Qe dayîk tê parevekirin?

Pêşîyên me, rehmetlêbûya gotne: “Eşîr bavê eşîrêye.”

 

(Nîşe: Li ser daxwaza nivîskar me têkilê nivisê nekiriye. Çawa hatiye şandin me wiha weşandiye. ÇANDNAME)

Hingî mirovayî hatîye rûbayê gerdûnê nehatîye bihîstin, ne hatîye serzaran, nehatîye nivîsarê, wekî hinekan dayîk nava hevda parevekirine.
Dayîk û ziman jî yeke. Dema hêne-hên de, gava dayîka kurd çok danî erdê ewlad anî, zimanê devê ewledê xwera got-zimanê Kurdî. Hezar-hezar sal ji wê rojê derbaz bûne, îro çend  ewledên wê dayîkê bi diurûtîya hinek mirovên dereke  bona karên wan, rabûne ser avê ketine, dixwezin dayîkê jî, zimanê wê jî parevekin. Ew yek ne nêzikî hişê mirovane.
Ger îro dîroka gelên dunyayê ber çavên xwera derbaskî, tuyê binihêrî tu gelî weke kurdan ranebûne şerê azadarîyê, ew gel timê bi şeref, bi serfinîyaz bûye! Lê çima ev gelê mêrxas neghîştîye armanc-daxweza xweye dawîyê, welatê xwe rizgar nekirîye! Di vî alîda sedemê reşxemilandina azayê, serbestîyê pirr bûne, ji wana dudu, yên sereke, di avbeza dîrokê da gellek cara, ya yekemî-Neyekbûn bûye, ya duyemîn-cudatîya olê bûye!
Sedem, menîya Neyekbûnê çida bûye?
Du sedemê sereke bidine kivşê-yek ew bûye, wekî dîrokê de usa qewmîye, ev gel bi pirr qebîl, êl, ber û eşîr bûye. Wana Kurdistana rengîn nava hevda ser waran, zozanan parevekirine. Her qebîlekê, her êlekê, her berekê û her eşîrekê
çend warên wan hebûne. Wana warên xwe usa parastine, buhuste erd nedane tu kesî. Wekî femdarîya wanda Yekîtîya aqara Kurdistanê hebûya, wekî wana

pişta hev bigirtana, mîna kulmekê ser hevda qatbûyana, Kurdistan ne dihate  beş-beş, par-par kirin. Neyar, dujminên Kurdanra jî evê yekê dest dida û bi dizî hevra digotin, bila ewana hûrbin, bila ewana derbarê tewbûnê de mitala nekin!
Emê van gotinên xwe bi nêteke ulumdarê hêja Emînê Evdal makkin. Ewî bi dil êşî nivîsîye: “Hilbet, orta qebîlêd Kurdanda timê şerkarî hebû. Wana bo zozana, xwelîyê, heyfilanînê û pirsêd din bi serkarîya serokê qebîla xwe mêr ji hevdu dikuştin, hevdu dipertandin” (Emînê Evdal,“Heleqetîêd pizmamtîyê nav Kurdada”,
Yêrêvan, sala 1965-a).
Sedemê duda ew Ol bûye. Ola muselmanîyê û ya êzdîya. Lê millet-netewî, gel yekbûye, gişkan hevra gotine-gelê Kurd; Lê dema dujmin, neyar, xwînmêtên Kurdan nihêrîne Kurd Tewin, Yekin bi wan nikarin, lema jî bona ew pêşta bikebin, destavîtine tov-toximê olêye qilêr.
Xisletê xweye rûvîtîyê derxistîye meydanê, bi parîyê “şirîn”, bi gilî-gotin-peyvên paşdemîyêye xapxapok çend kesek xapandin û bira bi birê daye kuştin.
Ax, hey ewledên ji rîya heq silikî, bîrneke kal-bavên me, qewmandinên awaye genîra ev mesele-metelok efrandine:
Bila parîyê mirovan nivcîbe,
Lê namûsa mirovan bi cîbe!
Lê îro birek hatine xapandin, pey kaşe-kaşa neyarên Kurdan erdêra dixşikin û xwera dibêjin:
Bila zikên me têrbe,
Namûsa me ne bi cîbe.
Cîye ji gotareke profêsor, doktorê ulmê fîlologîyê Maksîmê Xemo (ew kurdê êzdî, dost-biraye minî nêzik bû), çend hevokan bînîna holê. Ewî nivîsîye, wekî xebera “Kurd” û xebera “êzdî” fikrên ne berenberin. Xebera “Kurd” xebereke xweyî êtnîkîyê navê milete, lê xebera “êzdî”- navê dine, xweyî, wagotî dînperestî-hebandnêye.
Rehma Xwedê li dost, bira, ulumdarê mezinbe. Serda şirovekirin wê mîna
tiştekî zêde be.

Dawîya vegotina xweye yekemîn de karnîyarî keç-xort, ewledên gelê pirr milion dibim û çawa rîdansîpîk, çawa bavek, çawa kalikek dibêjim û dipirsim:
– Çima hûn nabînin, nizanin heta roja îroyîn hê gelê pirr milion ne gihîştîye
azadarîya xwe, lê wekî ew parevebe ser “Kurdan” û wa gotî ser “Êzdîyan”, ser “Elewîyan”, ser “Soranîya”, ser “Goranîya”, ser “Sîpka”, ser “Qerka”, ser “Beşka”, ez çi  zanim dîsa ser kê, ser kîjana, çi encamê hasilbe, qe tiştek. Cuda dixwezim teqilê datinime ser wê yekê, ey kesên xwera dîn-olê hilldidin, dikine netewîkî “Nûh”, rind bizanbin, Xwedê neke usa bibe, tuyê heta mirovayî hebe-berdestbî, bindestbî û li rûbayê dunê bela-belabî, gundekî teyê ser gunda tune be!
Lê… Lê wekî hûn gel parevedikin, beş-beş, kerî-kerî dikin, lê hûnê Kurdistanê çawa parevekin? Bi “hişên” we parekê bibe Kurdistan, beşekê bibe “êzdîstan”.
Ezê serê vê pirsê, vê loda gîhayê pûk bi mesele-metelokan girêdim. Rehma Xwedê li we be kal-bavano, we gotîye:
Mirîşk tune, kurik datîne,
Mirîşk xewna xweda gêrîs dibîne.
Warên mîna gêris hûr-hûr nebin. Garis ser sêlê zû diqele, beroşê de zû dikele, roda çûnê, ne çav dibîne, ne dest digire.

Me jorê got, wekî gelê kurd bona azaya welatê xwe bêjimar dest bi şerê-azadarîyê, şoreşan kirîye. Gelo kî dikare bêje, wan şer û şoreşan da çiqas “kurd”, bi zarê hineka bêjim, çiqas awa gotî, “êzdî” hatine kuştin. Ez bi ruhê xweva, bi heyîtîya xweva ber ruhê her kurdekî temene dibim, bejina xwe ditewînim. Wekî hineke nehiş rûnên wana ji hev cudakin, ewê êşeke usa xwera bîne dermanê wê peyda nebe, ewê merzelda jî rûreş be!
Zûva hatîye peytandin gelê Kurd xwedanê zargotineke dewlemende. Kilamên reng bi rengî, dilok, çîrok, êpos-beyt-serpêhatî û wekokên  mayîn heyîtîya gel, hinek rûpêlê dîrokê û çanda wêye hêne dewlemend û yên mayîn dide kivşê.
Îro kî dikare bêje êposên mîna “Ker û Kulik”, “Sîyabend û Xecê”, “Memê û Eyşê”, “Mem û Zîn”, “Dim-dim”, “Xatê Xanim”, “Elîyê Xarzîya”, “Dewrêşê Evdî” ûyên mayîn Kurdan efrandîye, yanê “êzdîyan”?!
Ser bingeha van êpos-dastana helbestvan û nivîskarên me karpêkên
bedew nivîsarêye usa nivîsîne bi wanva navê gelê kurd di nava wêje-edebîyata dunê da tê kişandin. Meselen “Mem û Zîna” klasîkê nemir Ahmedê Xanî û bi dehan yên mayîn. Ez pirsê didim, gelo Ahmedê Xanî Kurdê muselman bûye, yanê “Êzdî”?
Navê gora gede-lawikê min “Gule”
Min merûmê çêkirîye bi tilîya kule,
Hecî kesê bêje xirabe,
Bêje yara min çêkirîye min qebûle.
Hezar-hezar dilokên meye awa hene, kîjan beytûyê rabe bêje ev kê xuliqandîye?
Ez salên 60-î ya sedsalîya derbaz bûyî de Rewanê rêdaksîya rojnama “Rya teze”-da di xebitîme. Me karkaran nizanbû kî kurde, kî “êzdîye”. Dema ez diçûme gundên Kurdên êzdî, kal-pîrên 70-80 salî  digotin:
– Eşîr bavê eşîrêye.
Em gişk ji eşîrekê pêşta hatine, paşê qewlên zemîn, dîrokê hey cedandîye destê sar têke nava me! Werên dest ji wê pirsa malwêran, gelcudatîyê dest bikişîn û bêjin:
– Eşîr bavê eşîrêye!

Ahmedê Hepo
   Endamê Yekîtîya Nivîskarên Azerbaycanê.

 

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply