Psîkolojîya Civakî û Kultura Hakim û Mehkûm li Îranê

Sereta

Îrana kevin ya dûdmanî fireziman, firekultûrî û firedînî bû; firerengîya Îranê tenanet di vatişa fermî ya hukimranên Îranê de dihate derbirrîn. Bernivîsên şahanî hemû gavê bi çendîn zimanan dihatine nivîsîn. Îran wekî welatekê konfederal dihate birêvebirin; her herêmekê di qalibê satrapan de şahekê herêmî bi navê şehriyar hebû û li navendê şahê mezin yan şahenşah hakim bû. Îrana ku heta 150 salî berî niha jî wekî welatekê nenavendî dihate birêvebirin, bi lasayî ji welatên rojavayê kete qonaxa xudêgravî modernîteyê. Projeya modernîteyê, ku li Ewropayê (sedsala 15. ta 19.) serî hildabû wekî projeyeka afirandina civak û jiyaneka nû li hemû cîhanê belav bû, li Îranê jî herwuha. Yekîneyên serekî yên vê projeyê birîtî ne ji kapîtalîzm wekî yekîneya aborî, netewe-dewlet wekî yekîneya siyasî û nasyonalîzm, wekî yekîneya îdeolojîk.

Di hevtevna Îranê de bitaybet di seretaya serdema destihlata Pehlewî da, projeya avakirina netewe-dewleta Îranî pêkhatên herêmî kire armanca hêriş û çewsandineka bêpêşîne. Hewla serekî ya vê projeyê dariştina monîzmeka (tekrengî) kulturî û etnîk bû. Lê ev helmetên afrandina netewe-dewleta Îranê anegorî rêbazên dewletên kolonyal tu carî digel ketwarê firerengê Îranê neguncaye, herçendî nasyonalîstên Îranî hewl dan boçûna werarger (evolusyonîst) a axayên xwe yên kolonyal bi ser Îranê de bisepînin; wate anegorî îdeolojîya sosyaldarwînîzmê serdestîya neteweyê fars bi ser pêkhatên din yên neteweyî yên Îranê de sepandin. Hîn jî boçûna ku divêt ew axa bin, bi vê yekê rewa dikin û meşruîyetê didinê, ku goya ew di nav kêmîneyên bed-guncaw de grûpa qenc-guncaw e.

Herwekî netewe-dewletên modern li Rojavayê xewna afrandina civakeka hevreng û homojen û bedeneyeka neteweyî ya şayîkkirî ku pêk hatiye ji hemwelatîyên ku xwedêgravî heman dîrok û kulturê parve dikin û li hember siyaseta ku wan bi rê ve dibe wefadar in, dibînin. Bîrewer û siyasîyên fars, ji çep û rast, ji lîberal heta dîndar wisa hizir dikin, ku divêt gelên perawêzan yên wekî kurd, belûç, turkmen, qeşqayî û ‘ereb ji havîbûna xwe bihêne derêxistin û di hevîrekê tekreng yê ku ew disêwirînin îranîyê paqij û meşrû de bihêne pişaftin. Di lêgerîna xurtkirina netewe-dewleta xwe de farsan tixûbên xwe wekî rêbazên dewletên emperyalîst berfreh û mîlîtarîze kirine; wate sînorên nasyonalîzm û emperyalîzmê li hev şêlû kirine. Mêgalomanya farsî ji ber vatişa dîrokgerayane ya nasyonalîstên fars her ku diçe kûrtir dibe.

Li gor vê vatişê bi bawerîya nasyonalîstên fars gelê ku xudan dîrok û şaristanîyeteka kevnar e, mafekê siruştî yê terîtuar (xak) û dewleteka xweyî heye; di hember de grûpên din yên etnîk-neteweyî li Îranê divêt bikevine bin hukim û sulteya “neteweyê dîrokî yê fars”. Ji lewre, tevgerên siyasî yên fars li ser wê bawerîyê ne, ku mafê wan yê rewa ye ku hakimên ebedî yên Îranê bin. Rêxistinên Îranî yên opozîsyonê, ji lîberal, komarxwaz, millî-mezhebî bigire heta monarkîst û çepan, herçendî qala demokrasîyê bikin jî, di xalekê de hevhizir in; ew wekî fars xwedan û hakimên vî welatî ne û mafê diyarkirina çarenivîsê bo kêmîneyên neteweyî înkar dikin û li gor bawerîya wan divêt serwerî di qalibê dewleta navendî de, di nasname û zanavê fars de bihête şidandin. Boçûna van rêxistinan li ser mafên neteweyî ji bo kêmîneyan ji boçûna Komara Îslamî ya Îranê ciyawaztir nîne. Hewla serekî ya opozîsyona Îranê rûxandina rejîmê, lê li ser çemka serwerîyê parastina statuko li Îranê ye.

Psîkolojîya civakî ya fars û kurdan li Îranê

Ji bo ku fezaya demokratîk û tolerant ji bo çareserkirna pirsa kêmeneteweyan li Îranê çêbibe divêt werçerxaneka bineretî di hişmendîya civakî ya fars û kêmeneteweyên wekî kurd bi xwe de pêk bihêt. Ango zemîneya sosyopsîkolojîk ji bo peyrewkirina projeyeka ji navendkirina serwerîya sîyasî bihête amadekrin. Lê gelo tu asoyeka wisa di psîkolojîya civakî ya fars û kêmeneteweyên wekî kurdan de diyar e?

Bi dirêjahîya dîrokê, vatişa fermî li Îranê hişmendîyeka sexte hem di nav kurdan û hem di nav farsan de çêkiriye, bêyî ku kultura siyasî û civakî ya farsan verave bike. Ev hişmendîya sexte birîtî ye ji hilgirtina bawerîyên sexte û nerrast ku dijberî berjewendîyên objektîv yên civakî yên takekesan, ku herwiha dibe handerê çewsandin û neyeksanîyê di civakê de. Her bi wî teherî, li gor vê pênaseyê, grûp yan takên mehrûm (bixwîne kurd) jî dibine xwedanê hişmendîyeka sexte, ku li gor wê- wan bi xwe jî bawer e – ku kêmtir û li xwartir in; ji lewre, di hîyerarşîya civakî de layiqî pêgeha xwe ya îtaetkar û tabi’ in.

Di binhişê kurdan de bawerîyeka nepenî bi berzî û bilindîya grûpa hakim (fars) bi ser grûpa pest û xwar (kurd) de heye. Vê bawerîyê rê daye afrandina klîşe û stereotîpên hevrazîker, ku bi teherekî grûpa hakim (fars) û grûpa mehrûm (kurd) pênase dike, ku pergala civakî ya mewcûd –bi hemû rêjeya newekhevîya xwe ve– wekî pergaleka meşrû û tenanet siruştî dipejirîne. Jibo farsekê navincî siruştî ye ku welatê wî xwedanê pênaseyeka farsî ye û xwedanê rasteqîn yê wî welatî fars e, ji ber ku –bi tebîra wî– ev der ji “qedîm el-eyyam” ve welatê wî ye, ji lewre kurd û gelên din li Îranê belaya serê wan e, ku divêt yan ji holê rabin û yan –di haleta herî baş de– xwe li gor helûmercan biguncînin (angu bihêne pişaftin). Kurd, hem anegorî boçûna farsan hem jî anegorî boçûna kurdan bi xwe, ku bi ser wan de hatiye sepandin, berdewam ji farsan kêmzekatir, neşiyawtir û paşketîtir dihêne pênasekirin. Klîşeya herî berbelav di nav farsan de pênasekirina kurdan wekî wehşî ye. Ev klîşeyên derpergalî yên hevtemamker hander in bo hindê ku piştgirîya etnîsîteya fars ji bo “statuko” û rewadîtina sîstemê zêdetir bibe. Helbet, akamên dirêjxayen yên vê rewadîtina sîstemê ji bo her du grûpan ciyawaz in; herçî fars in, hest bi zêdebûnekê di xwebawerî û bextewerîya subjektîva xwe de dikin; ji lewre bo wan sîstema heyî rewa û meşrû dihête hestkirin û herçî kurd in, ku divêt meşrûiyeta xwe di nav sîstemê de bikirrin, duçarî kêmbûna hesta xwebawerî û bextewerîya subjektîv dibin û ji lewre, boçûneka dudilane li hember endametî di nav grûpa xwe ya etnîk da hildibijêrin. Kurt û kurmancî, bi kurdbûna xwe stûxwar û şermezar in.

Vê hişmendîya sexte kartêkerîyeka mezin li ser psîkolojîya kurdan kiriye; tenanet heta vê dawîyê tevgerên kurd li Rojhlatê kêm caran rexne li serdestiya kulturî, civakî, zimanî û siyasî ya gelê fars li Îranê dikir. Çemka serwerîyê li Îranê ji alîyê tevgerên kurd ve bi degmen hatîye şirovekrin; herçendî hindekan ji bo gelê kurd daxwaza otonomî û diyarkirna mafê çarenivîsê kiribe jî, lê çemka serwerîya navendî kêm caran hatîye vekolîn. Otonomî yan xwerêveberî dihête wateya hindê ku kiryarên her neteweyekê, di şûna ku bi ser de bihêne sepandin, divêt ji alîyê neteweyî bi xwe ve bihête diyarkirin û biryardan. Mixabin, hêj di psîkolojîya civakî ya kurdan de meyla heteronomîyê zêde ye, ku dijberî otonomîyê ye.

Heteronomî dihête wateya birêvebirin di bin destê “biyanîyan” de, ango ketin bin hukmê hindekan ku ne xweyî ne û ji “xwe” biyanî ne. Ji bo kurdekê navnicî ya normal ew e, ku hakim û serdest, ji wezîr û kizîr bigire heta memûr û karmendên rêjexwar yên dewletê, fars û ‘ecem bin. Li beşên din yên Kurdistanê jî belkî bi vî awayî be. Di mentalîteya kurdî de ya ne-asayî hukimranî û fermanfermayî ya kurdan bi ser kurdan bi xwe de ye, ango bi kurmancî şexsiyeta xulamtîyê.

Ji bo ku hişmendîya farsan bihête guhartin, pêdivî ye berî hertiştî ew digel têgeha empatîyê aşina bin. Empatî proseyek e, ku têde divêt fars bikarin ji navendê ve hest, hisîyat û vegêrranên kurdan li cem xwe bisêwirînin. Yan wekî vekoler Gordon dibêje, divêt farsan di referansa îndeksîkal (amajeya bi hindê ka kî ravekerê vegêrranê ye) de sîmulasyoneka (şibandin) empatîk hebin ku birîtî be ji werçerxaneka îmajînatîv (sêwrandî), ku têde yê disêwirîne (fars) navenda nexşeya xwenavendîbûna xwe biguhere. Angu fars xwe daynin şûna kurdan. Heger em sîmulasyona empatîya farsan vekolin divêt em van pirsan bikin:

  1. Gelo farsekê navincî halê derûnî yê kurdekî birîtî ji hizir û hestên wî dizane?
  2. Gelo farsekê navincî halet yan mutabiqeta refleksên ‘esebî ên kurdekî werdigire?
  3. Gelo dikare, çawan ku kurdek hest dike, ew jî wisa hest bike?
  4. Gelo fars xwe di rewşa kurdekî de dikare bisêwirîne yan hest bike?
  5. Gelo fars dizane ka kurdek çawan hizir û hest dike?
  6. Gelo dikare bisêwirîne heger di şûna kurdekî de bûya dê çawan hest bikira?
  7. Gelo farsek dikare di dema şahidîya êşa kurdekî de hest bi xemgînî û perîşanîyê bike?

Dawî

Îran wekî destkirdeka siyasî û xudêgiravî netewe-dewlet ji bo gelên xwe ne bi tenê merhemet yan parêzerê hemwelatîyan nebûye, belku ehrumek bûye bo çewsandin û pelixandina gel û hemwelatîyên xwe. Hafizeya neteweyî ya kurdan ji Îranê (‘Ecemistan) û îranîyan (‘eceman) ji ya farsan ji şengistê ve ciyawaz e. Di hafizeya kurdan de Îran û îranî dihête wateya teqîyye, xud’e û heqaretê. Futûhat, tesxîrat û îftîxaratên Îranî ji bo kurdan bêhtir dihête wateya çewsandin û talankirina kurdan. Zihinyeta farsî, ya hakimîyet û gelê serdest e û ji bo parastina vê hindê fars amade ne taybetmendî û xusûsiyetên xwe yên kulturî her car bi kar bihînin. Çawan ku gelek caran li hember kurdan di sedsala 20an de jî ev fendên xwe çendîn car dubare kirin. Robert Mignan, gerrokê sedsala nozdehan di gerrên xwe yên li Îranê de weha wesfa farsan dike: “Li ‘Ecemistanê (Persia) derew û buxtan wekî kemalîyatên moda rojê dihêne hejmartin. […] Jibo menifeta xwe, zelamê ecem (persian) amade ye serî li xirabtirîn cinayetekê bide –tenanet heger ti sebeb di navê de nebe jî kizb û derew bêasten ji dev û lêvên wî difûrin, […] bi yek bêjeyî, karakterê wî pêk hatiye ji ezokî, hirs û tema, xedir û xiyanet, xapandin û zalimtîyê.” (Robert Mignan, 1839:202) Ji sala 1839 heta vê gavê di karakterê neteweyî yê farsan de guhertineka berçav çênebûye. Di sedsala bîstan de çend serokên kurd bi xapandin û lêbandin hatine kuştin. Hîn jî hukimdarên Îranê çewsîner, despotîk û zalim in. Hukumdarên Îranî mafê xwe yê rewa û siruştî dîtine û dibînin ku hemwelatî (farsan) û reyetên (kurd û kêmeneteweyên din) xwe tenbîh bikin.

Îran hingê dikare pirsên kêmeneteweyên xwe çareser bike, heger -wekî Jeremy Rifkin pêde diçe– bikare “şaristanîyeta empatîk” biafrîne, ku têde empatî şirêz û çespa civakî ye, ku bikare civaka welatî bi hev re girêdayî bihêle. Herwiha divêt bîrewer, tevger û siyasîyên Îranê têbighin ku kurdan yan kêmeneteweyên din yên Îranê –bêyî înkara pênaseya neteweyîya wan- wekhevên farsan di her warê jiyana civakî û siyasî de bibînin. Vê gavê bîrewer, tevger, siyaset û siyasîyên Îranê ne ev şîrêza civakî hene ne jî kultura siyasî ku bikarin dan bi mafên kêmeneteweyan bikin.

Behrûz Şucaî

Çavkanî: BasNûçe

 

Derbar ziman

Check Also

Xwe Ji Depresyona Zivistanê Biparêzin

Ji bo ku meriv nekeve bin bandora depresyona zivistanê divê zêde zêde derkeve ber tavê. …

Leave a Reply