Podcasta Jinên Kurd (Kurdish Women Podcast)

Hûn bi xêr hatin Podcasta Jinên Kurd (Kurdish Women Podcast).
Di van rojên reş û nexweş de armanca me avakirina platformeke podcastê ye ku pê re jinên Kurd bikaribin deng û awazên xwe bigihînin qada navneteweyî û bi xemla xwe ya dîrokî jî qadê bixemilînin.

Podcasta Jinên Kurd, dixwaze li seranserê cîhanê bibe tevnek ji bo jinên kurd û pê re jî têkiliyên xurt di navbera jinên Kurd û jinên cîhanê de ava bike.Wekî tê zanîn li seranserê cîhanê medya bi piranî li ser pergaleke mêrane tê birevebirin û tenê çîrokên bijartî tên vegotin. Lê wekî birîqîna stêrkekê di nava tariyê de ew ê xebat û hewlên me ji bo kêmkirin û lawazkirina vê pergalê be, em ê ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo hemû jinên cîhanê deng derxin û bidin derxistin.

Herwiha em ê podkasterên jin di vî warî de perwerde bikin û ji wan re bibin platformeke nû.Em di vê baweriyê de ne ku parvekirinên ji çîrokên jinên Kurd ew ê hêzê bide jinên cihanê û ew ê bibe sembola ragihandineke xurt di navera jinên Kurd û jinên cîhanê de.

Nivîs ji Kovara Kubarê hejmara 4an hat standin

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply