Prof. Dr. Salih Akın: Çarenûsa Kurdî bi statuya Kurdan ve girêdayî ye

Van demên dawîn, ji ber şert û mercên awarte li seransera Kurdistanê nîqaşên li ser ziman, çand, dîrok û folklora Kurdî rawestiyane û raya giştî bi piranî bala xwe daye geşedanên siyasî û leşkerî. Lê me derfetek dît ku bi Zimannas Prof. Dr. Salih Akın re ku li Zanîngeha Rouen (Fransa) zimanzan e û bi salan e serê xwe bi zimanê Kurdî re êşandiye û kedeke mezin daye, hevpeyvînekê bikin. Wî jî bi dilgermî pirsên me bersivand.

Yek ji wan kêşeyên sereke ez bawer im standartbûna Kurdî ye. Tu vê pêvajoyê çawa dinirxînî?

Belê, a niha pêvajoyek heye ku zimanê Kurdî ber bi standartbûnê ve diçe û ev yek bi şert û mercên siyasî û civakî yên Kurdan ve girêdayî ye. Berê Kurdan zêde hevûdu nas nedikirin. Tê bîra min di sala 1988an de di wexta komkujiya Helebceyê de bi hezaran Kurd koçî Bakur kirin, min cara pêşî Kurdên Başûr dîtin ku wê demê nedixwestin ji wan re bêjin “Kurd” digotin “Pêşmerge”. Heta wê çaxê televizyonan qet behsa wan nedikir. Lê a niha bi riya ragihandinê, înternet, TV, radyo, bi riya rabûna sînorên di nav Kurdan de û bidestxistina statuyên siyasî Kurd, îro nêzîkî hev bûne. Sînora di nav Kurdan de hilweşiyane û çûnûhatin û danûstandina di nav Kurdên çar perçeyan de xurt bûne. Ev temasa civakî û însanî û her wiha bi riya înternet û amûrên ragihandinê Kurdan nêzî hev dikin û ev nêzîkahî bivênevê bandorê li zaravayên wan jî dike.  Meriv dikare bibêje têgihîştina di nav Kurdan de îro zêdetir e li gor 10-15 salên bihorî. Ji ber ku Kurd Soranî dibihîzin Zazakî dibihîzin, Kurdên soran Kurmancî (bi piranî Badînî) dibihîzin. Dibînin ku ev 3-4 zaravayên Kurdî ev çend jî ji hevûdu ne dûr in. Ya balkêş ev e ku ev pêvajo bêyî alîkariya sazî û dezgehên siyasî, bêyî mudaxeleya desthilatî, jixweber dimeşe û bi ya min wisa çêtir e lewre wexta dezgehên siyasî destê xwe bixine navê dibe ku pêvajoyê ber bi xwe ve kaş bikin û tiştên siyasî bixine navê. Hin derûdor standartkirina zimanan weke kuştina dewlemendiya wan dibînin û neyînî dibînin lê ez wekî zimannasekî, tu problemê tê de nabînim û standardîzasyonê, pêvajoyeke hêja û girîng dibînim.

Asayî ye bes li aliyekî jî Kurd mecbûr in hevûdu fahm bikin. Soran ji Kurmancan fahm bike, Kurmanc ji Zazayan û hwd. Gelo dermanê vê pirsgirêkê çi ye? Gelo siyaseteke neteweyî ya zimanî di nav desthilatên Kurdan de hene ku dest bavêjin vê pêvajoyê?

Ziman herî baş bi dewletbûnê re dikare xweş standardîze bibe û a niha tenê li Başûr bingeha dewletbûnê heye. Tenê li wê derê siyaseta zimanî bê meşandin lê li wê derê jî ev siyaset gelek bi kêşe ye. 4-5 sal berê hin ronakbîrên Soran xwestin ku Soranî bibe zimanî fermî yê Herêma Kurdistanê. Gelek bertekên xurt hatin nîşandan û ev daxwaz hat paşvekişandin. Îro rewşeke wisa heye ku kes nikare zimanekî bi darê zorê qedexe bike an jî zaravayekî li ser zaravayekî din ferz bike. Divê pêvajoyeke dûvedirêj mirov bide ber xwe. Îro divê hem bi riya çapemeniyê hem bi riya perwerdehiyê pêvajoyeke pirzaravayî bê meşandin ku Kurmanc bikaribin berhemên Soranî bixwînin û soran Jî bikaribin berhemên Kurmancî an Zazakî bixwînin. Bi vî awayî meriv dikare siyaseteke pirzaravayî bimeşîne. Dawiya vê pêvajoyê de kodeke hevpar wê derkeve holê. Bo nimûne zimanê ku a niha li Hewlêrê tê axaftin hem aliyên wî yên Soranî hene hem jî aliyên wî yên Kurmancî hene. Kurdekî ku qet Soranî nebihîstiye dikarin Kurmancî-Soranî ku li Hewlêrê tê axaftin bi hêsanî têbigihê. Çimkî Hewlêr bûye peytexteke kozmopolît ku hem Soranî hem Kurmancî hene, Kurdên rojava, bakûr û rojhilatî lê dijîn. Hewlêr weke laboratuarekê ye û encamên wê jî dê balkêş bibe bo pêşeroja zimanê Kurdî. Bo nêzîkbûna zaravayan gelekî erênî ye.

Û her wiha heman pirsgirêk di warê elfabeyê de heye. Kurd a niha bi piranî du elfabeyan bikar tînin û Bakurî ji elfabeya erebî dûr e lê Başûr û Rojhilatî jî elfabeya erebî bi kar tînin. Peşniyara te li ser vê babetê çi ye?

Berê Kurdan bi sê elfabeyan dinivîsandin. Elfabeyên Krîlî, Erebî û Latînî. Lê îro Kurd bi 2 elfabeyan dinivîsin. Her du elfabe jî ji bo taybetmandiyên Kurdî guncaw in. Mirov nikare bêje yek ji yekî guncawtir e. Em bixwazin nexwazin îro elfabeya erebî bûye perçeyek nasnameya Kurdên Başûr û Rojhilat. Divê meriv vê yekê qebûl bike. Ew jî nikarin bi hêsanî dev ji wê elfabeyê berdin. Meriv nikare daxwaza vê yekê jî ji wan bike. Çareserî ev e ku çaxê derfeta perwerdehiyê kete destê Kurdan, dikarin perwerdehiya bi 2 elfabeyan bimeşînin. Ev pêkan e. Di gelek modelên pirzimaniyê de pirelfabetî jî hene. Bo nimûne li Bakur elfabeya sereke bibe elfabeya Latînî lê digel wê mirov dikare elfabeya erebî jî bide hînkirin. Li başûr jî berovajî vê. Nifşên nû bila bi van herdu elfabeyan mezin bibin. Tu problem tune. Bes tenê li Başûr ev derfet heye lê ew jî mixabin siyaseteke baş a li ser zimên bi pîvanên neteweperweriyê nameşînin.

Mamoste tu wekî Kurdekî Bakurî û wek pisporê ziman, rewşa Kurdî li Bakurê Kurdistanê çawa dinirxînî. Bo nimûne beşên Kurdnasiyê ku li hin zanîngehan vebûne, her wiha komele, kovar an çapxaneyan ji aliyê hejmar û çawaniyê ve?

Bêguman ev beşên Kurdolojiyê ji bo zimanekî wekî Kurdî ku dîrokê jê re nebaşî kiriye û sed salî hatiye qedexekirin re derfeteke bêhempa bû. Li bajarên wekî Mêrdîn, Colemêrg, Amed, Çêwlik û hwd. hatibûn vekirin. Lê beşa herî berbiçav ya Mêrdînê bû. Nêzîkî 30 mamoste û zêdetir ku ne tenê Kurdên bakur, Kurdên ji her parçeyan li wê derê civiyabûn. Bi rastî jî beşa Kurdolojiyê ya Mêrdînê bû ekol di warê Kurdnasiyê de. Gelek mamoste hatin perwerdekirin û gelek berhemên delal li wê derê hatin dayîn. Mixabin ev pêvajo hate qutkirin. Va salek, du sal in gelek mamoste ji kar hatin dûrxistin. Xebatên wan jî weke berê nayên piştgirîkirin.  Ev cihê xemgîniyê ye. Me bawer dikir ku ew xebatên li Ewropayê an li Moskowayê dest pê kiribû êdî hêdî hêdî vegerin li ser xaka Kurdan. Bi vê baweriyê jî gelek lêkolînerên ku reviyabûn çûbûn nefiyê, vegeriyan welatê xwe. Mînakekê bidim, rektorê zanîngeha Mûşê hatibû Parîsê ku mamosteyan peyda bike û digot em dixwazin beşa Kurdnasiyê vekin bes mamosteyên kalîfiye tune. Îro ew pêvajo qut bûye, hêvî ev e ku ew pêvajoya ku piştgirî dida lêkolînên li ser ziman û çanda Kurdî cardin dest pê bike. Çapxane û her wiha derûdorên kovaran jî xizmeteke bêhempa dikin bo Kurdî. Lê mixabin hin gazinên çapxaneyan hene ku dibêjin xwendin gelekî kêm e li Bakur. Berê pirtûk tunebûn ku em bixwînin lê îro bi hezaran pirtûk hene lê li gor 20-25 sal berê ez dikarim bibêjim xwendevan kêm bune. Ev kêmasiyeke gelekî mezin e û divê sedemên wê bêne şopandin.

Mamoste tu helwesta dewletê li hemberî zimanê Kurdî çawa dinirxînî?

Bi rastî heta 2013-2014an hikumetê hemû astengên li ber bikaranîna zimanê Kurdî rakirin, hem nivîskî hem bi devkî. Lê mixabin tu statu neda vî zimanî. Bi min pirsgirêka herî girîng ev e. Wekî ku ji Kurdan re bibêje va me astengên li ber zimanê we rakir, êdî hûn li zimanê xwe xwedî derdikevin nakevin hûn dizanin, ev karê we ye, ne yê dewletê ye. Ev yek nayê qebûlkirin. Ji ber ku Kurd welatiyên vê dewletê ne, çawa bacê xwe didin, leşkeriyê ji vê dewletê re dikin divê dewlet jî mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî bide. Perwerdehiyeke ne tenê di dibistanan de wek ceribandineke pîlot û wek dersa bijarte. Lêkolînek li ser hatibû kirin û di wê anketê de derketibû holê ku hem xwendekar hem dê û bavên wan hem jî mamoste pir dilxwaz bûn bo perwerdehiya bi zimanê Kurdî. Lê mixabin ne materyal hebûn ne derfet hebûn. Diyar bû ku dewletê bi çavekî cidî li vî zimanî nedinihêrt. Ji bo vê divê bi perwerdeyeke giştî û fermî û di dibistanan de perwerdehiyeke bi mecbûrî be û bajarên ku bi piranî Kurd lê dijîn digel zimanê Tirkî zimanê Kurdî jî hebe weke perwerdehiyeke bi du zimanî bê dayîn.

Tu dikarî hinekî behsa projeya li ser diyalektolojiya Kurdî ku bi hevpariya Zanîngehên Rouen û Manchesterê de tê meşandin bikî?

Belê ev proje bi armanca nirxandina zaravayên Kurmancî û Soranî, dokumantekirina wan û danîna hîmê bi awayekî “database”ê di sala 2011an de bi alîkariya aborî ya British Akademiyê dest pê kir. Min û mamosteyek ji Zanîngeha Manchasterê Yaron Matras me bi hev re 2 salan projeyeke pîlot meşand. Li Dîasporayê me çend anket çêkirin da ku taybetmandiyên her du zaravayan binirxînin, dokumante bikin û wek databasê bingeha wê deynin. Dûv re me ev proje berfirehtir kir û bi alîkariya aborî ya Art and Humanities Research Council me nêzîkî 150 deverên Kurdistana Bakur û Başûr anket çêkirin û bi Rojava û Rojhilatiyan re jî me hevpeyvîn çêkirin. Di vê projeyê de me 500 peyv, hevok an gotin wergerandin zimanên serdest ên wekî erebî, tirkî, farisî, îngilîzî û hwd. da ku beşdarvan di bin bandora Kurdiya me de nemînin û me ji wan pirsî ev peyv, hevok an gotin li ba we çawa tên gotin û beşdarvanan jî bi Kurdiya taxên xwe, gund û deverên xwe li me vegeriyan û me jî ew tiranskirîp kirin û li malpera The Dialects of Kurdish bar kirin. Daneyên hêja derketin holê û portreyeke zindî ya zimanê Kurdî saz kir û bandora zimanên serdest li ser Kurdî, bikaranîna zindî, bondorên zaravayên din û nêzîkbûna zaravayan, rewşên zayend, ergatîviyê, bandora çapemeniyê hwd. zelal kir. Daneyên pir hêja derketin holê ku ên bi Kurdî re elaqedar in dikarin jê sudê wergirin. Mirov dikare metodên perwerdehiya zimên li gorî van daneyan derîne holê.

Te behsa siyaseta zimên kir. A niha Kurdistana Başûr ber bi dewletbûnê ve diçe û li Rojavayê Kurdistanê jî statuyek tê bidestxistin! Gelo siyaseteke neteweyî li ser zimên heye an? Ango çawaniya wê çi ye?

Digel ku van salên dawîn li Başûr pirsgirêkên wekî şerê li dijî DAIŞê an kêşeyên siyasî û aborî hebin jî Başûr ji derfetan bêpar nîne û baş xirab siyaseteke wan jî li ser Kurdî, perwerdehiya bi zimanê Kurdî heye lê nav lê nehatiye dayîn û şêwaza wê rengê wê nehatiye zelalkirin. Hêvî ev e ku Başûr bibe modelek bo siyaseta zimanî ya neteweyî û pêşeroja Kurdî ronî bike û pêşengiya perçeyên din bike. Her wiha em dibînin li Rojava jî van 3-4 salên dawîn dersên Kurdî tên dayîn. Divê neyê jibîrkirin ku çarenûsa Kurdî bi statuya Kurdan ve girêdayî ye. Ez dibînim xwedîderketina li zimên li Başûr, Rojava û Rojhilat xurt e lê li Bakur gelekî sist e. Elbet sedemên wê hene. Siyaseta bişaftinê li Bakur gelekî bihêz hate meşandin û êrîşeke pir dijwar li ser Kurdî hate kirin. Lê dîsa jî cihê mixabiniyê ku îro li cih û warên Kurdan li Bakur digerî dibînî ku Tirkî serdest e û prestîja Kurdî gelekî kêm bûye. Di vir de hinekî jî bandora siyaseymedarên Kurdî jî heye ku bi Tirkî siyaseta xwe meşandin û Kurd ketin vê hizrê ku meriv nikare bi zimanê Kurdî siyasetê bike û ev yek jî prestîja Kurdî kêm kir. Ya herî girîng divê Kurd bi zarokên xwe re li mala xwe bi Kurdî biaxivin. 20-30 sal berê li civakê Kurdî hatibû qedexekirin lê li nav malan, di danûstandina malbatî de Kurdî serdest bû lê îro zimanê Tirkî ketiye hemû qadên jiyanê. Banga min ev e ku Kurdî bikeve hemû qadên jiyanê û dibêjim “Siyaset jî bi Kurdî xweş” e.

Prof. Dr. Salih Akın ki ye?

Prof. Dr. Salih Akın ku bi salen e li ser zimanê Kurdî xebat û lêkolînan dike, ji Hezoya Batmanê (Êlih) ye. Piştî ku li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Ziman û Wêjeya Fransî diqedîne, bi bûrsa hikumeta Fransayê derbasî Fransayê dibe û li wî welatî di warê zimannasiyê de master û doktoraya xwe pêk tîne. Ji sala 1998an û vir ve jî li Zanîngeha Rouenê kar û lêkolînên xwe birêve dibe. Di teza doktorayê de li ser navlêkirina têgehên “Kurd” û “Kurdistan”ê û zimanê Kurdî di gotarên zanistî û siyasî de xebitiye.

HEFTENAMEYA BAS

Derbar ziman

Check Also

Peyvên Tiryakî – 4 – Cenap Şehabettîn

Her tişt nê firotan, lê her tişt tê kirîn. Bes ku tu bihayê wî tiştî …

Leave a Reply