Bergê Pirtûka Kumsal Aşkı Kirletir
Bergê Pirtûka Kumsal Aşkı Kirletir

Qeraxê Deryayê Evînê Qirêj Dike

Nivîskarê kokkurd Cuneyt Alphan ji Amedê – Diyarbekirê – ye. Wî çend pirtûkên lêkolînî û du roman nivîsîne. Ew di radyo û televizyonan de xebitiye û wî rojnamevanî kiriye. Niha li Zankoyê mamostetiya zimanê îngilîzî dike.

Digel ku ew ji gundekî Farqînê ye jî, diyar e bi kurdî nikare binivîse û lewre jî berhemên xwe bi tirkî diafirîne. Bi min divê ew fêrê nivîsîna kurdî bibe û berhemên bi kurdî jî biafirîne, pirtûkên kurdî binivîse û biweşîne. Nivîskarê kurd Sabrî Akbel jî berê bi dehan pirtûkên tirkî nivîsîbûn, lê niha pirtûkên kurdî dinivîse. Divê Cuneyt Alphanê Farqînî jî hewl bide, bixebite û bi kurdî berheman biafirîne.

Romaneke wî qalinde û yek zirav e. Min herdu romanên wî jî xwendin û li ser wan gotar nivîsîn. Ez dê di pirtûka xwe ya li ser romanên romannivîserên kurd ku bi tirkî roman nivîsîne, gotarên li ser romannivîserên kokkurd û herweha gotara li ser herdu romanên nivîskar Cuneyt Alphan biweşînim.

Romana wî ya bi navê ”Kumsal Aşki Kîrletir – Sêlxan Evînê Qilêr Dike” di nav weşanên ”Ares Kîtap”ê de,  di sala 2009ê de derketiye. Pirtûk 176 rûpelî ye. Di vê romanê de trajediya kurdekî koçber, pirsûpirsgirêkên malbatî, ferqiyeta çandên cuda, evîna qedexekirî, pîsîtiyên sazûmana kapîtalîst ya hov û gelek bûyerên balkêş hene. Li bajarê Antalyayê li qeraxa deryayê evîn çawa tê qirêj kirin, di siya şerî de serpêhatiyên çawa pêk tên, dejerasyonên civakî çawa derdikevin holê, jiyana însan çawa tê guhertin û hwd, gelek tişt di naveroka romanê de cih digrin û bi dîmenên balkêş raberê xwendevanan dibin. Di hemû berhemên nivîskarê kokkurd Cuneyt Alphanî de lêgerîna azadiyê û têkoşîna ji bo fikir û ramanên azad û pêkanîna aşîtiyê ango ji bo cîhaneke azad û aram e.

Destpêka romana wî ya bi navê ”Kumsal Aşki Kîrletir – Sêlxan Evînê Qilêr Dike” bi ravekirina dîmeneke bextewariyê ya malbateke kurd ku ji amedê ne û hêj nû koçê bajarê Antalyayê kirine dest pê dike. Serlehengê romanê Kemal di jiyana xwe ya çûyî de gelek zahmetî dîtiye, êş û keder kişandine. Ew dixwaze rojên bi êş yên paşerojê ji bîr bike û di pêşerojê de şad û bextiyar bibe.

Lê, li bajarên dewleta dagirker kurdbûn, kurdayetî, kurdîaxaftin hêsan nîne û serê mirovî dixe teşxelê. Dema jina Kemalê Amedî li nexweşxaneyê diwelide, ji bo ku li wir xesûya wî bi kurdî diaxife, di navbera Kemal û kesên nîjadperest û karmendên nexweşxaneyê de mineqeşe û pevçûn çêdibe.

Kemal li Antalyayê bêkar e. Ew li wir li kar digere ku bixebite û pê debara malbata xwe bike. Ew herroj ji malê derdikeve diçe li kar digere û êvarê bêkû karekî bibîne vedigere malê. Koçberî, zahmetî û neçarî, pêdiviya jiyanê û ji bo debara malê gelek kurdên koçber dibine krîmînal, zarokên wan ji neçariyê dizî dikin. Kemal di vê zanînê de ye û ew bêkar, feqîr û belengaz e lê xwe digire û nakeve nav karên qirêj û dizî nake, nabe krîmînal. Lêbelê ew yên ku ji neçariyê dibine krîmînal jî sucdar nake.

Kemalê Amedî li bajarê Antalyayê bêdost û bê heval, tenêtî dikşîne. Li Amedê gelek nas û dostên wî hebûn û li vir li Antalyayê nas û dostên wî tunin. Ew weke kevoka birîndar, weke çûka ku ji refê xwe veqete, weke bilbila di qefesê de ye, axîna welêt dikşîne û dinale. Kemal li Antalyayê kar nabîne, diçe Ankarê. Li wir jî êş û eziyet û perîşaniyê dikşîne. Malbata wî li Antalya û ew li Ankarayê. Pirs û pirsgirêkên malbatî dest pê dikin. Pirsgirêkên malbatî malikê li mirovî dişewitîne, mirovî neçar dike. Felaketên malbatî mirovî mehf dike.

Jina Kemalî ku navê wê Zîlan e, ji Kemalî re dibêje ku ew dixwaze veqete. Kemal ji ber vê daxwaza ji hevûduveqetandinê dimîne şaş û ecêb. Ew şoke dibe, êşê dikşîne. Dema ew ji Ankarayê tê Antalyayê ku çi bibîne… Jinê eşyayên malê firotine û kurê xwe (ji xwe kurekî wan heye) girtiye û çûye mala bavê xwe. Mala bavê Zîlanê jî li Antalyayê ye. Jina Kemalî, Zîlan, êdî naxwaze ku wî bibîne. Kemal diçe bi xezûrê xwe re pev diçe, şer dike, lêdixe.

Hêlîna Kemalî xirab bûye, malik lê şewitiye. Ew bê mal û bê malbat li holê maye. Gelo çima jina wî ew berda? Sedemên jihevûduveqetandinê çi ne? Çima Zîlanê li hemberê mêrê xwe helwesteke weha hişk wergirtiye? Bersivên van pirsan balkêş in û ji bo mirov bizanibe ka sedem çi ne, divê mirov romana nivîskarê kurd Cuneyt Alphanî bi tevahî bixwîne.

Xwedê mirovî nexe ber xezeba jinan. Jin di hêla evîn û tolhildanê de ecê bin, kesek nikare bi wan re here serî. Hz. Muhamed gotiye : ”Allah mahfizna min serî nisa.” Yanî Xwedê me ji xezeba jinan mihefeze bike, biparêze.

Nivîskar C. Alphanî di romanê de forma ”Ez” bi kar aniye. Yanî vebêjê romanê bi forma ”Ez” serpêhatî û bûyeran rave dike. Lê, divê şaş neyê fam kirin, ev ”Ez” nivîskar bi xwe nîn e. Lehengê romanê Kemalê Amedî ye. Min jî di hinek çîrok û romanên xwe de forma ”Ez” bi kar anîbû, ji hinekan xiyal e ku ew ”Ez”ê romanê ez bi xwe me, ango nivîskar bi xwe ye.

Roman tam romaneke realîst e. Rastiya civakê radixe ber çavan. Nezanî û cahiliya cure cure kesên tirk rave dike. Guherandina însanan, çawa ku însan ji adet û tradisyonên xwe, ji çanda xwe dûr dikevin û herweha bajarên metropolên tirkan çawa însanan bedbîn dikin, bi şêweyeke rasteqînî tê ravekirin. Bûyerên ku di jiyana rojane de diqewimin, têkiliyên sosyal civakî, pirs û pirsgirêkên curbecur weke dîmenên zindî di nav rûpelên romanê de ji xwendevanan re tên pêşkêş kirin.

Piştî ku Kemal û jina wî Zîlan hevûdu berdidin, ji hev vediqetin, Kemal dikeve rewşeke nebaş. Derûniya wî xirab dibe. Di nav deprasyonê de perîşan dibe. Ew kar nabîne ku bixebite. Perên wî yên ku hene jî diqedin û ew li xerîbiyê êşê dikşîne, tî û birçî dimîne û di parkan de radize. Di şevên sar û serma de razana parkan û tî û birçîbûn wisa hêsan nîne, gelek zor û zahmet e. Ew bi xwarina simîtê zikê xwe têr dike. Lê, gelek caran simîtê jî nabîne, bi dest nakeve ku bixwe. Ew tê radeya ku ev cîhan li ber çavên wî reş dibe û dixwaze xwe bikuje.

Dema yek dikeve halê xirab, aboriya wî nebaş dibe, li dora wî dost namînin. Ji xwe dostê herî baş, dostê rasteqîn di roja xirab de diyar dibe. Kemalê Amedî di rewşeke xirab de li parkan radize û tu dostekî wî pê re nabe alîkar. Li parkê keçeka romanî (çîngene) pê re dibe alîkar. Keçik, deh lîrayê ku ji mêzekirina falê qezenç kiriye dide wî.

Di parkan de gelek kesên navsal û ciwan yên bêçare, bêhêvî, feqîr û belengaz radizin. Hemû jî kurd in û ji Kurdistanê ji ber şerê qirêj yê li hemberê gelê kurd, ji ber zilm û zordariya dewleta dagirker, ji ber êrişa leşker û tîmên taybetî yên hov (barbar), ji ber xirabkirin û wêrankirina gundan, şewitandina darîstanan û kuştinên dewleta kûr yên bi navê qesasên nediyar reviyane û hatine bajarên metropolên dewleta tirk yên li rojavayê Anadoliyê.

Kemal ji ber birçîbûnê û neçariyê dixwaze xwe bikuje. Ew bi zikê birçî diçe ku biçe diyarê zinareke xwe biavêje xwarê, lê di rê de ji ber birçîbûnê doxa wî diçe, bêheş dibe û ji xwe ve diçe. Dema ew çavên xwe vedike dibîne ku li nexweşxaneyê ye û serûm pêve ye.

Keçika romanî ku navê wê Nazlî ye, tê serlêdana wî û ew bi hevre ji nexweşxaneyê derdikevin. Di navbera herduyan de têkiliyên germ, hezkirin û evîneke rasteqînî pêk tê. Evîna wan xapînok nîne, rastîn e. Ew bi hevre sohbet dikin, dilên xwe ji hevûdu re vedikin. Êdî ew aşiq in, evîndarên hev in. Evîna Nazliya romanî ji bo Kemalê Amedî dibe derman. Ew wî ji mirinê xilas dike, dibe xilaskera wî. Nazlî bawerî, xweşbînî, hizûr, evîn û hezkirina ji jiyanê dide wî û ew li cem Nazliya xwe ya narîn xwe şad û bextewar hîs dike.

Kemal û Nazlî li cem hev wisa bextewar in ku, hêj nezewicîne, lê soz û peymanê didine hev ku, dema ji wan re zarok bibe, heger kurik be dê Nazlî navê wî deyne û heger keçik be dê Kemal navê wê deyne. Kemal dibêje: ”Heger ji me re keç bibe, ez dê navî Berîtan deynim.” Lêbelê sedheyfûmixabin ku ev herdu evîndar nagîşin miradê xwe. Ew bi hevre nazewicin û ji wan re keç yan kur nabe. Çima ew nazewicin? Çima nagîşin miradê xwe? Trajediya Nazliya evîndar û bextreşiya Kemalê Amedî dil û kezebê li mirovî dişewitîne. Dawiya romanê bi gotina tirkî ”aciklî” ye, bi êş e, bi derd û kul e, tradejî ye. Dil û kezeba mirovî dişewitîne.

Di romanê de di derbarê pirsa netewa kurd û ravekirina şerê qirêj ku dewlet li hemberê gelê kurd bi şêweyeke hovane dimeşîne, nirxandinên gelek baş û balkêş cih digrin. Kemalê Amedî li ser pirsa kurd û ferqiyeta bajarên kurdan û tirkan bi polîsekî re, bi nivîskarekî re û bi gelek kesan re minaqeşe dike û rastî û heqiya doza netewa kurd rave dike. Vebêj bi devê Kemalê Amedî ferqa bajarên kurd û tirkan bi vê hevoka manedar tîne zimên: ”Rûniştvanên Antalyayê ji şerê ku li rojhilatê dibe haydar nînin. Li wir dengê guleyan û li vir dengê muzîka dîskoyan tê. Li wir hewar û feryada dayikan tê, li vir dengê hîrehîra dansê derdikeve ezman.”

Min ji naveroka vê romanê ev tiştî derxist. Mirov hertim ketî nîn e û herdem wenda nake. Xwedê deriyekî digre û deriyeke din ji mirovî re vedike. Jiyana mirovî ya kambax carna bi şêweyeke mucîzewî tê guhertin. Herweha di naveroka romanê de, şîroveyên di derbarê sedemên gelemperî yên ji hevûdu cihê bûnê, ji hevûdu veqetandina jin û mêran, pirs û pirsgirêkên malbatî û civakî baş hatine kirin. Fikir û ramanên li ser mijara hevûduberdana jin û mêran zanistiya mirovî berfereh dike. Di vî warî de, mirov gelek tiştan ji vê romanê fêr dibe. Ji xwe girîngiya romanan, pirtûkan yek jê jî ev e ku; dema mirov bixwîne divê mirov tiştekî jê fêr bibe. Ev roman hêjayê xwendinê ye û divê xwendevan bi baldarî vê romanê bixwînin.

Çavkani: kulturname.com/?p=4156

Derbar Lokman Polat

Check Also

Çend Lêkolînên Ser Zanistê

Bi zimanê Kurdî pirtûkekê kurt û bisûd em didine pêşberî we. Hevalê ezîz kanin daxînin …

Leave a Reply