QEDRÊ DÊ Û BAVÊ XWE BIZANIN!..

Gelî ciwanan qedrê dê û bavê xwe bizanin! Jibîr nekin roj hebe hun jî kal û pîr dibin, hun ji dê û bavê xwe ra çawa bin zarokên we jî wê ji we ra wisa bin!
Dibên yekê bavê xwe yê kal kir sivîkî ku bive bavêje daristanê, ku li wir bimire.
Kurê wî pirsî “bavo tu kalê min kuva dibî.”
Got “lawô bavo êdî kal bûye, bavêjim daristanê bila li wir bimire.”
Lawik got “bavô dema te kalê min avêt, siviyê navêje bi xwe ra bîne, ku tu kal bibî, ezê jî te bikim vê siviyê bavêjim!

Pêşiya gotine dunya bi dor e!
Yani mirov çi bajo wî diçine, mirov çi bike ew tê serê mirov.
Zemanê berê qedrê dê û bavan zêde dihat zanin. Dema ji dê an jî, ji bavê an jî herduk bi hevdu ra pîr û kal bibûna, an nexweşketina, zarokên wan bi salan wan xwedî dikirin, qet eniya xwe jî nediqerçimandin. Lewra silayê rehim hebû, lewra hej civak ewqas ji hevdu dur neketibûn.

Ev dema xirava ku bi ser me da hat û ku bav û kur û kalik bûn heval, wê demê hurmet jî, silayê rehim jî, mezinayê û biçûkayî ji nava me rabû.

وَقَضٰى رَبُّكَ اَلَّا تَعْبُدُٓوا اِلَّٓا اِيَّاهُ وَبِالْوَالِدَيْنِ اِحْسَانًاۜ اِمَّا يَبْلُغَنَّ عِنْدَكَ الْكِبَرَ فَلَا تَقُلْ لَهُمَٓا اُفٍّ وَلَا تَنْهَرْهُمَا وَقُلْ لَهُمَا قَوْلًا كَر۪يمًا
“Xweda wiha ferman dike: Ji bilî Wî ji tu kesî ra bendetiyê nekin, ji dê û bavên xwe ra qenciyê bikin, ji wan yek an jî herduk bêne dema kalî û pîriyê nebî nebî (li hember wan dernekein û) ji wan ra of jî nebêje, wan tazîr neke (gotinên kêmasî nebêje) ji wan ra gotinên qenc (baş) bêje!” Nîsa/23

Gelî ciwanan! Qedrê dê û bavê xwe bizanin! Lewra heqê dê û bavê pirr zêde ye liser mirov.

1- Gerek mirov ji wan ra xizmetê bike!
Hesenê Basri bavê xwe dida pişta xwe dibir hecê. Digot lewra yê bûye sedemê îmana min ew e. Yê dînê min fêrî min kiriye ew e!

Yekî got Ya resûlellah diya min muşrik e, ku ez je ra xizmet bikin caîz e? Peyxember got: Ji diya xwe ra qenciyê bike, qedrê wê bizane.

2- Dibê cînarê Peyxemberan:
Hz. Mûsa pirsî Ya Rebbî cîranê min li cennetê kî ye?
Xewedê got li filan derê filan qesab e!
Mûsa çû li cem wî rûnişt.
Qesab parçekî goşt pijand, zembîlê jorda anî xwar, yeka pîr têda bû, derxist, xwarina wê day, desmêja wê girt, dîsa kir zenbîlê kişand jor. Pîrê got “lawo Xwedê te bike cîranê Mûsa Peyxember.”
Mûsa ayleyhisselam pirsî got ev pîra çi dibêje?
Got vêya diya min e, heft sal e wiha felc bûye, dema ez xizmeta wê dikim, ji min ra dua dike, dibêje Xwedê te têke ciranê Mûsa Peyxember, deka dê ye, dilê wê ji boy min tiştên baş dixwaze, ez li ku û Mûsa Peyxember li ku!
Mûsa Peyxember keniya got mizgîn li te, Mûsa ez im, Xwedê ji min ra got ku ez û tu em cîranê hevdu ne, di cennetê da.

3- Gerek mirov qencayê bi wan bike dilê wan xweş ke.
Di vî warî da gelek hedîs an gotinên wek hedîs hatine riwayet kirin.
a) Kesên qencayê bi de bavê xwe ra bike, ew tev Peyxemberan diçe cennetê. (Î.Rafiî)
b) Kesên qencayê bi de bavê xwe ra bike umrê (temenê) wî dirêj dibe û rizqê wî bi bereket dibe. (Î.Ahmed)
c) Ger hun ji dê û bavê xwe ra qenciyê bikin wê zarokên we jî, ji we ra qenciyê bikin. (Taberanî)
d) Gerek mirov li hember wan dernekeve, lewra li hember derketina wan gunehê mezin e (Buxarî)
e) Kesên li dê û bavê xwe isyan bike, ewa naçe cennetê (Nesaî)

Di vî warî da gelek bi navê hedîs û gotin hene, le naxwazim direj bikim.
Dê û bav ger isyana Xwedê nekin îtaeta wan pewîst e. Ger ne misliman bin an jî asî bin, dîsa jî di bê emriya Xwedê da mirov îtaa wan nake, li bi gotinên nerm û şêrîn bersiva wan dide, ne bi çêr û xeberdan û heqaret. Lewra çiqas xirav bin jî bi qasî fîrewn xirav nînîn. Xwedê ji Mûsa û Harûn ra (a.s.) got:
فَقُولَا لَهُۥ قَوْلًا لَّيِّنًا لَّعَلَّهُۥ يَتَذَكَّرُ أَوْ يَخْشَىٰ “ “Jê ra gotina nerm bêjin dibe ku nesîhet bigre an jî bitirse. (Taha/44)
Wê çaxê gerek em jî, bi dê û bavê xwe yên asî ra baş û nerm biaxivin, dibê ku dilê wan nerm be, dibê ku bal Xwedê va bizvirin.

Gelî ciwanan!
Mirov dikare wezîfa li hember wan wiha bi kurtasi bi çend bendan rêzke.
Gerek mirobv dile wan neşkêne
Ciyê wan dûr be gerek mirov tim wan ziyaret bike
Dema derkeve rêwitiyê, heya biçe hec û cîhadê jî, ji wan iznê bixwaze
Dema bi wan ra bi rê da biçî nede pêşiya wan, bê hurmetiyê neke:
Dema gazî te kirin heman rabe biçe bal wan, nebêje niha karê min heye ezê paşê werim!
Dema bi wan ra diaxivî dengê xwe ji dengê wan bilindtir neke!
Gotinên bê edeb li bal wan neaxive!
Bi navê wan û bi leqeban gazî wan neke, bi kubarî bavô dayê bêje.
Fesadiyê di navbera dê û bavê xwe da neke, nava wan xirav neke.
Ger ew bi te ra sert biaxivin jî, tu xayet bi nermayê bersiva wan bide.
Wan aciz neke, nebe sedemê nifirên wan!
Bi wan ra rûnên bixun vexun, lewra dilê wan xweş dibe.

Cîranek me hebû, zarokên wî heya neynûkên wî jî jêdikirin dîsa jî digot Xwedê bela we bide, we lingên min êşand. Dîsa jî zarokên wî dikeniyan, digotin bavo em careka din zêdetir diqet bikin. Min bi xwe ji wan zarokan ra pirr dua dikir, min digot Xwedê Tu ewladê wiha bixer bi her kesî.

Bi awahê maddî jî heqê wan li ser we heye.
Ger muhtac bîn jixwe, xwedîkirina wan liser we ferz e.

Rojekî ez û bavê xwe li ber derî rûniştibûn. Otobûsa gund ji Mûşê hat, birakî min jê peya bû, di herdu destan da jî torbên tijekirî hebû. Xanima wî û kurê wî heman çûn alîkariya wî.
Bavê min got: Niha vî kurê min kîlokî şekir û paketa çay jî, ji min ra anîba çiqas xweş dibû.
Min got bavo hewcetiya te pê tune çima ev gotin?
Got; hewcetiya mirov tunebe jî, dema zarokên mirov ji mirov ra îkramekî bikin dilê mirov gelek xweş dibe.

Belê gelî ciwanan dema dê û bavê we sax bin qedrê wan bigrin!
Dema mirin jî wan bişon, kefenkin, di cîhê baş da definkin. Wesiyeta wan hebe, wesiyeta wan jî pêkbînin!
Çiqas firsenda we çêbû, biçin ser gorra wan, ji wan ra dua bikin, ji Qurana pîroz ayetên dua hene wan bixûnin lewra Peyxember a.s. gotiye:
عَنْ أَبِي هُرَيْرَةَ رضي الله تعالى عنه: أَنَّ رَسُولَ اللَّهِ ﷺ قَالَ: إِذَا مَاتَ ابنُ آدم انْقَطَعَ عَنْهُ عَمَلُهُ إِلَّا مِنْ ثَلَاثٍ: صَدَقَةٍ جَارِيَةٍ، أو عِلْمٍ يُنْتَفَعُ بِهِ، أَوْ وَلَدٍ صَالِحٍ يَدْعُو لَهُ. رَوَاهُ مُسْلِمٌ.
Dema mirov mir deftera emelên mirov tê girtin sê tişt netêda.
1- Sedeqa cariye, wekî pire, rê, mizgeft, medrese, çêkiribe.
2- Ilmê ku xelk jê sûdê bigre:
3- Ewladê salih ji dê û bavê xwe ra dua bikin. Înşallah xwendina Quranê jî wekî dua fêde bide dê û bavê mirov.

Bele gelî xuşk û bira gelî ciwanên qedir bilind!
Jibîr nekin yen bûn sedemê hatina we ya dunyayê dê û bavê we bûn.
Diya we neh meha we di zikê xwe da xwedî kir. Ji boy we xwar, ji boy we vexwar, ji boy we eziyet kişand.
Piştî ku hun hatîn dunyayê dê û bavê we bi hezar cefayî we mezin kirin.
Nexwarin bi we da xwarin
Venexwarin bi we dan vexwarin
Li xwe nekirin li we kirin, bi çavên şefqetê we xwedî kirin.
îro dor ya we ye, îro ewana pîr û kal bûne li çavên we dinhêrin. Hewcetiya wan bi we heye? Hun îja bi çavên şefqetê li wan binhêrîn. Jibîr nekin hun ji dê û bavê xwe ra çawa bin, wê zarokên we jî ji we ra wisa bin.

Dixwazim suhbeta me bi du minakan biqedînim.
Yek mînakek bi rastî ye û li gunde me qewimî.
Yekê gundiyê me û bavê xwe giha diçinin, camêr tirpan dike bav jî tapola, lê bav pêra nagihîne. Camêr silekî li bavê xwe dixîne. Bav dibêje lawo mafê te ye, ger min sîlek li wî qeşmerê nexista, te jî li min nedixist. Piştî çend salan me sehkir ku kurê wî camêrî jî, li eynî ciyê sîlek li bavê xwe xistîye.

Yek jî çirok e:
Dibên yekê bavê xwe yê kal kir sivîkî ku bive bavêje daristanê, ku li wir bimire.
Kurê wî pirsî “bavo tu kalê min kuva dibî.”
Got: “lawo bavo êdî kal bûye, em nikarin xwedî bikin, ezê bavêjim daristanê bila li wir bimire.”
Lawik dibê “bavô dema te kalê min avêt, siviyê jî navêje bi xwe ra bîne, ku tu kal bibî, ezê jî te bikim wê siviyê bavêjim!”

Mirov çi bike ew tê pêşiya mirov!
Bimînin di xêr û xweşiye da!

Muhammed Nureddin Yekta
17.11.2019

(Ev nivîs ji vê mnyekta.com hatiye wergirtin)

Derbar ziman

Check Also

Bêtifaqî û nebûna yekîtî û hevgirtina kurdan di helbestan de

Li dinyayê her netewe û miletek bi çend taybetmendî û sîfetan tê naskirin. Li Rojhilata …

Leave a Reply