Poşmanî

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.

Zarokek û dayîka xwe hebûn. Ji ber ku zilamê pîrekê mirî bu hemû karê malê pîrekê dikir. Kuçikekî pîrekê jî hebû. Rojêkê ji pedîviye malê pîrek divê biçûya bazarê. Lê nizanîbû çi bike ji zaroka xwe. Dawiyê de, biryara ku zaroka xwe li malê bihêlê dide. Pîrek zaroka xwe dixê derguşê û radizêne. Duvre pîrek derdikevê û diçê bazarê.

Demek duvre marek bi hêdîka nezîkî derguşê dibê. Kuçikê malê mar dibîne. Dema ku mar xwe tavêjê ser derguşê kuçik derdikevê pêşiya mar û bi mar re şer dike. Di dawiye de kuçik mar dikujê. Her derê kuçik û dora derguşê bi xwin dibê.

Piştî vê bûyerê pîrek tê malê. Deriye xwe vedike û dibînê ku dora derguşê û devê kuçik bi xwîne. Bi girî û bi hawar bivir hildigre û kuçik dikujê. Bi girî berbi derguşa xwe ve diçe. Dibînê ku zaroka wê nû ji xew şiyardibe. Pîrek, ji nû fêm dike ku kuçik zaroka wê ji pêvedana mar xilaskiriye. Lê çi çare kuçik bi destê pîrekê hatiye kuştin.

Çîroka me li diyaran,

Rahmet li dê û bavên guhdaran,

Ji xeynî şeytanê qûlên dîwaran.

  • Berhevkar:Dilazad A.R.T – Lêkolîner / Folkrorist
  • E-mail: dilazadart@gmail.com
  • Herem:Nisêbin
  • Sal:2005
  • [10+] Ji bo zarokên 10 salî û berjortir de.

 

 

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply