Ez çûm mala Xalê Mele Remezan
Min go mala Xalê Mele Remezan
Ka mera mala Xalê Mele Remezan?
-sê caran tê dubarekirinê-
* * *
Guvîj û vîjik di kevçî de
Min guvîj xwar vîjik ma kevçî de”
– sê caran tê dubarekirinê-
* * *
Çîrokê vîrvîrokê
Rûnê rokê
Berda cokê
Co miçiqî
Rûn biriqî
Golika salê
Li garanê
Şengo mengo
Mi çiqas xweş go
* * *
Heft zîp û heft rîp
* * *
Heft ser re û heft ber re
Û heft jî ji xwe û me re
Hê nû here milek giya bîne
Ji ker û golikê xwe re
Ayhan MERETOWAR (Hunera axaftina Xweş)