POETÎKA

Mesnewîya Mem û Zînê û destana Memê Alan du berhemên helbestkî ne. Berhemên helbestkî ji du hêmanên bingehîn pêk tên: Ruxsar û naverok. Naverok, ji mijara berheman pêk tê. Ji mijara berhemên helbestkî mirov dikare paşxaneya berheman a fikrî derxe holê û van berheman şîrove bike. Ruxsar jî bastûra şeklî ya berhemên helbestkî ye. Ev taybetî, bêhtir çarçove û sînorên berhemên helbestkî nîşanî me dide. Rêya qayîdeyên helbestnivîsînê carinan li gor serdeman, carinan jî li gor cureyên edebîyatê diguhere. Em dikarin bibêjin ku avabûna destana Memê Alan ji ber ku berhemeke zarekî ye bi serdema xwe ne kifş e. Digel vê yekê, ji ber ku ev destan bi cureyê xwe dikeve kategorîya edebîyata gelêrî, li gor vî cureyî teşeya xwe girtiye. Herçî Mem û Zîna Xanî ye ku hem bi dîroka xwe kifş e (1695) hem jî dikeve ekola edebîyata klasîk. Ji ber ku cureyên helbestê yên van berheman ne wek hev in û avabûna wan ji hev cuda ye û ji hêla teşeyên xwe ve ji hev dûr ketine. Wek encama vê rewşê, Memê Alan bi cureyekî edebîyata gelêrî (destan), Mem û Zîn jî bi cureyekî edebîyata klasîk (mesnewî) hatiye nivîsîn.

Em dikarin bibêjin ku ev her du berhem ji hin alîyan ve ji hev dûr ketibin jî alîyên wan ên hevpar jî hene. Tê dîtin ku her du berhem jî ji hêla ruxsarê ve bi helbestkî ne û herçiqas cureyên wan ên helbestê ne yek bin jî di honaka metnan de tahkîyeyek heye. Anku her du berhem jî di naveroka xwe de ji me re çîrokekê dibêjin. Çîrokên ku di her du berheman de tên vegotin kêm zêde heman çîrok in, lê cudatîya wan a ruxsarî heye. Di edebîyata klasîk de, di nivîsandina helbestan de bêhtir qayîdeparêzî heye, lê vê yekê em nikarin ji bo berhemên edebîyata gelêrî bibêjin.

Sînor û qayîdeyên helbestê yên ruxsarî gelek caran hatine nîqaşkirin û analîzkirin. Em dikarin bibêjin ku ev qayîde di edebîyata gelêrî de bêhtir bi awayekî bêkontrol hatiye kirin û cureyên nezmê yên edebîyata gelêrî wisa hatine kifşkirin û paşê wek kevneşopîyekê di nav edebîyata neteweyên curbicur de belav bûne. Lê ji bo edebîyata klasîk mirov nikare heman tiştî bibêje, lewre di edebîyata klasîk de berîya ku şair helbesta xwe binivîse li ber wî çend cureyên helbestê yên wek xezel, qesîde, mesnewî hwd. hene û her yek jê xwedîyê qayîdeyên curbicur in. Şair, bi vîyana xwe forma helbesta xwe kifş dike û li gor wê, helbesta xwe saz dike. Di edebîyata klasîk de şair, li gor fehma xwe ya estetîkî peyvan di nav ristên nezma xwe de bi cih dike û ritim û hevsazîyeke taybet jê diwelidîne.[1] Xanî jî di vê çarçoveyê de wek cureyê nezmê, mesnewî hilbijartiye û poetîkaya helbesta xwe jî wek tahkîye kifş kiriye. Poetîkaya tahkîyeyê ji hêla gelek kesan ve hatiye tercîhkirin. Tahkîye, potîkayeke berbelav e di nav edebîyatê de û gelek sedemên tercîhkirina vê poetîkayê hene. Ji van sedeman a herî girîng ew e ku şair, bi tahkîyeyê anku bi dubarekirina çîrokeke ku berê hatiye gotin dixwaze ku berê xwînerên berhema xwe bide fikirîneke kûr û wisa bike ku xwîner bi xwendina vê çîrokê, çîroka xwe keşif bike.[2] Xanî jî bi dubarekirina çîrokeke ku berê jî dihat vegotin, xwestiye merama xwe bibêje û peyamên xwe bi rêya vê poetîkayê bigihîne xwînerên xwe.

Xanî, dema ev çîrok dubare kiriye wisa xuya ye ku girîngî nedaye wî tiştî ku bê ka ev çîrok bi rastî jî di nav gel de qewimîye yan na. Ji bo wî, tiştê girîng helbesta wî ye. Di teorîya helbestê de jî tiştê girîng ruxsar û naveroka wan e. Xanî, li gor termînolojîya edebîyata klasîk û li gor qayîdeyên vê ekolê helbesta xwe saz kiriye. Heke em ji hêla naverokê ve lê binêrin em dibînin ku li gor hin teorîzanan, di pîramîda helbestê ya navxweyî (naverokî) de heqîqeta teqez hedefa nepenî û razber e ku şair dixwaze xwe bigihîne wê.[3] Li gor vê teorîyê hedefa duyem remz û sira helbestê ye, ya sêyem jî pîvanên wek xweşikî, kelecan, aheng û edaya helbestê ye.[4] Anku em dikarin bibêjin ku di vê pîramîda navxweyî ya helbestê de, pêşî heqîqeta teqez (dibe ku ev Xwedê be) heye û di nav remz û sirê de veşartiye; ji bilî wê xweşikî, kelecan, aheng û eda jî sîrayetê hemû helbestê dikin û digel heqîqeta teqez remz û sirê jî di nav xwe de dihewînin. Sembolîstên fransî yên sedsala 20î yên wek Paul Valéry, Boeudlaire, Mallarme, Verlaine jî ji bo naveroka helbestê anku pîramîda helbestê ya navxweyî girîngîyê didin remz û sira helbestê. Di edebîyata tirkî de wisa xuya ye ku bandora van sembolîstên fransî heye. Ev bandor pêşî bi rêya Ahmet Haşim teorîze dibe û paşê bi rêya Necip Fazıl Kısakürek, Yahya Kemal hwd. berbelav dibe. Li gora Kısakürek, di naveroka helbestê de armanca helbestê ne ew e ku mirov ji tiştekî were agahdarkirin, armanca sereke ew e ku di helbestê de tiştek were veşartin û ew jî wek remz û sira helbestê tê binavkirin. Kısakürek, di berdewama van ramanên xwe de dibêje ku raman û hest jî du hêmanên bingehîn ên helbestê ne ku sînorên wan ji hev nayên qetandin. Li gor wî divê di helbestê de hest û raman di nav hev de bihelin, lewre hest bêyî ramanê, xavokî ye û raman jî bêyî hestê, hişk û hola ye.[5] Kısakürek dibêje hest û raman bi hev re honaka helbestekê ava dikin û vê yekê (naveroka ku ji hest û ramanan pêk tê) dişibîne qurmê darekê. Dibêje naverok qurm be, ruxsar jî nexşa wê qurmê ye ku wek xuyanga wê ya estetîk û fonetîk e.[6]

Têkilîya ruxsar û naverokê (şekil û muhtewa) ji berê ve tê nîqaşkirin û ev tişt yek ji pirsgirêka herî mezin a teorîya helbestê ye. Em dibînin ku îro poetîkaya helbestê gelekî guherîye û bikaranîna qayîdeyên ruxsarî yên wek serwa, wezin, teşeya nezmê li teserûfa şairan hatiye hiştin.[7] Heke mirov ji hêla ruxsarê ve li helbestan binêre, tê dîtin ku di nav dîrokê de ji bo ruxsara derveyî ya helbestê gelek teorî hene. Em dikarin bibêjin ku hêmanên helbestê yên ruxsarî ji wezin, serwa, redîf, çarîn / malik / bendan hwd. pêk tên. Li gor hin kesan, bêyî van hêmanan helbest nikarin werin nivîsandin, li gor hinekan jî (wek ekola helbesta serbest) divê di helbestan de qayîdeyên şeklî yên wek serwa, redîf çarîn hwd. tune bin. Kısakürek dibêje erê, naverok û ruxsara helbestan wek rih û bedena mirovan nikarin ji hev werin qetandin, lê divê werin zeftkirin û kontrolkirin.[8] Ruxsar îskeleta destanê ye û digel vê, çawa ku îskeleta însanan fonksîyona xwe pêk tîne û xwe nîşan nade, ruxsara helbestê jî divê wisa be.[9] Ji bilî ruxsara derveyî ya helbestê ruxsara navxweyî ya helbestê jî heye ku ji hêmanên wek ahenga navxweyî, wateya navxweyî, helwesta mîzacî, rewşa hestewarî û ji rihê razber pêk tê û digel wezin û ritma helbestê ya digel van hêmanan, ruxsara navxweyî ya helbestê ava dibe.[10] Bi giştî, ruxsara helbestê nîşanî me dide bê ka helbest çawa, anku bi kîjan şêwazê hatiye nivîsîn. Bersiva me dide bê ka qayîdeyên helbesta ku hatiye nivîsîn çi ye. Di edebîyata klasîk a Rojhilatî de jî şair mecbûr in ku li gor qayîdeyên ruxsarî tevbigerin.[11] Wek mînak, heke cureyê mesnewîyê hilbijêrin mecbûr in ku qayîdeyên şeklî yên mesnewîyê yên di edebîyata klasîk de li helbesta xwe bisepînin û di wê çarçoveyê de helbesta xwe binivîsin. Em dibînin ku Xanî di Mem û Zîna xwe de cureyê mesnewîyê hilbijartiye û qayîdeyên ruxsarî yên mesnewîyê li berhema xwe sepandiye.

Ev nivîs ji Teza Volkan Korkmaz BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE ” hatiye wergirtin

[1] Elbir, h.b., r. 12.

[2] Musa Balcı, “Poetik Bir Tavır Olarak Mesnevi’de Anlatım”, Birey ve Toplum Dergisi, Citl 8, Sayı 16, Güz 2018, rr. 92-93.

[3] M. Orhan Akay, Poetika Dersleri, Dergâh Yayınları, İstanbul 2018, r. 187.

[4] h.r.

[5] h.b., r. 190.

[6] h.r.

[7] Elbir, h.b., r. 12.

[8] Akay, h.b., r. 192.

[9]h.r.

[10] h.b., r. 193.

[11] Muhsin Macit û Uğur Soldan, Edebiyat Bilgi ve Teorileri El Kitabı, Grafiker Yayınları, Ankara 2008, r.76.

Derbar ziman

Check Also

Saeta Wenda

ustin Wright û Edward Breath, du misyonerên ameríki, gava ku li Îranê digeriyan û çerx …

Leave a Reply