Prof. Dr. Cebar Qadir: Nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye

Di vê hevdîtina BAS’ê de, Prof. Dr. Cebar Qadir, di dîroka serdemî ya Kurd de, qala dîroka Kerkûkê û çawaniya hewldanên hikûmetên Iraqê ji bo guherîna demografiya bajarê Kerkûkê dike û qala dîroka bilindkirina Ala Kurdistanê dike.

Weke pisporekî, nêrîna we ji bo danasîna Netewî-Nîştîmanî ya Kerkûkê di derbarê dîrok û belgenameyan de çi ye?

Prof. Dr. Cebar Qadir: Nasnameya Kerkûkê ji aliyê dîrokî, erdnigariya xwezayî û mirovî ve Kurdistanî ye, bi wateyeke din, di dirêjahiya dîrokê de beşeke ji wê erdnigariyê bûye ku bi Kurdistanê hatiye naskirin û ji destpêka qirnên serdema navîn ve Kerkûk beşek ji Herema Çiyan bûye.

Di serdema Osmanî de navenda wilayeteke Kurdî ya bi navê Şarezûrê bûye. Ji bilî niştecihên wê yên Kurd û beşeke ji Xiristiyanan, ewên din hemû di demên cuda yên dîrokê de hatine Kerkûkê. Destpêka bi komî ya hatina Ereban ji bo bajarê Kerkûkê dizivire bi hewlên peydakirina Petrolê û firotina Petrolê. Di serdema desthilatdariya Baas jî, anîna Ereban bûye siyaseteke fermî ya dewletê, ji bo Erebkirina bajarê Kerkûkê.

Dîroka hatina Tirkmanan jibo Kerkûkê gelek kevn e. Beşek ji Xiristiyanan jî, nexasim Asûrî piştî qirkirina Ermeniyan di serdema Împaratoriya Osmanî de û bi armanca derxistina Petrolê li Kerkûkê, hatine bicih kirin û di Kompaniyên Petrolê de hatine damezrandin. Ev jî di demekî de ye ku tu dokumentên dîrokî behsa wê nakin ku Kurd ji cihekî din hatibin Kerkûkê. Heta nîvê qirna 19’an Kerkûk beşek bûye ji wargeha Mîrên Kurdî yên weke Erdelan û Baban. Di vir de nasnameya Kerkûkê nayê niqaşkirin.

Weke çavkaniyên pêbawer  belge û nexşe û argûman çine ku Kerkûk weke beşeke ji axa Kûrdistanê nîşan kiriye?

Prof. Dr. Cebar Qadir: Gelek çavkanî û dokumentên dîrokî hene. Eger temaşayî her nexşeyekî zanistî bikî dibînî ku Kerkûk xistine nava Kurdistanê de. Beriya ku hestên netewî yên radîkal û nijadperestî pêş bikevin û hewla jinavbirina Kurd û Kurdistanê di dîrok û nexşeya cîhanê de were dayîn, nexşeyên dewleta Osmanî gelek bi zelalî Kerkûkê di çarçoveya Kurdistanê de nîşan dane. Nexşeya Ewropa ya beriya çarsed salan li ber destê me ye ku tê de Kerkûk di nava Kurdistanê de hatiye danîn.

Her torîstekî qirna serdema navîn, dîroka nû û serdemî jî ku serdana vê xakê kirine, dema ku gihiştine Çiyayê Hemrîn nîşan bi wê kirine ku êdî ji vir şûn de xaka Kurdistanê destpê dike.( Çiyayê Hemrîn dikeve 100 km bajarê Kerkûkê). Her wiha, hindek ji torîstan jî, ji Şareban ve qala xaka Kurdistanê kirine.

Mijara nasnameya Kerkûkê ji destpêka qirna derbasbûyî de cihê gotûbêjan nebûye, belkû piştî derxistina Petrolê û firotina wê, hewlên guhertina nasname û piştre guherîna demografiya Kerkûkê destpê kiriye.

Gelo siyaseta dûrxistin û guhertîna demografiyê ku desthilatdariya Iraqê di dirêjahiya dîroka xwe de li hember Kerkûkê û heremên din kirine, qet ji rastî, resenî û giraniya nasnameya Kerkûkê kêm dike yan na?

Prof. Dr.Cebar Qadir: Helbet wê siyasetê ziyaneke mezin gihandiye peykerê civakî û demografiya wî bajarî, sîma û rûçkê wê gûhertiye. Kerkûk, ji bajêrekî serdemî û rêkûpêk vegeriyaye gundekî mezin û bê serûber.

Desthilata xwînmij ya Baas zêdetir ji bîst taxên mezin bi navên xerîb ji Erebên bicihkirî çêkir. Navê Tax, Dibistan, Yane û Bazar û Dikanan jî guherî, weke mînak dixwest navê Taxa Rehîmava bike Endolês, navê Dibistana Kurdistanê kir Dibistana Ebdulmelîkê Kurê Merwan, navê Bajarê Kerkê kir Te’mîm. Li tevahiyê bajar û cihên stratêjîk wargehên niştecîbûnê ji bo Erebên ku ji derve anîbûn çêdikir. Li parelelê wê de, bi sedan gundên Kurdî wêran kir û xelkê wê ji bajar dûr xist yan jî di dema Enfalê de, li biyabanên Başûr de zîndeçal dikirin. Pêvajoya derxistina gelê Kurd ji Kerkûkê bi qasî 40 salan dewam kiriye. Di wan çil salan de, yek Kurd jî di nav bajar de nekirin karmendê dewletê, her tim ew dişandin bajarên din yên Kurdistan û Iraqê. Baas bi wê yekê jî nesekinî, belkî di heman demê de cihên giring yên bajarê Kerkûkê qut dikir û ew girêdida bi bajarê din ve. Bajarokê Kifrî xistin ser bajarê Diyala, Xûrmatû xistin ser bajarê Selahedîn, Çemçemal û Kelar jî xistin ser Silêmaniyê, bajarokê Pirdê jî her di navbera Hewlêr û Kerkûkê de dihat û diçû. Bi vî awayî roj bi roj hijmara şêniyên Kerkûkê ji Kurdan kêm kirin. Her wiha bi van biryarên hikûmetê jî, Kerkûkê nîvê axa xwe ji dest da û ji 20,000 km çargoşe bû kêmtir ji 10,000 km çargoşe.

Madeya 58’an ya zagona rêveberiya demkî ya hikûmeta Birîmer taybet bû bi Kerkûk û heremên din yên Kurdistanê, çima nehate bicihkirin? Rola Amerîka di paşxistina çareserî û yekalînekirina pirsgirêka Kerkûk û deverên din de çi bû?

Prof. Dr.Cebar Qadir: Desthilata dagirkarî ya Amerîka li Iraqê di sala yekem de amade nebû guh bide kesî, bi serkêşî serederî dikir û zimanê gef li hember daxwaziyên rewa yên xelkê bikar dianî û li hember wan pirsgirêk û aloziyên ku derdiketin daxwaz ji Kurdan dikir nermiyê nişan bidin û pirsgirêkan ji wê zêdetir aloztir nekin.Yek ji wan pirsgirêkên mezin mijara deverên Kurdî yên derveyî Herema Kurdistanê bûn.

Bi alozbûna rewşa ewlekariya Iraqê û zêdebûna tûndûtûjîyên mezhebî û êrişên hêzên Amerîka, daxwaza derketin ji wê rewşa kaotîk ya Iraqê bû bijardeyek biqewet. Di vir de hikûmeta Berêmer nedikarî tû pirsgirêkekî çareser bike û tenê hizra wê dikirin ku çawa ji Iraqê derkevin. Ew made bi awayekî hate dariştin ku bibe mijareke dûrûdirêj û serêş û derfeta destêwerdanê jî têde hebe. Ez bawer dikim peymanên Amerîka bi welatên weke Tirkiye û Erebistana Siûdî û Misîr hwd, ji bo parastina yekîtiya axa Iraqê û rê nedan bi statûyeke Kurdistanî, di madeya 58’an de veşartiye. Ji ber kû hemû kesî dizanî ku bi vegera Kerkûkê bo ser Herema Kurdistanê, egera serxwebûna Kurdan, bihêztir dike.

Biryar bû di dîroka 31-12-2007 de tevahiya qonaxên madeya 140’î were bicîkirin, lê ev 10 sal di ser wê de derbas dibe, sedemên bicînekirina wan çi ne, kî berpirsyar e?

Prof. Dr. Cebar Qadir: Bi dereceya yekê hikûmeta Iraqê berpirsyare, jiber ku di madeyê de bi ronî qala bicîkirinê ji aliyê hikûmetê ve hatiye kirin. Lê hikûmetê bi tu awayî hewldana bicîkirina wê nedaye, berovajî wê astengî ji bo bicîkirina wê derxistiye.

Nûnerên Amerîkî jî hinekî berpirsyar in di dariştin û bicînekirina madeya 140’î de. Karbidestên Kurd jî helbet nikarin xwe ji berpirsiyartiyê dûr bixin li hember bicînekirina wê madeyê de.

Eger bersiva we ew be ku karbidestên Kurd erkên xwe bi başî pêk neanîne, wê demê hûn liser wê gotinê çi dibêjin ku berpirsên Kurd di bin zextên Amerîkayê de ew made imze kirine?

Prof. Dr. Cebar Qadir: Ez dibêjim ku berpirsên Kurd xweşbîn bûn û bi hêsanî bawerî bi deste û grûpên siyasî yên Iraqê kirine, ew jî bacek mezin bû li ser Kurdan. Helbet berpirsên Kurd ku weke hevalbendên Amerîka dihatin naskirin, li jêr zextên wan de hatin neçarkirin di hinek biryar û mijaran de razî bin ku di dawiyê de bi zerera Kurdan temam bûne.

Hûn bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê çawa dinirxînin?

Prof. Dr.Cebar Qadir: Ez bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê weke mafekî rewa û qanûnî yê Kurd dizanim û bi temamî piştgiriya wê dikim. Eger mafê Iraqê heye ala xwe li Kerkûkê bilind bike, mafê Kurdan ji wan zêdetir e ku ala xwe li Kerkûkê bilind bike. Dema ku hêzên Iraqî Kerkûk ji DAIŞê re hiştin, Hêzên Pêşmergên Kurdistanê û Asayişa Bajêr ew dever parastin. Ya din jî, ew kesên ku li dijî wê yekê ne ku Kerkûk vegere ser Herema Kurdistanê ewqas bihêz nînin, lewra dixwazin bi riya welatên cîran çavsorî bi Kurdan bikin. Lewma ez dibêjim, tenê yekêtiya hêzên siyasî û civaka Kurdistanê, dikare bibe garantiya parastinê li hember wan gefan.

We di nivîsekî xwe de gotiye ku ew Ala Kurdistanê ye ne ku tenê ya Herema Kurdistanê ye. Hûn di wir de rexne li rewşenbîrên Kurd digirin ku hê jî Ala Rengîn tenê weke ya Herema Kurdistanê dibînin.!?

Prof. Dr. Cebar Qadir: Belê ew tekane Ala Kurdistanê ye û li gor belgeyên dîrokî mirov dibîne ku vaye sed sal e ku Kurdan ew al bilind kirine. Ji Komeleya Taalî ya Kurdistanê heta Partiya Azadî û Xoybûn û Komara Kurdistanê û heta digihîje îro, ew al bilind kirine. Ewên ku wê alê ala xwe nabînin ji du aliyan ve şaşitî kirin, ji aliyekî ve agahdarê dîrok û netewa xwe nînin û ji aliyê din ve ala partî û sazî û ala nîştîman û netewî ji hev cûda nakin. Ji ber wê yekê jî şewitandina her alekî di cî de nine.

Guherîna demografiyê çi xeteriyê li ser jinavbirina nasnameya bajêrekî dike?

Prof. Dr. Cebar Qadir: Dîrok û erdnigarî ji gelan re gelek giring e û weke nasnameya welat û gelekî tên naskirin. Em jî weke Kurd qurbaniyên velvîna xelkên biyanî ne ku, bi zorê axa me dagir kirin û sîma û rûçikên bajar û avahiyên me gûhertin. Ez dikarim bêjim ku pêvajoya Erebkirina Kerkûkê cûdatir e ji velvîna normal ya xelkê, ji gundan bo nav bajar, jibo jiyaneke baş û destkeftinên xizmetguzariyê.

Hinek kes û alî hene îddîa dikin ku bilindkirina alê li Kerkûkê senaryoya partiyeke siyasî ye, belkû dibêjin ew projeya serxwebûna Kûrdistanê jî ku tê qalkirin, pilana dijminan û welatên dagirker e, hûn çi dibêjin li ser van nêrînan?

Prof. Dr. Cebar Qadir: Em dizanin ku hevrikiya siyasî û hizbî li Kûrdistanê di çi rewşeke xerab de derbas dibe. Partî û grûpên siyasî kêmtir bawerî bi hev dikin. Zimanekî tûnd li dijî hev bikar tînin. Tevî wê rewşê jî, ji min re girane ku hemwelatiyekî Kurd li dijî bilindkirina Ala Kûrdistanê be li Kerkûkê. Helbet gelek başe ku tû ajandayek hizbî li pişt wî karî nebe, lê eger ew jî têde be, ez her bi erka xwe dizanim piştgîrî lê bikim û cihê şermezariyê ye kû Kurdek bêje serxwebûna Kûrdistanê pilana dijminê Iraqê ye. Eger pilan be ew pilana Kurdan e, jiber ku ew Kurd e kû dixwaze weke gel û netew, Kûrdistaneke serbixwe ava bike. Bilindkirina alê, pêkanîna referandûmê û ragihandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê xewna Kurdan e û heta ku Kurdek hebe ew xewn jî dê zîndî bimîne.

Dibêjin Tirkmanên Kerkûkê û derdora wê, kî hikûmdariya wan bike bila bike tu pirsgirêk nine, bila zalim û sitemkar jî be, lêbelê ya giring ew e ku ew hikûmdar ne Kurd be; ev gotin çiqasî rast e?

Prof. Dr. Cebar Qadir: Ez nikarim qala hemû Tirkmanan bikim, gelek kes hene ku dixwazin jiyaneke asayî û bêarîşe bijîn. Em dikarin bi giştî Tirkmanên Kerkûkê bikin du beş. Yên ku Şia nasnameya wan e mezheba wan ji bo wan giringtir e, ew tevlî projeyên partî û grûpên Şiayên Iraqê bûne û çarenivîsa xwe bi wan ve girê dane. Beşa din ji mezheba Sunî ne, di nav wan de çendîn partî û rêxistinên cuda hene. Di nav wan de, Eniya Tirkmanî ji yên din çalaktir û dengbilindtir e. Eniya Tirkmanê Iraqî, berê di destê MITê de bû, nêzikahiya wan li hember Kurdan çawa bûya, Eniya Tirkmanî jî bi heman awayî tevdigeriya. Pişt re di dema Ahmet Davutoğlu de ew doz veguhestin ji Wezareta Derve re û bi pêşveçûna têkiliyên aborî yên Tirkiye û Herema Kurdistanê dengê wan hinekî nizm bû. Dest ji wê berda ku itîrafê bi hikûmet û Herema Kurdistanê bike û hewl da ku her çawa dibe endamek û xwe bigehîne Parlementoya Kûrdistanê. Niha ew endamê wan ji aliyekî sonda zagonî xwariye ku berjewendiyên gelê Kurdistanê biparêze, lê ji aliyekî din ve li dijî bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê ye ku ew jî krokiya berjewendiya gelê Kurdistanê ye, lewma li gor min wî kesî mercên endamtiya xwe di parlementoya Kurdistanê ji dest daye.

Madeya 140’î di rastiyê de cûreyek ji zilmê bûye ji Kurdistanîbûna Kerkûkê û nasnameya wê

Ew made, tejîiye ji zilm û bêdadmendî ji bo Kurdên Kerkûkê û deverên din ên derveyî Herema Kurdistanê.

Beriya her tişî îtîrafnekirina partî û grûpên siyasî yên Erebên Iraqê bi tawana bi Erebkirin û qirkirina nijadî ya Kurd li Kerkûkê û deverên din, weke helwesta nemirovane û dijî Kurd yên karbidest nû dizanim, ji ber kû tawanên Baas di wan deveran de bi veşartî nebûye ku di rastiya wan de şik û guman hebe.

Di nivîsên fermî yên hikûmeta Iraqê ji bo saziyên hizbî û dewletê de, daxwaz ji hemwlatiyên Ereb dihate kirin, ew kesên ku dixwazin nav û nasnameya xwe ji bo bajarê Kerkûkê vegûhezin, dê hikûmet parçeyek erd û deh hezar Dînar bide wan û eger karmendên hikûmetê jî bin, dê di saziyên Kerkûkê de werin bicihkirin û ewên ku ne karmendin jî, dê derfeta karkirina wan di kompaniyên Petrolê û kompaniyên din de, saziyên ewlekariyê û hizbî de, ji wan re bidin kirin. Ji ber wê siyasetê bi deh hezaran kesan berê xwe dane Kerkûkê û zêdetir ji 20 tax ji wan re hatin çêkirin. Li derveyî bajar jî, bi hezaran malbatên Ereb li ser zevî û erdên Kurdan hatin bicîkirin û cotkarên Kurd ji wan deran derxistin, ewên man jî, bûn paleyên kirêgirtî di parzîngehên berê li cem xwedanên xwe yên biyaniyên nû.

Basnews

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply