Qiseta Musilmanbûna Ebûzer (Xuda Jê Razî Be)

Ji Îbnî Ebbas (Xuda jê razî be) hatiye ku Ebûzer (Xuda jê razî be) gotiye:

Ez zilamek ji qebîleya Xifarê bûm; vêca çi gava gihîşte me ku yek li Mekkê derketiye dibêje ku ez pêxember im, min gote birayê xwe: Rabe here bal vî zilamî  pê re xeber bide û gotina wî ji min re bîne; vêca ew rabû çû, wî dît û hat:

-Li cem te çi xeber e? Got:

-Bi Xudê, min zilamek dît ku emrê bi başiyê û nehya ji nebaşiyê dikir. Min gotê:

– Xebera te derdê min derman nekir;

Vêca min rakir tûrikî û kunekî, û min berê xwe da Mekkê; min wî nas nedikir û min nexwest ku ez ji kesî jî pirsa wî bikim; min ava zemzemê vedixwar û li mizgeftê dimam, vêca Elî di min re borî û got:

-Weke ku tu zilamekî xerîb î?  Min got:

-Belê. Got:

-Rabe, em herin malê!.

Ez rabûm pê re çûm, ew tiştek ji min napirse û ez jî tiştekî jê re nabêjim; çi gava sibe bû, ez serê sibê çûm mizgeftê ji bo ez pirsa wî bikim, kes nebû ku salixê wî ji min re bide; vêca dîsa Elî di min re borî, got:

-Ma ev zilam hê jî mala xwe nas nake? Min got:

-Na. Got:

-Bi min re were,

Em ketin rê, gote min:

– Çi karê te li vir heye? Û çi te aniye vî bajarî? Min gotê:

-Eger tu veşêrî ezê ji te re bêjim. Got:

-Ezê veşêrim. Min gotê:

-Gihîşte me ku li vêderê zilamek derketiye dibêje ez Pêxember im, vêca min birayê xwe şand ku pê re xeber bide zivirî tu salix jê hilnanî, vêca ez hatim ku wî bibînim. Elî got:

-Tu li merivê xwe rast hatî, va ez diçim balê tu jî bide dû min, ez ketim kuder tu jî bikeve wê derê, vêca eger ez yekî bibînim ku di heqê te de fikaran bikim, ezê xwe bidim ber dîwarekî her wekî ku ez pêlava xwe bi keys dikim, tu jî li min nesekine derbas bive”;

Vêca ew çû û min da dû heya ku ket derekê ez jî pê re ketim cem Hz. Pêxember (Silava Xudê lê be) min gotê:

-Ka ji min re qala Îslamê bike? Vêca wî ji min re vegot, ez di cîh de musilman bûm, ji min re got:

-Ebûzer! Tu vî karî veşêre û li warê xwe bizivire, çi gava em xurt bûn û derketin rastê, tu jî were. Min got:

-Bi zatê ku te bi heqiyê şandiye, ezê herim viya di nava wan de bi dengê êlî bêjim.

Vêca ez hatim mizgeftê û Qureyş jî tev li wêderê bûn, min got:

-Gelî koma Qureyşiyan! Ez şahidî didim ku ji Xuda pêve tu Xuda nînin û ez şahidî didim ku Muhemmed ebdê wî û resûlê Wî ye. Gotin:

Rabin vî xerifiyî ! ;

Vêca ew rabûn û li min dan hin mabû min bikujin vêca Ebbas gihîşte min û xwe avête ser min û paşê berê xwe da wan, got:

-Xwelî li serê we be! Ma hûn zilamekî ji qebîleya Xifarê dikujin tevî ku tîcareta we û rê ya çûn û hatina we li ser wan e! ;

Vêca rabûn û dev ji min berdan; vêca bû dotira rojê ez dîsan çûm min eynê gotinê xwe yê do dubare kir, gotin:

-Rabin vî xerifiyî û hatin tiştê do anîbûn serê min dîsa bi min kirin, dîsa Ebbas gihîşte  min û xwe avête ser min û wekî gotina xwe ya do got.

Çavkanî: Tecrîda Teshîhkirî

 

Derbar ziman

Check Also

Şîroveya Helbesta Ehmedê Xanî

“Ez naçim hezreta çu mîran    Ez nabim bendeyê esîran” Ehmedê Xanî Li vî dinyaye …

Leave a Reply