Projeya Berhevkirina Dengên Kurdî ya Şîrketa Lionbridge

Ji gelek hevalan em arîkariyê dixwazin da ku xebata Çandnameyê behtir pêş de herê. Ne wek xwendevan û şopînerekî lê wek xebatkarekî Çandnameyê em arîkariyê dixwazin. Lê di her carê de em bersivên cûda distênin gelek caran jî hevalên me yên Kurdîhêz û Kurdîhez ji ber derdê dabarê dibêjin karên ku dabara me jê newê em nikarin wextê xwe jêre biveqetînin. Em jî dibejîn dahatuya Çandnameyê hebane ser seran, wek gotina hevalê me Ridwan dibejîn “Tişta ku dahatuya wê tune bê divê çûyîna wê jî nîn bê” ji aliyek din hevalê me ridwan ji ber ku torîye heya me jê heye ku herfên “ê”yê pir bi kartînê ne ji nezanîbûnê lê ji çanda cemêr e, em wê jî dizanin. ji ber vê yeke em bi pera nikarin tiştekî bi kesan bikin kirin. ji xwe em karên malperê yên aborî jî ji nav rizqê xwe derdixin.

Îce em werin ser meseleya xwe di malpera teknîstanê de meqaleyeke balkêş hate weşandin ku em dixazin bi we re parvebikin. Ev gotar qala “ji kurdî pere qezenç kirinê” dike ku şîrketa Google bi navgînîya şîrketa Lionbridge Technologies danêyên dengên kurdî berhev dike û vî karî ne belaş bi heqê wê dike. Îce kerem bikin hurguliyên wê meqalê bixwînin.

Şîrketa “Lionbridge Technologies” çi ye? Çi karî dikin?

Lionbridge Technologies, Inc. yek ji mezintirîn şîrketên globalîzekirinê (karên wekî tercumekirinê) ye. Şîrketa Lionbridge-ê di sala 1996an de ava bûye û xizmetên cur bi cur dide. Li 160 welatan 6000 xebatkarên Lionbridge-ê hene û zêdetirî 300,000 kesan / yên li malê dixebitin. Di salên 2015 û 2016an de Lionbridge ji hêla Forbesê ve wekî “yek ji 100 şîrketên Herî Pêbawer yên li Amerîkayê” hatiye bijartin û ji hêla Common Sense Advisoryê ve wekî li cîhanê pêşkêşkara xizmetên zimanî ya di asta yekê de hatiye diyarkirin.

Îja vê şîrketê li ser daxwaza Google dest bi berhevkirina dengên kurdî kiriye. Me ji wan pirsî ku hûn bi van dengan çi dikin? Gotin ku em van qeydan ji bo şîrketa Google berhev dikin û bi ya ku em zanin Google van qeydên dengan ji bo pêşxistina asîstanta xwe ya “Ok Google” ku li gelek cihan tê bikaranîn, biemilîne.

Dibe ku Google di karên xwe yên din de jî bi kar bîne. Wekî xizmeta xwe yê Translate-ê (Google Werger). Di Google Translate-ê de jî taybetmendiya naskirina dengan heye. Tu xeber didî û Translate jî wê xeberdana te dinivîse û werdigerîne zimanê ku te bijartiye. Her çi be tiştekî baş e ji bo kurdî. Dibe ku ev proje di pêşerojê de ji hemû şîrketên ku bixwazibin makîneyên wan ên zîrek dengên kurdî nas bikin re bibe alîkar. Berhevkirina van dengan ya Google jî vê yekê nîşanî me dide ku wê Google di pêşerojê de zêdetir girîngiyê bide zimanê kurdî.

Çawa dest bi dengqeydkirinê bikim?

1. Ji vê girêdanê xwe qeyd bikin. https://fs30.formsite.com/LB2014/form213/index.html 

2. Paşê ew bi emailê girêdana peywira te ya deng qeydkirinê dişînin. Ew jî tiştekî wiha ye:  https://speech-forward.appspot.com/?lang=ku_latn_iq&project=ku_latn_iq-VS-20171208_adc&vendor=Vendor%20Lambda&quality_check=true&user=ku-IQ0379_0565_Computer

  • Divê hîsabekî Paypal an jî XendPayê jî vekî. Paypal li Tirkiyê qedexe ye. Mirov dikare bi VPNê hîsaba Paypalê veke lê me pereşandinê bi vê mêtodê neceribandiye.
  • Di xweqeydkirinê de agahiyên rast bidî ji bo peredanê girîng e.

2. Piştî ku we xwe qeyd kir, ew girêdana peywira te dişînin emaîla te.

  • Peywir heya dema ew diyar kirine divê biqede.
  • Bi Iphonê qeyda deng neke. Divê an kombers be an jî Androîd. Lê divê teqez bi Chromeê be.
  • Qeydkirina dengan li cihekî bêdeng be dê çêtir be, jixwe qeydên ku dengên derve tê de ne qebûl nakin, pere nadin.
  • Ku pirsgirêk di hêsabê te yê paypalê an jî XendPayê de tune be teqez pere dikeve destê te.
  • Di her qeydkirinê de carekî bê qeyd bixwîne, paşê qeyd bike. Ji bo ku gava dengê xwe qeyd dikî, nivîsê şaş nexwînî.
  • Ku te şaşî kir dîsa “skip” bitepîne:
  • Piştî ku te pêl kir ser bişkoka sor û dest bi qeydkirina dengê kir, eger di xwendina nivîsê de şaşiyek bikî ji bo ku ev şaşî qeyd nebe, divê tu berî ku ji bo temamkirina qeydê cardin pêl li bişkoka mîkrofonê bikî, bitikînî ser “skip”ê.

Ji bo agahiyên berfireh binêre vir: https://docs.google.com/document/d/18PmGhjpCbWXyEvbsTatOYI4m8BFmeULy7KG-q1BTC0Y/edit?usp=drivesdk

AGAHIYÊN GIRÎNG

Şîrketa ku vê karê dike (Lionbridge Technologies, Inc.) global û pirr mezin e û vê karê dengqeydkirinê li ser daxwaza şîrketa Google bi cîh tîne. Yanî ev proje bi her awayî projeyeke ewle ye. Herwiha di peredanê de jî ti pirsgirêk dernakeve.

Mirov di vê projeyê de ji bo 600 hevokan dengê xwe qeyd dike û piştî dengên mirov yên qeydkirî gihîştin 600î, ew van qeydan kontrol dikin, ka rast çêkiriye an na. Û dû re piştî kontrolê, pereyê mirov dişînin.

Pereyê ku ji bo vê projeyê didin 20 dolar e.

Beşdar dikarin qeydkirinan ji malê, bi riya amûreke mobîl  yan jî komputerê çêkin. Ji bo vê peywirê axaftvanên 18+ yên zimanê wan yê zikmakî kurdî (kurmancî) ye divê.

Daneyên mirov yên berhevkirî hertim têne anonîmkirin û ew ji bo pêşvebirina teknolojiya naskirinê ya otomatîk ya astbilind tên bikaranîn.
Heke pirsên we hebin hûn dikarin ji vir bi wan re peywendiyê deyinin: recruitmentWM.tampere@lionbridge.com

Dengê ku tomar dikin her tim anonîm e, ango nabêjin ev dengê kê ye. Bêyî xweqeydkirin jî dibe ku hûn karibin deng tomar bikin lê ku xwe qeyd bikî û hîsaba paypalê an jî XendPayê bidî wan ji van dengan pere jî didin.

Bi telefonên iPhoneê nabe. Ew dibêjin nekin. Ji bo qeydkirina dengê cîhazên Androîd pêşniyarî me dikin û bi sepana geroka înternetê ya Chrome-ê.

Divê dengên 2000 kesanbê tomarkirin.

Hevokên ku ji bo dengqeydkirinê dakirine ji aliyê Google ve hatine bijartin. Ji malperên cur bi cur van hevokan berhev kirine. Hûn ê jî bilêvkirina van hevokan qeyd bikin. Hin ji van hevokan ji Wîkîpediya kurdî, hin ji wan ji Wîkîferhengê, hin ji wan ji malperên nûçeyan hwd hatine berhevkirin.

Girîngiyê bidin vê nivîsa jêr jî. Erê pere nade, lê armanca me ne pere ye, xizmeta ziman ji bo me li pêş e.

Çavkani: teknistan.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply