Pîvaza sor ji bo cûreyên kanserê baş e

Pîvaza sor ku bi taybetî li metbexa xelkê Behra Sipî zêde tê bikaranîn, tê gotin ku bedena mirovî ji kanserê diparêze. Li gor lêkolînên pisporên Kanadayî; tiştên di nava pîvaza sor de hene pêşî li kanserê dibirin. Lêkolîner weha dibêjin:

“Tiştên hevgirtî yên nava pîvaza sor, bedenê ji kanserê diparêze, hem têkiliyên nava hucreyên kaserê dibirin û nahêlin hucre belav bibin. Wekî jin jî hucreyên kanserê dikujin. Ji bo kansera kolon û ya pêsîrê bandora pîvaza sor bi erênî hatiye tesbîtkirin.”

Hem tê gotin ku ne tenê ji bo kanserê lê ji bo nexweşînên dil jî baş e. Bi pahtin an bi xavî bête xwarin, ferq nîne.

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

Li Ser Penceşêra (qanser) Malzarok û Memikan

  Çavkanî: hawarnet.org

Leave a Reply