Pazartesi , Ocak 18 2021

PÎVAN Û BANDORA HELBESTÊ-1

Karê helbestvanan, birayetî û pêk ve jiyanek bi rûmet, giringiya ziman û çandê ye.

Helbestvan lazim e rexneyên bi pîvan û avaker bike.

Giringiya peyvanû wateya helbestê, bi hev re bê hûnandin.

Helbestvan mîna parzûnekê ye, hevokan diparzinîne dike rist û bend.

Helbest ê sereke bi zimanê xwe bi kar tîne û ev wezîfeyek e ku bandorê li ser millletê xwe bike.

Ev xebata helbestê di dilê mirova da cihê xwe digre, hestên netewî gûr dike.

Bi taybet hêviya helbestvanê Kurd, ew e ku Kurdî bibe zimanê xwendinê û li ser hezkirina  civakî tesîrê bike.

Her ku xebata hozanvan  pêş bikeve derbasî astek bilind dibe.

Di vê demê de Televizyon û medya, dezgeha ragihandinê ne ku  pê netewa xwe hişdarî bikin.

Pêwîst e ku helbestvan bê minnet û bê hêcet beşdarî bernameyab bibin û berhemên xwe bi dilnizmî şanî netewa xwe bidin ku wan dorpêç bike û hesta ziman ji dilên wan bifûre.

Lazim e ku helbestvan weke pîsporekî çareserkirina derûniyê, têgihiştî bin û terapiyê bikin.

Berhemên helbestvanan, giringiyê biafirînin û bi bin piştevanê xwendina ziman. Helwestên xwe bi hemî şêweyan bixemilînin, diyarî netewê bikin û bîbin berpirsiyarên wan.

Rewşa rewşenbîr û hozanvanan bi avakirinê û xizmetên  xwe serkeftî bin

Helbestvan çîroka milletê xwe bi hevokên delal bi kar bînin.

Di helbestan de peyvên ji rêzê û peyvên nû bên afirandin

Di taybetmendiya helbestê de, bejin, bilindî û xweşikbûnek xwe heye, hemi hozanvan di vê mijarê de hestgerm bin.

Piçek dewlemendiyên metaforî jî di nava helbestê de cî bigre, bala xwendevana bikşîne.

Helbestvan xwedî helwestên  pîroz in.

Karê helbestvanan vekî karê tevnê ye ku di encamê de rengên ta bikin xemla karê tevnê.

Helbest ji kezeba helbestvan weka  rubarên erdnîgariya welatî wî divê biherike.

Helbestvan pêwîst e ku hestên dilên dayîkan hîs bike û bi peyvên zêrîn bixemilîne.

Helbest divê hinava mirova bisoje û kela dilê wan germ bike.

Helbestvan heger welatê wî bindest be û ne serfiraz be, bi helbestên xwe bergiriya welatê xwe bike.

Hemî dîmenên mirovahî û xwezayî ji helbestvan ra dibin hevokên zêrîn

Helbestên wan dibin dîrok, dibin çîrok û serboriyên civakî.

Helbestvan dibe koçber, dibe şivan û rencber, gavan, xebatker û cotyar. Dibe egîd û pêlewan, dibe xoşewîst û dîlber û dibe şêr û piling, baz û xezal.

Helbestvan xizmetkarê herî nazik û nazdar e, dil germ û xessase, geh xemgîne geh bêzare û di heman deman de hestyar e, pîspor û derûnnas e.

Çi hozanvanê netewan hene, amadekarê çand û folklor û hestên netewî û dîroka milletê xwe ne.

Helbestvan fedakarên dil dargirtîne, bi qêrîn û hawar in. Mîna teyrên baz in ku êrîşkar bi dirrindeyî bigrin ser hêlîna wan ew jî hewl bidinê ku bi baskê xwe berxwedanê bikin

Xebatên helbestvanan, hevldana wan ji çavên wan ê ronî û dilên wan ê dagirtî û fikr û ramanên berfirehî pêk tên.

Jêr zemîna ser kaniya wan xezîneyên dewlemend in, bi delalî xemilandîne û bi xemgîniyek balkêş di mêlaka/kezeb xwe de dikin êş û azar tînin ziman.

Heyvanê hemi avahiyên jiyanê ne. Ava qerisîne, masiyên deryayên bê binîne, çiyayên bilind û asê ne, stariyê li netewa xwe dikin.

 (Berdewamî heye)

Mamoste Baqî-Çandname

About ziman

Avatar

Check Also

TERCÎHA NIVÎSKAR

Bi sedan cure xwendevan hene. Her xwendevan li gor xwe xwedî taybetiyên curbecur in. Xwendevan …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir