Qencî û Xirabî Bêberamber Namîne

 

يَوْمَئِذٍ يَصْدُرُ النَّاسُ أَشْتَاتًا لِيُرَوْا أَعْمَالَهُمْ (6) فَمَنْ يَعْمَلْ مِثْقَالَ ذَرَّةٍ خَيْرًا يَرَهُ (7) وَمَنْ يَعْمَلْ مِثْقَالَ ذَرَّةٍ شَرًّا يَرَهُ (8) الزلزال

Bawermendên birûmet!

Qencî û xirabiyên tên kirin, bêberamber namînin. Em bawer dikin ku ev dinya cihê Îmtihanê ye. Piştî mêhvandariyeke hindik her roj bi hezaran kes tên şandin bi bal dinya din ve, em ê jî rojekê bên şandin. Baweriya bi roja qiyametê ji temelê îmanê yê esasî ye. Bêguman wê rojê wê her kes berpirsiyarê kirinên xwe be lewre ku kê çi bikira jê re bima wê bê edaletî bûya. Xuda Teala di sûreyê Necm Ayeta 31emîn de wiha ferman dike: ” Her çi tişta di erd û asîmanan de heyî yên Xuda Teala ne. Da ku ew, yên neqencî kirin, bi kirinên wan ceza bike û yên ku qencî jî kirin, bi ya herî qenc wan xelat bike.” Xuda Teala roja qiyametê ji bo mukafata qenciyê û cezadana neqenciyê diyar kiriye. Di Sûreyê Enbiya  Ayeta 47emîn de wiha ferman kiriye: “Em ê roja qiyametê şehînên edaletê deynin. Êdî li tu kesî bi tu awayî dê neheqî neyê kirin. Çendî ew bi qasî giraniya libeke xerdelê be jî em ê wî bînin, ji aliyê hesapdîtinê ve em bes in.” Ji bo wan kirinên ku însanan li ser rûyê dinyayê kirin dê bedena wan li ser wan şehdeyiyê bide. Ev di Sûreyê Nûr Ayeta 24emîn de hatiye diyarkirin: ” Ji bo kiryarên wan ew roj dê ziman,dest û piyên wan şehdebûnê li ser wan bidin.”

Misilmanên birûmet!

Xudayê mezin, di Qurana pîroz, di Ayetên cûrbicûr de wiha dibêje: “Wê rojê, însan da ku kirinên wan ji wan re bê nîşandan wê bir bi bir ji qebran derkevin. Kî, bi qasî giraniya zereyekî ji qenciyê kiribe dê wê bibîne. Kî jî bi qasî giraniya zereyekî neqencî kiribe dê wê bibîne.

Vêca gava qêrîna (qiyametê ku mirovan ji guhan dike)hat, roja ku mirov ji birayê xwe, ji dayik û bavê xwe, Ji hevjîn û zarokên xwe direve.Wê rojê  ji her yekî ji wan re halekî wî heye ku wî meşxûl bike.Wê rojê hin rû hene ku geş in. Devliken in û kêfxweş in. Wê rojê, hin rû jî hene ku toz li ser wan heye.

Me, deftera emelê her kesî bi stûyê wî ve daleqandiye. Roja qiyametê, em ê jê re deftereke vekirî ji bo wî derînin.(Ji her kesî re wiha tê gotin:) Deftera emelê xwe bixwîne! Îro ji hesabdîtinê ve nefsa te besî te ye.

Ez bi hedîseke pêxember xutbeya xwe diqedînim: ” Roja qiyametê, kurê adem, heta ji van her pênc pirsan newe pirskirin ji cihê xwe cuda nabe: 1- umrê xwe di çi de xerc kiriye, 2-Ciwaniya xwe di çi de kevin kiriye, 3- Malê xwe ji ku bi dest xistiye 4- di ku de serf kiriye 5- Ji ilmê xwe ka çi qas pê emel kiriye. 

Mele Cewadê Girdarî-Çandname

 

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply