Qertafên Tewandina Lêkeran

Qertafên tewandina lêkeran wek li jêrin tên nimandin, meriv dikare bi du beşan bibeşîne. Bi gorî tewandina lêkeran him li peş rayên ( kokên ) lêkeran him jî li paş wan tên. Ji wan re jî « peşqertaf » û  «  paşqertaf »  tên gotin.

  1. Paşqertafên ( xurdeyên ) Tewandinê

 

  1. Qertafên Zemanê Borî yê Dûr

( Min, te, wê/wî, me, we, wan )    :

Xwend-î-y-e   Cût-î-y-e   Firot-î-y-e

( Ez, tu, ew, em, hûn, ew )            :

Mir-im-e, mir-î-y-î, mir-î-y-e, mir-in-e, mir-in-e, mir-in-e

Hat-im-e, hat-î-y-î, hat-î-y-e, hat-in-e, hat-in-e, hat-in-e

Ket-im-e, ket-î-y-î, ket-î-y-e, ket-in-e, ket-in-e, ket-in-e

 

  1. Qertafên Zemanê Borî yê Nêz

( Min, te, wê/wî, me, we, wan )    :

Xwend, Cût, Firot

( Ez, tu, ew, em, hûn, ew )       :

Mir-im-, mir, mir, mir-in, mir-in, mir-in

Hat-im, hat, hat, hat-in, hat-in, hat-in

Ket-im, ket, ket, ket-in, ket-in, ket-in

 

  1. Qertafên zemanê niha :

( ez, tu, ew, em, hûn, ew )      :

di-xwîn-im, di-xwîn-î, di-xwîn-e, di-xwîn-in, di-xwîn-in, di-xwîn-in

( ez, tu, ew, em, hûn, ew)       :

di-mir-im, di-mir, di-mir-e, di-mir-in, di-mir-in, di-mir-in

 

  1. Qertafên zemanê wêbê :

( ez, tu, ew, em, hûn, ew )        :

-ê bi-xwîn-im, -ê bi-xwîn, -ê bi-xwîn-e, -ê bi-xwîn-in, -ê bi-xwîn-in, -ê bi-xwîn-in

( ez, tu, ew, em, hûn, ew )        :

-ê bi-mir-im-, -ê bi-mir, -ê bi-mir-e, -ê bi-mir-in, -ê bi-mir-in, -ê bi-mir-in

 

  1. Qertafên raweya xwestinê û raweya fermanî :

( ez, tu, ew, em, hûn, ew )    :

bi-xwîn-im, bi-xwîn,  bi-xwîn-e,  bi-xwîn-in, bi-xwîn-in,  bi-xwîn-in

( ez, tu, ew, em, hûn, ew )    :

bi-mir-im,  bi-mir-î,  bi-mir-e,  bi-mir-in, bi-mir-in, bi-mir-in

( tu, hûn )                               :

bi-xwîn-e, bi-xwîn-in

( tu, hûn)                                :

bi-mir-e,  bi-mir-in

 

  1. Qertafên Zeman û Raweyên Hevedudanî :

 

Çîroka Zemanê Niha            :         

Ez di-ket-im, tu di-ket-î, ew di-ket, em di-ket-in

Çîroka Zemanê Wêbe           :         

Ezê bi-ket-a-m-a, tuyê bi-ket-a-y-î, ewê bi-ket-a, emê bi-ket-a-n-a

Çîroka Raweya Xwestinê     :         

Ez bi-ket-a-m-a, tu bi-ket-a-y-î, ew bi-ket-a, em bi-ket-a-n-a…

Bihîstîya Zemanê Niha         :         

Ez di-ket-im-e, tu di-ket-i-y-î, ew di-ket-i-y-e, em di-ket-in-e

Çîroka Zemanê Borî             :         

Ez ket-i-bû-m, tu ket-i-bû-y-î, ew ket-i-bû-y-e, em ket-i-bû-n-e…

Çîroka Raweya Mercî          :         

Ez ket-i-ba-m-a, tu ket-i-ba-y-î, ew ket-i-ba-y-a, em ket-i-ba-n-a…

Bihîstîya Zemanê Borî          :         

Ez ket-i-bû-m-e, tu ket-i-bû-y-î, ew ket-i-bû-y-e,  em ket-i-bû-n-e…

Bihîstîya Zemanê Wêbê       :          

Ezê ket-i-bû-m-a, tuyê ket-i-bû-y-a-y-î, ewê ket-i-bû-y-a, emê ket-i-bû-n-a…

Bihîstîya Raweya Mercî       :         

Ez ket-i-bû-m-a, tu ket-i-bû-y-a-y-î, ew ket-i-bû-y-a, em ket-i-bû-n-a…

Mercîya Zemanê Borî          :         

Ez ket-i-bi-m, tu ket-i-b-î, ew ket-i-b-e, em ket-i-bi-n…

Mercîya Zemanê Wêbê        :

Ezê ket-i-bi-m, tuyê ket-i-b-î, ewê ket-i-b-e, emê ket-i-bi-n…

 

  1. Pêşqertafên ( xurdeyên ) Tewandinê

 

  • Pêşqertafên Tewandinê yên Erênîyê

 

  1. Qertafên zemanê niha

( ez, tu, ew, em, hûn, ew )    :

di-xwîn-im, di-xwîn-î, di-xwîn-e, di-xwîn-in, di-xwîn-in, di-xwîn-im

( ez, tu, ew, em, hûn, ew)     :

di-mir-im, di-mir-î, di-mir-e, di-mir-in, di-mir-in, di-mir-in

 

  1. Qertafên zemanê wêbê

( ez, tu, ew, em, hûn, ew )        :

ê bi-xwîn-im, –ê bi-xwîn-î, –ê bi-xwîn-e, –ê bi-xwîn-in, -ê bi-xwîn-in, –ê bi-xwîn-in

( ez, tu, ew, em, hûn, ew )        :

ê bi-mir-im, -ê bi-mir-î, -ê bi-mir-e, -ê bi-mir-in, -ê bi-mir-in, –ê bi-mir-in

 

  1. Qertafên raweya xwestinê

( ez, tu, ew, em, hûn, ew )    :

bi-xwîn-im, bi-xwîn-î,  bi-xwîn-e,  bi-xwîn-in, bi-xwîn-in,  bi-xwîn-in

( ez, tu, ew, em, hûn, ew )    :

bi-mir-im,  bi-mir-î,  bi-mir-e,  bi-mir-in, bi-mir-in, bi-mir-in

 

  1. Qertafên raweya fermanî

( tu, hûn )                               :

bi-xwîn-e, bi-xwîn-in

( tu, hûn)                                :

bi-mir-e,  bi-mir-in

 

  1. Qertafên Zeman û Raweyên Hevedudanî

Çîroka Zemanê Niha            : 

Ez di-ket-im, tu di-ket-î, ew di-ket, em di-ket-in…

Çîroka Zemanê Wêbe           : 

Ezê bi-ket-a-m-a, tuyê bi-keta-y-î, ewê bi-keta, emê bi-ket-a-n-a…

Çîroka Raweya Xwestinê     : 

Ez bi-keta-m-a, tu bi-keta-y-î, ew bi-keta, em bi-ket-a-n-a…

Bihîstîya Zemanê Niha         : 

Ez di-ket-im-e, tu di-keti-y-î, ew di-keti-y-e, em di-ketin-e

 

  • Di kişandina zemanê niha, zemanê wêbê, raweyên xwestinê û fermanî û di zeman û raweyên hevedudanî yên hatine nimandin him pêşqertaf him jî paşqertaf tên bikaranîn. Hinek qertafên kişandinên rawe û zemanan wek hevin. Lê belê ji ber ku baş werin nîşandan û şîrovekirin qertafên hemû rawe û zemanan li jorîn hatine nimandin.

 

  • Pêşqertafên ( xurdeyên ) Tewandinê yên Neyinîyê

 

  1. Neyînîya dema niha ( na-neyînîya di-)

                           

Ez îro na-xebitim.

Hûn na-çin qereqolê!

 

  1. Neyînîya dema wêbê, demên borî û  tewandinên hevedudanî  ( ne-neyînîya bi-)

           

Ez ê ne-xebitim.

Ma hûn ê ne-çin qereqolê!

Ez ne-xebitîm.

Hûn  ne-çûn qereqolê!

Ez  ne-xebitîbûm.

Hûn  ne-çûbûn qereqolê!

Ez  ne-xebitîyama.

Hûn  ne-çûbûyana qereqolê!

 

  1. Neyînîya raweya fermanî ( ne- û me-neyînîya bi-) 

 

Ne-xwîne,  ne-xwînin

Ne-mire,  ne-mirin

Ne-re, ne-xwe, ne-çe, ne-xe

Me-xwîne,  me-xwînin

Me-mire,  me-mirin

Me-çe, me-çe Gulê me-çe.

Me-ke Mekke mala Xwedêye

Ger ez şehîd bim dayê tu me-g ( i ) rî

 

  • Pêşqertafa « me- » di gotinê de tê bikaranînê. Lê di nivîsê de rastîya wî  « ne- »

 

  1. Neyînîya Awarte ( ni- neyînîya di- ) : Ev neyînîya hanê bi tenê ji bo lêkerên « zanîn û karîn » tê bikaranîn.

Ez ni-zan-im her-im wê derê.

Kuro tu kişya-yî , ni-kar-î pê.

Nasır Kemaloğlu

Derbar ziman

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply