Qehremanê jin “Qedem Xer Xan”

Di dîroka kurdan de yek ji qehremanê jin “Qedem Xer Xan”

Di civaka Kurdan de tiştekî nexweş ev e ku ew jî civakeke bîrewer nehatîye holê. Mixabin, di dîroka Kurdan de mirovên gelek taybet di nav deman de winda bûne. Helbet suc ne hew li ser mirovan e, carna şert û mercên jîyanê ne. Lewra gelê kurd mixabin her tim di nav zordarîyê de jîyaye. Ji ber ku di bin hikûmdariya çar dewletên bîyanî de jîyana xwe domandine. Her tim bûne qolonîya wan. Ji ber wîya jî erşîvê xwe ya dîrokî  nikarîbûne biparêzin.

Gelek erşîvên nivîskî  bi destê van dewletên bîyanî ve ji holê hatine rakirin û hatine talankirin. Ji ber vîya gelê kurd jî xwedî hêjayîya xwe derneketine. Bi rastî her kes jî dizane ku heger paşeroja mirov nebe pêşeroja mirov jî mixabin nabe. Ji dîrokê vir de, gelê kurd ji bo azadbûna xwe her dem gelek serhildan û tekoşîn li ber dewletên bîyanî dane.Di van deman de gelek egîdên kurdan derketine holê. Di gelek cîyan de navê wan hatîye zikirkirin. Lê mixabin di nav  tekoşînan de qet behsa qehremanên jinan nehatîye kirin an jî pir li ser nehatîye sekinandin. Sedema vîya çi bûye? Bi rastî hîn jî sedem çi bûye nakeve serê min. Bi rastî gelek jinên egid di van tevgerîyan de cih girtine. Wek; Hefse Xan ‘Edîlê Xan, Mahşeref Xan, Zarîfe xan, Qedem Xer Xan û hwd.

Lê mixabin di derheqê van kesan de agahîyên paqij û durist nehatine bi dest xistin. Gelek lekolînerên vê demê xwestine ku di derheqê jîyana wan de hinek tiştan binivîsînin lê tu agahî nehatine bi dest xistin. Ji van yek jî Qedem Xer Xan e. Li gor hinek lekolîneran li başûrê Kurdistanê li ser vê xanima hêja hinek xebat tê kirin. Bi rastî heger xebateke wisa hebe ez wan kesan pîroz dikim. Lewra lazim e ku mirov van zanyaran bi gelê xwe re parve bike ku bila haya milletê ji wan kesên tekoşkeran bibe. Divê mirov mafê wan bi gotinên ne bi kurtî, bi gelek pelên ku gotinan tije dike bide. Ew kî bûne û çi kirine?

Li gor agahîyên kurt hinek kes dibêjin ku Qedem Xer xan; Li Rojhilata Kurdistanê birayê wê li ber şaha Îranê tê kuştin. Piştî mirina birayê  xwe di sala 1932’an de şûna birayê xwe digre. Tekoşîna kurdan gelek girîng dibîne. Ji ber wîya jî hinek xebat dike. Li ser hinek leşkeran wekî fermendarekê dixebite û cih digre. Ji ber vîya jî gelek bi ser dikeve. Lê belê ev serkeftina wê  pir nadome. Şaha Îranê alîkarîya  Omer Şaqakê jî distîne û ji du alîyan êrîşê dibe ser Qedem Xer Xan. Qedem Xer li ber vê êrîşê gelek têkoşîn dide, lê belê êdî bi wan nikare û êsîr dikeve destê wan. Sê salan di zîndanê de dimîne, lê piştî vîya nexweş dikeve û wefat dike.

Helbet di vê derê de tişta herî girîng ev e, gelo vê jinikê ji bo milletê xwe çi kirîye. Lê belê em dibînin ku tu agahîyekê li ser jîyana wê ya taybet tune ye. Ji ber vîya divê mirov paşeroja xwe bizanibe ku li pêşîya xwe binêre.  Dîrok mêjîya civakekê ye.

Sevda Kaplan

nûçevan.com

Derbar Çand Name

Check Also

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîk

Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye …

Leave a Reply