Li Bazîda navçeya Agiriyê berfa ku barî xemla sipî avête ser Qesra Îshaq Paşa ya dîrokî û li der û dorê qesrê dîmenên xweşik derketin holê.
Ji sersalê vir da berfa ku carcaran li navçeyê dibare der û dorê Qesra Îshaq Paşa ya ji mînakên herî girîng ên mîmariya Osmaniyan bi xemla sipî xemiland.
Li der û dora qesra ku bilindahiya ciyê wê hezar û 900 mêtre ye, li ser girekî hatiye çêkirin û dişibe hêlîna teyrê eylo bi taybetiya xwe ya dîrokî û dîmenên xwe va her demsalê balê dikişîne berf barî. Qesr bi xemla sipî xemilî û carekê dîsa bal kişande ser xwe.
Li herêma ku qesr lê ye qalindahiya berfê gihîşte 20 samtêmî. Li heman herêmê Mizgefta Beyazid, Kelha Urartuyan, muzeya bajêr û tirbeya Ehmedê Xanî yê mitasawif jî hene.
Herêma ku wek “gêduga şaristaniyan” tê binavkirin bi taybetî di mehên zivistanê da bala wênekêşan dikişîne.
Trt Nûçe