Qahir Bateyî: Rewşa weşangeriya kurdî gelek xirab e

Berpirs û edîtorê weşanxaneya Sîtavê û nivîskar û helbestvan Qahir Bateyî di derbarê rewşa weşanxeneyên kurdî, çapkirin û firotina pirtûkên kurdî li Bakûr û Tirkiyê û herwiha eleqeya xelkê Bakûr a bo pirtûka Barzan Digirî ji BasNewsê re axivî.

Li Tirkiyê rewşa weşanxeneyan di çi astê de ye?

Li Tirkiyeyê yek ji karê herî zehmet karê weşangeriyê ye. Îcar ku ev weşangeriya kurdî be hîn zehmetir e. Hin weşanxaneyên mezin hene ku karê weşanê ji bo aboriyê dikin û li dûv kesên popûler in. Di her demê de wan weşanxaneyan bi saya popûlîzmê kariye karê xwe baş bimeşînin. Hin weşanxane jî hene ku ji bo xizmeta ziman, wêje û çandê weşangeriyê dikin. Ev weşanxane her tim di nava tengasiyan de ne. Ji ber ku li Tirkiyeyê piraniya xwendevanan li dewlemendî û kalîteya naveroka pirtûkê nanêrin. Ji wê bêtir li popûlîstbûn û navdarbûna nivîskar dinêrin. Dema ku nivîskar kesekî navdar û popûler be berhema wî/wê eleqeyeke baş dibîne tevî ku naveroka berhemê ne tu tişt be. Lê heke ku nivîskar kesekî navdar û popûler nebe berhem eleqe nabîne tevî ku naveroka berhemê gelek baş û dewlemend be jî. Ev yek wekî nexweşiyekê di nava civakê de li pêş e. Ji ber vê yekê jî weşanxaneyên bê nivîskarên popûlîst her gav di nava tengasiyê de bûne.

Qeyrana siyasî û aborî ya li Tirkiye karîgeriyeke çawa li ser weşanxanêyan kurdî pêk anî?

Weke tê zanîn li Tirkiyeyê ev çend sal e qeyraneke darayî û siyasî heye. Ji vê qeyranê jî yên herî zêde  para xwe girtine weşanxane ne. Bi taybetî jî weşanxaneyên kurdî ne. Piştî îlankirina Rewşa Awarte weşanxaneyên kurdî ketin nava tengasiyên gelek mezin. Di warê aborî de tengasiyên gelek mezin dikişînin. Firotina pirtûkan gelek kêm bûye. Pirtûkfiroş-bi taybetî jî pirtûkfiroşên li bajarên tirkan newêrin wekî berê pirtûkên kurdî deynên refên pirtûkan ku xwendevan bibînin û bistînin.

Wekî din weşanxaneyên kurdî beşdarî fuaran nabin. Ji bo mînak di dawiya 2017an de li Wan û Batmanê fuar çêbûn lê belê tu weşanxaneyeke kurdî beşdar nebûn. Fuarên ku li Stenbol û cihên din çêdibin weşanxaneyên kurdî têxin quncan, cihên nebaş bi bihayekî gelek giran didin wan. Ji ber vê yekê jî weşanxane nikarin beşdar bibin, lewre zirar dikin. Ji ber van sedeman û gelek tiştên din rewşa weşangeriya kurdî gelek xirab e. Weşanxaneyên kurdî hema li ber xwe didin ku neyên girtin û bi înat li ser piyan bimînin û xizmeta ziman, çand û wêjeya kurdî bikin.

Weşanxeneya Sîtavê herî zêde bi kîjan zimanî pirtûkançap dike, kîjan cure pirtûk tên çapkirin û sedema vê yekê çi ye?

Weşanxaneya Sîtav weşanxaneyeke kurdî ye. Ji ber vê jî bêguman dê bi giranî kurdî weşanê bike. Me heta niha 88 pirtûk çap kirine. Ji van tenê 18 jê bi tirkî ne. Yên din bi zimanê kurdî ne. Giraniya weşanên me pirtûkên zarokan û yên dersên zimanê kurdî ne. Armanca weşanxaneya Sîtavê parastin û pêşxistina ziman, çand, folklor û çanda kurdî ye. Weşana xwe jî li ser vê esasê dike.

Gelo firotin û xwendina pirtûkên kurdî di çi rewşê de ye?

Xwendina kurdî mixabin ne gelek zêde ye. Em li Bakûr behsa 25 milyon kurdan dikin lê belê pirtûkên dersê ne tê de, pirtûkên kurdî 1000 heb tên çap kirin. Ew jî di nava çend salan de ka tên firotin yan na. Kêm pirtûkên kurdî hene ku ji 1000 heban zêdetir bên çapkirin û çend çapan bikin. Heke ku nivîskarê wê hinekî navdar be ji hezaran zêdetir tê firotin ku navdar û popûler nebe hejmar xar û jor hezar e. Ev jî hejmareke gelek kêm e. Ev malkambaxî ye ji bo zimanê kurdî. Kurdî di nava civakê de –bi taybetî jî di nava nifşê nû de her ku diçe kêm dibe. Rast e nivîskarên ciwan zêde dibin, çapkirina pirtûkên kurdî zêde dibe, lê belê li miqabilî wê û li gor nifûsa kurdan kurdî pêşve naçe. Bi ya min jî ev ji bo zimanê kurdî malkambaxî ye. Ku em li sazî û dezgeh û partiyên li ser navê kurdan siyasetê dikin dinêrin hejmara kadro û xebatkarên wan bi hezaran e. Lê belê hejmara firotina pirtûkan gelek kêm e. Ev dide nîşan ku ew bixwe jî naxwînin. Ev rewşeke trajedîk e.

Di van şert û mercên dijwar deku pirtûkên kurdî nayên xwendin we Barzan Digirî weşand. Gelo bi weşandina vê çi zehmetiyên te û çi jî kêfxweşiyên te çêbûn? Eleqeya gel a li hember vê pirtûkê çawa bû?

Bêguman her pirtûkek heta tê weşandin gelek zehmetiyên wê hene. Zehmetiyên ku mirov pê re diwest e, lê belê dema mirov berhemê li ber destê xwe dibîne mirov hemû westiyan û zehmetiyan ji bîr dike. Pirtûka Barzan Digirî jî wisa bû. Barzan Digirî ji bo min berhemeke cuda bû. Ez gelek kêfxweş bûm ku min berhemek li ser enfalkirina 8 hezar Barzaniyan diweşand. Ev cara yekem e ku li Bakûr berhemek li ser enfala 8 hezar Barzaniyan tê weşandin. Civaka me ya Bakûr derbarê enfalê de zêde tiştan nizane. Dema enfal tê gotin Helepçe dizanin. Lê Helepçe fînala enfalê ye. Di enfalê de di navbera salên 1983-1988an de 182 hezar însan hatine qetilkirin. Di operasyonekê de 8 hezar mêrên ji herêma Barzan tên girtin û tên enfalkirin. Di ser 12 saliyê re zilaman nahêlin. Ji 1983-84an heta salên 1990-91an li vê herêmê zarokek nehatiye dinyayê. Ji ber ku mêr nemane, jin nezewicî ne. Ev enfaleke din e li ser enfalkirina 8 hezar mirovan. Jinên wê herêmê hîn jî şînê digirin. Tirajediyeke gelek mezin e. Lê belê civaka me ya Bakûr zêde ji van yekan haydar nîn e. Vê êşê nizane, ev tirajedî nebihîstiye û nizane. Wekî min got tenê Helepçê dizane. Ji ber vê jî derxistina berhemekê li ser enfalkirina van 8 hezar Barzaniyan ji bo min kêfxweşiya herî mezin bû.

Ku em werin ser eleqeya wê, dikarim bêjim ew jî hema wekî berhemên din yên kurdî ye. Hinekê bi rewşa heyî ve girêdayî ye.

Di meha Adarê de ango di Newrozê de wê pirtûkeke din ya li ser enfalê bi navê Qêrîna Barzan ji aliyê weşanxaneya we ve bê weşandin. Hûn dikarin hinekî behsa vêberhemê jî bikin?

Berhema Qêrîna Barzan ji berhema Barzan Digirî cuda ye. Barzan Digirî roman e, lê Qêrîna Barzan hevpeyvîn in ku li gel kes û karên enfaliyan hatiye kirin. Şahidên bûyera enfalê behsa enfalê dikin. Behsa trajedeya ku heta niha jî berdewam e dikin. Behsa êş û janên xwe, behsa bûyerên di sere wan de hatine û behsa zilma Seddamê xwînxwar dikin. Ev berhemek e, dema ku mirov li wan şahidan guhdarî dike mirov nikare ku xwe bigre û neke girî. Berhemeke ku êşa kurdan ya duh û ya îro tîne ziman. Berhemeke ku her dil nikare xwe li ber bigre. Ji devê wan şahidan tiştên wisa têne gotin ku dil û mêjiyê mirov disekinînin. Her wiha berhem di heman demê de albûmeke ji wêneyên enfalê ye. Ji ber ku tê de nêzî sed wêneyên enfalê hene. Her wiha wêneyên kesên ku hevpeyvîn pê re hatiye kirin. Armanca me ew e ku em berî Newrozê vê berhemê çap bikin. Îcar nizanim ka em ê bikaribin yan na.

Jibilî van herdu berheman li ser enfalê berhemeke din ji bo çapê di destê we de heye?

A niha ji bilî Qêrîna Barzan tiştek nîn e.

Piştî çapbûna Barzan Digirî te hin pirtûk girtin û te serdana Başûrê Kurdistanê kir. Gelo tu dikarî hinekî behsa wê serdana xwe jî bikî?

Dema ku min Barzan Digirî çap kir min hinek birin herêma Barzan, min dane sazî û dezgehên li wê derê, her wiha min dan kes û karên enfaliyan ku nivîskar pê re çavpêketin kiribûn. Dîsa gelek dost û nas hebûn ku li benda çapkirina wê bûn. Me dane wan dost û nasan jî. Çûyîneka gelek baş bû. Ez gelek kêfxweş bûm. Bêguman ew derdor jî kêfxweş bûn.

Sevda Kaplan-Basnews

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply