Qefleya Diçe Heccê

Qefla misilmanên diçin Mekkê, dema digihîjin Medînê li wê derê demekê bêhna xwe vedidin û piştî çend rojan ji Mêdînê ber Mekkê ve bi rê dikevin.

Di rêwitiya xwe ya Mekkeyê de leqayî kesekî ku wan nasdike tên. Ev zilam dema rêwiyên kerwanê re dikeve sohbetê bala wî yek ku di nav kerwanê de ye dikşîne. Ev kesê xwedî rûyek nûranî, jîr û jehatî, xizmetkarê rêwiyên qeflê nas dike. Bi awayek acepmayî berê xwe dide qeflê û dipirse : “ Gelo ev kesê ku di xîzmeta we de ye û bi vî alî û wî alî diçû tê, alikariya we dike nas dikin?”

Na, em wî nas nakin. Ev zilam dema em li Medînê bûn beşdarî qefla me bû. Zilamek dîndar û salih e. Me ji wî alikarî nexwest. Lê belê ew bi xwe ji bo alîkariyê bide me gelek hewl dide. Ji me re xwarinê amade dike, dema qefle disekine hêştir û heywanê me êm dike û paqijiya wan dike. Yekî me raze ciyê wî amade dike û ji bo vê keda xwe jî tu tiştî naxwaze.

Belê, ji xwe diyare hûn wî nas nakin. We nas kiriba wiha bi bêedebî tevnedigeriyan û wek xizmetkarekî kar û barên xwe nediavêtin pişta wî.

Gelo ew kî ye?

Ew kurê Huseyn, Zeynûlabidîn(sa) e.

Dema vê yekê bihîstin demildest rabûn li ser piyan û ji bo leborînê bixwazin çûn dest û piyên Îmam(sa). Pişt re gazincê xwe anîn ziman û gotin: “Ezbenî, we çima wusa kir?”, Dibe ku li di jî we tevgereke me nexweş çebûya û ev tevgerên me Xwedê aciz kiriba. Îmam(sa): Hûn Ji ber ku min nas nedikir min bi we re rêwîtî dikir,  lewra car caran dema rêwîtiyê dikim ew kesên ku min nas dikin ji ber hûrmeta Resûlê Xwedê(sxl) nahêlin destê xwe biavêjim karekî an jî nahêlin tu xizmetekê birêvebibim. Ji ber vê yekê ez bi xwe naxwazim kesên nas re rê biçim hevalên nenas hildibijêrim û bi wan re rêwitiyê dikim, xwe jî bi wan re nadim nasandin. Lewra, bi vî awayî  dikarim “xizmeta hevalên xwe bikim û bibim bextiyar”[1]

kurdihikaye.blogspot.com.tr

 

[1] Bihar c.11 çap.Kompanî , r. 12 û 27…

Derbar ziman

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply