Qedera Jinên Vî Welatî Hatibû û Li Deriyê Wê Dixist: BAYÊ CîLO

Di van demên nêz de gelek pirtûkên Kurdî ketin bazarê,ji van yek jî pirtûka Mehmet Akdogan a bi navê Bayê Cîlo ye.Mehmet Akdogan di sala 1973yan de li gundê Pîrosa Elkî ya Şirnexê hatiye dinyayê. Di sala 1993yan de dikeve girtîgehê û heta sala 2002yan girtî dimîne. Berhema wî ya yekemîn helbestên bi zimanê Tirkî ne. Berhema duduyan dîsa helbest e û bi zimanê Kurmancî ne. Bayê Cîlo romana yekemîn a nivîskar e. Pirtûk çîrokên jinên berxwedêr kiriye mijar Gulê, Sarya û Gulîzer! Pirtûk bi sê beşan hatiye nivîsîn her beş di hundirê xwe de çîrokek dihewîne. Di nav van çîrokan de serhildan, berxwedan, neçarî, mirin û serkeftin cihên xwe girtine.

Beşa yekemîn: Ev beş li gundê Dêra destpê dike. Dayika Gulê di vî gundî de kesekê qedirbilind e. Heta ku kurê wî Xidir dibe qoricî. Pirtûk li ser gengeşeya Gulê û Xidir destpê dike. Tirs, Xiyanet û dubendî li nav gundê Dêra digerin. Tirs tiştên ku gundê Dêra bendê nebûn, xiyanet bi navê Xidir ketibû gund dubendî bûbû navê hebûn û tunebûnê.Xeynî van tiştan navek din jî hebû ew berxwedan bû berxwedana sê jinan,sê jinên temenên wan ji hev cuda Gulê ya şêst û pênc salî, Sarya ya sêzdeh salî û Gulîzer a ku cendeka wê ya bêrih berxwe dida. Gulê îxaneta ku bi destên lawê wê ketiye gund  bi jinxasiya xwe rizgar dike.

Beşa duyemîn: Beşa duyemîn bi van hevokan destpê dike: Êdî rojên gengeşiyê destpê kiribûn. Dîrok serobino û civak serobino dibûn( rp.75) Di van hevokan de serhildan, berxwedan, neçarî, mirin û tunekirin di nav hev de hatiye honandin. Beşa duyemîn dibe neynika salên 90’î. Wehşeta ku li ser vî gelî hatiye ferzkirin bi vê hevokê xwe dide dest: Miryem cendekên çar zarok û mêrê xwe yên ku parçe parçe bûbûn,li nîva odê kom kiribûn ( rp.100) mirina ku ji bo gelekî bûbû qeder û gelê ku vê qederê nedipejirand li hemberî hev sekinîbûn. Vejîn di rûpelên dîrokê de yek bi yek cihên xwe digirtin.

Beşa sêyemîn: Di vê beşê de hebûn û tunebûn, jiyan û mirin, qeder û vejîn li hemberî hev ji bo Saryayê û jinên bindest sekinîbûn. Saryaya ku li hemberê qedera jinên axa xwe li berxwe  dida. Berxwedan bi navê Saryayê bûbû berfînek û li hemberê hemû zehmetiyan li Çiyayê Cîlo serî radikir.

Pirtûk tenê bi van beşan naqede Bayê Cîlo pirtûka serdemek û miletekî ye. Çand, xweza, îxaneta navxweyî, qeder, kevneşopî, wendakirinên kiryarên nediyar, serhildan û berxwedan di pirtûkê de cihên xwe girtine. Xweza bi navê gihayên siyabo, sirik, kurat, soryaz û hwd…tehma zozanên Botanê dide pirtûkê. Tilîlîya ku di dewet û serkeftinan de ji zimanên jinên Kurd de diherike motifek ji motîfên Kurdî ye. Hawariya Gulê ya li ser Gulîzerê dengê çanda Kurdî ye Besnayê! Were em pora xwe kur bikin (rp.59)Kuştina Hecî Osmana ku bi destên Xidirê ku zarokatiya xwe de şekirên wî dixwar îxaneta navxweyî nîşan dide. Zewaca bêdilî qedera jinên Kurd dike mijar. Windabûna Elî û hevalên wî kuştin û windakirinên kiryarên nediyar tîne bîra me. Recoyê ku venegeriya ji soza xwe giringîya sozên Kurdan nîşan dide. Vîdeoya ku Elî tîne malê serdema salên 90’î kasetên ku li malê dihat temaşekirin bibîr tînin. Şikandina qedexeya derve dibe nave berxwedanê. Serhildanê Geverê pêl bi pêl tîne bîra me. Şayesandina cil û bergan û kesan di cihên xwe de ne. Ne bêpar bûna peyvên heremî tehma Botanê dide pirtûkê. Bayê Cîlo ji me re dibêje: Ew kirasê kevin hatibû avêtin û kiraseke nû li xwe kiribû ew kirasê HÊVÎ Û AZADIYÊ BÛ!!!!

Rûken Amed-Çandname

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply