Psychology Kurdî: Berhema kedeke zêde û xwebexş

Hejmara pêncan a Kovara Psychology Kurdî
Hejmara pêncan a Kovara Psychology Kurdî

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmara pêncan a Kovara Psychology Kurdî ket ber deste xwênerên Kurdî. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Psychology Kurdî yekem kovara derûnnasî ya bi Kurdî ye ku çar mehan carekê derdikeve.

 

Berpirs û edîtorên kovarê dibêjin ku armanca wan a serekî ew e; ev kovar ji derûnnasiya kurdî re bibe stûnek û bikaribin “psychology” bi Kurdî bikar bînin û di vî warî de dewlemendiya Kurdî derxînin holê. Herwiha tekez dikin ku armanceke wan a din jî ew e; bi zimanê bavûkalan fêrî derûniya xwe bibin.

 

Heta niha pênc hejmar derketine û her hejmarek li ser mijareke serekî rawestiya ye ligel babetên din ên derbarê derûnnasiyê de. Di hejmara yekê de “Zarok, Şer û Trawma”, Du; “Derûndermaniya Trawmayê”, Sisê; “Şîn û Şûn”, Çar; “Ziman û Derûniya Perwerdehiyê”, Pênc; “Derûnnasiya Civakî” bûne mijarên serekî û pispor van mijaran rave dikin.

 

Ligel ku berpirs û edîtorên kovarê dibêjin, ew bi awayekî xwebexş kar dikin, lê gazina wan ji wê yekê heye ku ji xeynî çend nîvîs û nivîskaran pêrgî ti nivîs û nivîskarên derûnnasiyê bi taybetî (Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) nebûne. Herwiha balê dikşînin ser wê yekê ku termen derûnnasiyê jî karûbarê wan hê zehmettir kiriye.

 

Daxwazeke edîtorên kovarê jî ew e ku ji her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat jî pisporên derûnnasiyê ji wan re binivîsin û bibin alîkar.

 

Ji Edîtorên Kovarê Abdulsittar Ozmen ji Rûdawê re diyar kir ku ew dixwazin karê xwe berfirehtir bikin û ji hemû beşên Kurdistan û herwiha derveyî welat jî nivîskarên di warê derûnnasiyê de li xwe kom bikin û zêdetir berhemên derûnnasiyê pêşkêşî xwênerên Kurdî bikin.

 

Kovar bi editoriya Abdulsittar Ozmen, Mehmet Ali Erol, Siyabend Aslan û Kenan Ormek ji weşanxaneya J&Jyê derdikeve.

 

Kovarê heta niha bi kesên ku di warê xwe pispor û deng vedane yên wek Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan, Prof. Dr. Philip Zimbardo, Prof. Dr. Vamik Volkan, Prof. Dr. Cem Kaptanoğlu, Prof. Dr. Melek Göregenli, Zimannas û Lêkoler Deham Ebdulfettah û Doç. Alk. Murat Paker re jî hevpeyvîn kiriye.

Firat Kelehkî-Rudaw

 

Derbar ziman

Check Also

Sûleyman Çevik: Nûbihar Mîrata Medresan e

Dîwan û mesnewiyên edebiyata kilasîk ji aliyê kadroyên serkeftî yên Nûbiharê tên latînizekirin şerha wan …

Leave a Reply