Qehwe û Bandora Qehweyê Li Ser Tenduristiyê

Demeke dûr û dirêj vexwarina qehweyê, qet nebe her roj 3 an jî 4 qehwe, ji xerabiyê bêhtir bandoreke baş li canê mirov dike. Rîska bi nexweşiyên dil, şekirmiza-2 û çend cureyên nexweşiya kula heftpençeyê kêm dibe.

Lêkolînerên cihêreng pirr caran xebatên xwe li ser bandora qehweyê ya li ser tenduristiya mirov, pêk anîne. Zanyarên xebata nû berê xwe dane xebatên berê ku hejmara xebatên berê kêmzêde 200 heb bûne, û li ser daneyên berhevkirî hûr bûne. Zanyar bi xebata xwe peyitandine ku rîska kesên her roj 3 an jî 4 qehwe vexwarine, bi nexweşiya şekirmiza-2, nexweşiyên kezeba reş, nexweşiyên dil, alzheimer û çend cureyên kula heftpençeyê nexweş ketin li beramberê kesên qet an jî hindik qehwe vexwarine, pirr kêm bûye. Dįsa lêkolîner vedîtina xalekî pirr girîng jî pêk anîne, jinên ducanî çiqas hindik qehweyê vebxwin ewqas baş e.

Lêkolîner Robin Pooleê ji zanîngeha Southamptonê wiha dibêje; “Eger em qehweyê her roj bi heman şêweyê, bi gotineke din bi berdewamî 3 an jî 4 qehweyê vebixwin, bandoreke baş li tenduristiya me dike. Lê dîsa tiştekî din jî heye, bandora qehweyê li ser kesên her roj ji 4 qehweyê zêdetir qehwe vedixwarin, ne ewqas baş e.” Lêkolîna xebatkarên ji zanîngeha Southamptonê di British medical journalê de weşiyaye.

Hin lêkolînerên din jî li ser vê xebata nû dîtinên xwe raber dikin. Dema em qehweyê vedixwin, di heman demê de em li ber qehweyê xwe bi tiştekî şîrin, bi şîraniyê jî dixwin û şîranî jî bêrûn û bêşekir nabe. Bandora qehweya bêşîranî ji qehweya bişîranî zêdetir e, û diyar dikin ku bila tu kes ji ber encama lêkolîna nû, destpê vexwarina qehweyê an jî zêdekirina hejmara qehweyê nekin.

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply