Feydeyên qehweyê çi ne?
*Vexwarina qehweyê, nexweşiya qelban a koroner, qasî 10 salan dereng dixîne, li dijî kêmasiya qelbî, mirovan diparêze.
*Li gor lêkolînên ku hatine kirin, di navbera vexwarina qehweyê û xerabiya rîtmê de pêwendiyek nehatiye dîtin. Û dîsa tê îdîakirin ku rojê sê çar fîncan qehwe, rîska xitimîna damaran kêm dike.
*Qehwe him ji bo damarên laşê mirov, him jî ji bo damarên mejiyê mirov, bandoreke erênî dike.
* Rojê sê fîncan qehwe, rîska înmeyê (sekte) ji sedî 20-25 kêm dike.
*Bi awayekî rêkûpêk vexwarina qehweyê, metebolîzmaya şekir baş dike, rîska diyabeta tip2 kêm dike û însanên pir qelew jî, qels dike.
*Qehwe, tevî bandorên mental ên demdemî, ji bo fonqsiyonên fêmkirinê jî feydedar e.
*Jiberkirina mirov hêzdar dike.
*Însanên ku li ba wan ji aliyê fonqsiyona fêmkirinê ve hinekî xerabî heye, û rojê çar pênc fîncan qehwe vedixwin, yextiyarbûna wan a aqlî, bi qasî 2 û 4 salan dereng dixîne.
*Qehweya bi qafeîn, li dîjî nexweşiya parkinson feydedar e. Rojê çi qas qehwe zêde be, rîska pêşdeçûna nexweşiyê jî ew qas paşde diçe.
*Li nexweşên parkinson, ji bo qontrolkirina hereketên wan, ji bo wan dibe alîkar.
*Li ba mirovên ku rojê herî kêm 4 fîncan qehwe vedixwin, rîska zêdebûna multiplskleroz (MS)ê, ji sisê yek, kêm dike.
*Vexwarina qehweyên normal û giran (3-6 fîncan) li dijî hin qansêran baş e.
*Di lêkolînekê de xuya bûye ku rojê sê fîncan qehwe, rîska pêşveçûna qansêra cîgeran, ji sedî 50 kêm dike.
*Li ba kesên ku cixare nakişînin, rojê sê fîncan qehwe , sedemên mirinê ji sedî 15 kêm dike.
Prof. Dr. Aytekin Akyuz diyar kir ku, tevî ev qas feydeyên qehweyê, li ser medîkal û psîkiyatriyê, çend heb bandorên wê yên neyînî jî hene û wiha axaftina xwe domand: “Hipertansiyon, anksiyete, xerabiya xewê, depresyon, semptomên jidûrketina qafeînê û pêşveçûna glokomê, rîsk e. Qehwe, gava qafeîn ji nişka ve jê were dûrketin, êşa serî, depresyon, bêaramî, hêrsbûn, bêxewî û qebzbûnê jî carinan bi xwe re tîne.”
Çavkanî: zamankurdi.com