Qîza Axayî – Yasemîn AŞUROĞLU

Carek ji caran rehme li dê û bavê guhdaran. Hebû tunebû, axayek û qîzek wî hebûye. Qîza axa Alîperde bûye qet derneketiye derve. Qîzeke xwenda bûye û xoceyek wê hebûye. Rojek axa ji xoce ra dibêje: “Ez û jina xwe û em ê herin hecê qîza min teslimê te ye, tu yê her roj, rojê carek dîsa bê mal dersa qîza min bidî”. Xoce dibê: ” Temam”. Axa diçe hecê. Xoce çend roj nîvrokî tê dersa qîza axa dide. Rojek serê sibê zû tê li derî dixe. Qîza axa dibê:

“Ew kî ye?” Xoce dibê:

“Ez im, ez xoce me hatime dersê bidim derî veke.” Qîza axa dibê:

“Hê wext zû ye xalê xoce dersa me nîvrokî.” Xoce dibê:

“Herê raste lê karekî min nîvrokî heye dibê ez ena dersê bi di me te.” Xoce dersa qîza axa dide û diçe.

Dimîne roja din dîsa şeveqek tarî tê li derî dixe. Qiza axa dibê:

“Ew kî ye?” Xoce dibê:

” Ez im, ez xoce me hatime ji bo dersê.” Qîzik dibê:

“Ez derî venakim hêna zû ye.” Xoce tu sebebek nabîne vedigere mal. Rojek din dîsa tê li derî dixe. Qîza axa dibê:”Ew kî ye?” Xoce dibê:

“Ez im, ez xoce me.”

Qîza axa fêm dike çavê xoce li xirabiyê ye. Qîza axa dibê:

“Ez derî venakim.”. Xoce dibê:

“Tu derî venekî ez ê derî bişkînim.”

Qîza axa çare nabîne derî vedike û hema qabqabika li ber derî ye digre di nav çavê xoce de lê dixe û serê xoce dişkîne. Xoce diçe mal. Roj derbas dibin wexta hecî bên tê. Xoce dibê ez ê çawa bikim. Ê axa bê mal ge pêbihese, dibê ez çareyek bibînim. Xoceyek hevalê xwe û digre û diçin bajêr pêşiya hecîyan. Axa dibê:

“Xoce qîza min çawa ye?” Xoce dibê:

“Axayê min, qîza te, lê çi qîz ka ez çawa bêjim beradayin derket her roj de yekî dibir malê.” Axa dibê:

“Çawa qîza min awa bike, raste ev?” Xoce dibê:

” Axayê min, ti bawer nakî ha vî xoceyê hanê zî şadeyîyê bira bike.” Xoceyê din dibê:

” Herê welleh rast e. ” Axa dibê: “Herin zû wê ji mala min bikin derve bira çavê min pê nekeve.”

Diçin qîza axa dibin çolek dihêlin û tên mal. Qîza axa pir tî dibe li derûdora xwe mêzedike bîrek avê dibîne. Diçe ku avê vexwe nigê wê dişiqite û şimika wê ya zêrin dikeve binê bîrê. Di wê gavê da deng tê, qîzik xwe vedişêre dike pişt kevirek. Mêzedike wayê hênek siwar tên ser bîrê. Ji bergîrê xwe peya dibin ku wan av bidin. Ew siwaran jî paşa û xulamên wî ne, hatine seydê. Bergîrê xwe dibin ser avê lê mêzedikin bergîrê wan diçin ser avê û paşde tên avê venaxwin. Paşa dibê helbet ji tiştek ditirsin lewma avê naxwin. Paşa mêzedike ge way tiştek di bin bîrê da dibiriqe, şivek ra dikê û derdixe lê mêzedike ge şimikekê zêr e. Xwe bi xwe dibê “hebe xwediyê vê şimikê li van dera ye.” Ji xulamên xwe re dibê: “Ka mêzebikin kes li van dera heye ya na?”. Dibînin ge wayê di pişt kevir da qîzek heye. Paşa jê dipirse dibê:”Tu ki yî çi kesî?” Deng ji qîzikê dernakeve.

Paşa qîzikê dibe û diçe mal wext di ser re derbas dibe. Paşa qîza axa li xwe mar dike. Sal derbas dibin du heb lawê wan jî çê dibin. Lê qîza axa hêna jî xeber nedaye. Paşa diçe cem meleyekî, dibê: “Hal û meselekî awaye. Bû çend sale ge em zewucîne lê hêna jî jina min qet xeber nedaye, ez nizanim ka ge kere lal e çi ye.” Mele, dibê: “Here du heb hêka bistîne, yeka sor, a dinê jî bira şîn be. Bibe mal bide destê zarokên xwe, ê lawên te li ser bi hev nekin yekî bêje a sor, ji ma yê din bêje ji ma. Ti jî xwe bike pişt derî guhderî bike ge jina te lal nebe ê mecbûr xeber bide.” Paşa di heb hêka dibe û diçe mal, dide destê lawê xwe û diçe xwe dike pişt derî gohderî dike. Zarok li ser hêka bi hev nakin li hev dixin ew dibê a sor ji ma, ê dinê jî dibê ji ma. Diya wan tê dibê:

“Hûn çi dikin, hûn jî hevalê wî bavê xwe yê dîn in, ge bi aqil bana wayê bû çend sale min haniye nabêje ka ev kî ye, çi ye, qîza mirtiba ye, qîza geroka ye, qîza axaya ye çi ye çima xeber nade? nabêje. Ge ji we her du yan ra hêkên ji hev bianiyana we yê çima li ser li hev bixistana.” Wê çaxê paşa ji pişt derî derdikeve, ji jina xwe re, dibê:

” Ewqas wext e te çima xeber nadî tu kî yî bêje?” Qiza axa qala meseleya xwe ji paşa re dike. Paşa, dibê: “Baş e haydê em herin cem bavê te.” Xeberê dişeynin ji axa ra dibên paşayê filan ciyê ê bê mala te. Axa dikeve hazirîyê. Paşa, jina xwe û zarokên xwe û meleyê xwejî digrin û diçin. Di rê de rastê şivanek tên berxek jê distînin şarjê dikin û qîza axa hûriyê berxikê paqij dike û dike serê xwe û dibe mîna lawikekî keçel. Paşa, keçelik, mele û zarokên xwe diçin mala axa.

Civata axa hazir e. Wan her du xoceyan jî li wê derê ne. Paşa û ew derbasê hundir dibin lê keçelik li ber derî rûdine. Axa dibê:

“Paşa ev kî ye?” Paşa dibê :

“Ew keçeleke xulamê min e.” Axa dibê:

“Keçelik ka were nav civatê tu çima li wê di nav derî da sekinî yî?” Keçelik dibê:

” Na li vir xweş e.” Civat xweş dibe her yek qala meseleyek dikin. Keçelik dibê: “Ge hûn guhdarî bikin meseleyek min jî heye.” Xoce ji wê derê, dibêje: ” De wê da here, tu keçelikê pîs, tu yê li ku meseleyan zanibî.” Axa dibê ka bisekinin bira ew jî meseleya xwe bêje. Keçelik dibê: “Meseloka min ev e li gundekî axayek û qîza wî hebûye, axa diçe hecê û temîna qîza xwe li xoceyê wê kiriye.” Ge awa dibêje xoce fêm dike ku meseleyê yê ku ve biçe. Xoce ji axa ra dibê:” Hindê ez ê rabim wext jî dereng bûye.” Axa jî şikê dibê û dibêje: “Na heta keçelik meseleya wxe neqedîne yek bi cî kî da naçe.”

Keçelik dewam dike dibê:”Çend roj nîvrokî xoce tê dersa qîza axa dide. Rojek şeveqek tarî ye tê li derî dixe. Qîza axa dibê, ew kî ye? Xoce dibê ez im, ez xoce me hatime ji bo dersê, qîza axa derî venake. Dibê zû ye xalê xoce. Xoce dibê karê min nîvrokî heye ez ê ena dersa te bidim. Rojên din dîsa şeveqekê tè li derî dixe qîza axa derî venake. Xoce zor dike dibê tu derî venekî ez ê bişkînim. Qîza axa hindi bê çare dimîne û derî vedike û qabqabika xwe li serê xoce dixe û serê xoce dişkîne.”

Keçelik awa dibêje û hûrê serê xwe derdixe û dibê:

“Ew qîza axa ez im û ew xoce zî ewî hanê ye.”

Axa qîza xwe nasdike û zû her dû xoceyan diavêje zindanê û axa û qîza xwe bi hev şa dibin…

 

Berhevkar: Yasemîn AŞUROĞLU-ÇANDNAME

 

Têbinî: Navê vê çirokê tunebû, vî navî ji aliyê berhevkar ve li hatiye kirin.

Çavkanî: Fatma AŞUROĞLU

Temen: 62

Perwerdehî:Nexwende

Herêm:Dêrûn/Karaz/AMED

Dem:17.12.2016

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply