ji serê wê dertînin û dikujin.

Piştre ku hûta heftserî radize, qîzik xwe bi wan nîşan dide.

Qîzên hûtê, ji qîzikê re dibêjin tu kî yî çi kes î?

Qîzik, meseleya xwe û rewşê ji wan re dibêje ku ji bo agir hatiye.

Qîzên hûtê jê re dibêjin tu çi qîzikekî rind û bedew î, vêga diya me razayî ye ku ji xewê rabe te bibîne wê te weke loqmeyekî bide ber diranên xwe û bixwe.

Qîzên hûtê, tevî agir, qalibekî sabûn, hebekî şe û kundekî herî didine qîzikê û jê re dibêjin here.

Dibêjin ku diya me li dû te hat, her carê yekî li dû xwe bavêje. Sabûn dê bibe cebl, herî bibe çamûr û şe dibe dirik û istrî.

Hûta heftserî ji xewê radibe, çavsor dibe û dibêje bêhna merivan tê. Hût dike ufe uff û kufe kuffa wê, radibe bi dû qîzikê dikeve.

Diçe, diçe, diçe, û nêzîkî li qîzikê dike, her cara nêzîkî lê dike, qîzik tiştekî davêje pêşiya wê.

Hasilî kelam xwe digîne malê.

Derî li ser xwe digire û dikeve hundir.

Hûta heftserî, ji qîzikê re dibêje di terka derî de pêçiyekî xwe derxîne bi soz ez ê bi tenê li pêçiya te bimijim û ez ê te nexwim.

Her roj bi vî qaydeyî, hûta heftserî tê li pêçiya wê dimije û diçe.

Roj bi roj qîzik dihele û diqede êdî li ser piyê xwe nasekine.

Birayên wê ferq dikin ku xwişka wan her diçe zehîv dibe û jê dipirsin, ka çi bi serê wê de hatiye?

 

….

 

Qîzik ditirsê ku ji birayên xwe re rewşê bêje. Birayên wê zorê didinê û bêçare meseleya xwe ji wan re dibêje.

Birayên wê radibin diçin hûta heftserî dikujin û her heft qîzên wê ji xwe re tînin.

Yek ji qîzên huta heftserî, ya mezin ji qîzikê qicix digire.

Rojekê qîzik kar dike û aciz dibe ji bûka mezin re dibêje hinek av bide min?

Bûk zelûyekî biçûk dixîne mesîna avê û dide qîzikê.

Qîzik avê vedixwe û zelû di qirika wê de dikeve zikê wê û dibe mar.

Dem û demsal derbas dibin, her ku diçe zikê qîzikê mezin dibe.

Birayên wê mereq dikin dipirsin ev çi rewş e?

Bûka mezin dibêje; weleh xwişka we ducanî ye lewra zikê wê werimiye.

 

Eman yeman çawa ducanî ye?

Radibin li hev dicivin, bûka mezin ji mêrê xwe re dibêje, wê bibe pişta çiyayekî bikuje û were.

Birayê wê radibe, xwişka xwe dibe pişta çiyayekî ku wê bikuje lê destê wî naçe xwişka wî ku wê bikuje.

Dibêje xwişka min; de ka serê xwe bide ser çoka min û hinek razê!

Qîzik, serê xwe dide ser çoka kekê xwe û radizê. Kekê wê bi dizîka çoka xwe ji bin serê wê radike, wê dihêle û vedigere malê.

Tê ji bira û bûkan re dibêje min wê kuşt!

Piştî qîzik, bi xwe dihese, mêze dike bira filan tune, cihekî xir û xalî ye, ne his û ne cins!

Qîzik, nifiran dike û dibêje; Birako, birako tu biçî di nîvê rê de sincekî di linga te biçe, “ner der bo, ne zer bo, heta destê min pê nebo”

Bira tê û di rê de sinc di linga wî de diçe û bi kulekanî tê malê.

Çendî bi halê xwe û birîna sincê dimîne.

Qîzik, tî û birçî dibe, mêze dike li jêrê çiya erdekî heye weke dêrxeydê, dinêre ku cotyarekî li wir cot dike.

Xwe lê digire û diçe.

Diçe binê dirikekî mêze dike marekî di binê dirikê de ye weke jidya, marê zikê wê jî ji tîna dike wehre wehr ku derkeve der.

Marê binê dirikê dike qurequr û yê zikê wê dike qurequr weke ji hev re alan bidin.

Qîzik çawa quriçê ser avê dibe mar ji zikê wê derdikeve derve.

Cotyar qîzikê dibîne û tê dipirse; ka tu kî yî, çi kes î?

Qîzik, ji cotyar re jî rewşa qewimiyê ji serî heta binî dibêje.

Cotyar jê re dibêje, piştî wisa ye, were bibe bermaliya min?

Qîzik daxwaza wî qebûl dike û hevdû mar dikin.

Zêde hindik, dem û demsal derbas dibin, rojekê qîzik li ber tenûrê ye û nan dipêje.

Mêze dike, jinikekî bi serê kerê girtiye û siwarekî kulek lê kiriye û wî digerîne.

Qîzik, bang li jinikê dike, dibêje; hûn kî ne çi kes in, li çi digerin, werin ez hinek nanê germ bidime we!

Qîzik, wan nas dike.

Jinik û mêrê xwe tên, jinik dibêje; ev bû heft sal mêrê min sinc di lingê wî de çûye û ne der dibe, ne zer dibe, derd û dermanê wî qediya li dinyayê.

Qîzik, dibêje de ka werin siya darê rûnin, nanekî germ bidim we bixwin ez jî derziya xwe di birîna mêrê te de bidim.

Jinik bi tinaz û henek dibêje; e he! nema cîh me wî gerandin xweş nebû wê bi derziya te xweş bibe!

Qizik, radibe derziya xwe tê de dike di nab nîm û xwînê de sincê ji lingê wî dertîne.

Mêrik dibêje; xwişka min Xweda ji te razî be, ev bû heft sal bi vê birîna bê derman re têdikoşiyam çare tune bû, te min sipî sax kir.

Qîzik dibêje; ew xwişka te ya ku te bir li serê çiya berda ez im.

Meseleya xwe û bûkê ji birayê xwe re dibêje û radibin, çaqekî jinikê bi hespekî tî ve, hebekî bi hespekî birçî ve girê didin û hespan berdidin deşta Dêrxeydê.

Her hespekî bi aliyekî ve diçe û jinikê ji hev dikin davêjin û têne malê ber birayên xwe.

Paşgotin..

“Xebroşka me li diyaran, rehme li dê û bavê hazir û gohdaran.”

Herêma Licê

Mordem Zel-Amîda Kurd

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Xweşikiya Pezkûvîyê

Pezkûvî tî bûbû, rabû çû ser gola avê, da avê vexwe. Dêma stûyê xwe dirêj …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir