Pitikên tûpî: Hêviya malbatên bê zarok

Pirsgirêka nezayînê, pirsgirêkeke civakî ya mezin e ku di van salên dawî de bêtir derdikeve pêş. Lê belê malbatên ku zarokên wan çênabin êdî dikarin dev ji vê daxwaza xwe bernedin; Lewre bi rêya bebikên tûpî dikarin bibin xwediyê zarokan. Rêbaza bebikê tûpî ku dikare malatan bike xwedî zarok, di van salên davî de li Bakurê Kurdistanê gelek bi pêş ketiye. Mêrên ku zarokên wan çênedibûn û 2-3 caran dizewicîn, êdî nazewcin, lewre bi vê rêbazê tedawî dibin û dibin xwedî zarok.  Bijîşk Zekî Akkum da zanîn ku nebûyîna zarokan ji sedî 40 ji mêran ji sedî 60 jî ji nexweşînên jinan pêk tê û di vê babetê de temen jî pir girîng e.

ZekiAkkum1.jpeg görüntüleniyorZekiAkkum1.jpeg görüntüleniyor

Ji sedî 15 malbat nikarin bibin xwedi zarok

Di vê serdema teknolojîk de, bi guherîna îqlîm û kêmbûna adanên sirûştî re hejmara malbatên ku zarokên wan çênabin roj bi roj zêdetir dibin. Kurdên ku dereng beşdarî jiyana bajarvanî bûn û ji nişk ve bi çerxên teknolojiyê û encamên wê re rû bi rû man, êdî serê wan bi encamên vê jiyana nû re jî rû bi rû dibin. Bijîşkê Navenda Beşa Zayînê ya Nexweşînên Jinan Zekî Akkum’ê ku ji sala 2002’an ve li ser bebikên tûpî dixebite, di derbarê vê babetê de me agahdar kir. Akkum destnîşan kir ku bebika tûpî ya yekem a Amedê di sala 2004’an de hatiye dinê. Akkum diyar kir ku kesên zarokên wan çênabin û dixwazin bibin xwedî zarok dikarin serî li wan bidin. Akkum got: “Welatê me jî tê de, li hemû dinyayê ji sedî 15 malbat nikarin bibin xwedî zarok. Jin û mêr piştî têkilaya bi pergal ger ku nebin xwedî zarok divê muayene bibin. Li gor cureyên pirsgirêkên tenduristî hin malbat, bi rêbaza bebikê tûpî,hin jî bi tedawiyê dibin xwedî zarok.” Akkum diyarkir ku di pêvajoya dermankirinê de divê bijîşk rêbaza herî bi bandor, hêsan û erzan bi kar bîne û dom kir: “Rebaza duyem jî ew e ku heta derfetên tedaviyê hebin divê dê û bav bêne tedawîkirin. Rêya dawî jî rêbaza bebikên tûpî ye.” Akkum anî ziman ku lêkolînên wan ên salên dawî destnîşan dikin ku di malbatên ku serî li wan didin de tu pirsgirêk tune ne. Akkum got: “Ger ku pirsgirêk hebin, em li gor pisgirêkê tedawiyê pêktînin. Sedem tunebe jî ji bo ducanîbûnê em dû salan disekinin ku bi rêya xwezayî bibin xwedî zarok. Di dawiya 2 salan de ger ku hê jî zarokê wan çênebe, em tedawiyê pêşniyaz dikin. Egera dûcanîbûnê di nav 2 salan de, ji sedî 25 dadikeve ji sedî 2’yan. Ev egerî piştî heft salan jî dadikeve ji sedî 1’î û ji ber vê yekê em piştî du salan tedawiyên pêvist didin destpêkirin.”

Divê nexweşî zu bê teşhiskirin

Di derbarê teşhîskirina pirsgirêkê de jî Akkum anî ziman ku pirsgirêken nezayînê bi du awayi têne tedawîkirin û got: “A yekem, derzîkirin, a duyemîn jî bebike tûpi ye. Di ya yekem de malbat di sê qonaxan de derbas dibin. Ger ku disa jî jin dûcanî nebin, piştî derzîkirinê ew derbasî tedaviya bebikên tûpî dibin”. Akkum anî ziman ku ew êdî rêbaza derzîkirinê bi kar nayînin; Lewre ev rêbaz bi qasî rêbaza tûpî bi bi kêr nayê. Zekî Akkum di derbarê nexweşiyên ku dibin sedemên bê zaroktiye de jî da zanîn ku li heremê pirsgirêka ku herî zêde tê ditin pirsgirêkên înferktîf an jî pirsgirêka spermê ya mêr e. Akkum got: “Li heremê di nav mêran de pirsgirêka spermê zêde ye û ev jî bêtir ji ber bandora pirsgirêkên aborî ya li ser derûniyê peyda dibe. Li heremê pirsgirêken aborî û civakî, bi xwe re gelek nexweşiyan jî tînin. Nexweşiya sereke jî nebûna testîsên jêrîn e. Ev nexweşî dema ku zarok tê dinê destpêdike. Ger ku zû bê teşhîskirin û di nava salekî de bê tedawîkirin ji holê radibe; Lê li hereme ev tişt tuneye. Carinan heya zewacê nayê tedavîkirin.” Akkum da zanîn ku nexweşiyeke din a girîng jî binguhk e, di zaroktiyê de ger ku zarok bi vê nexweşiyê bikevin, spermên wan kêm dibin. Akkum got ku ev kes piranî nabin xwedî zarok. Akkum anî ziman ku jin jî bi heman pirsgirêkan re rû bi rû ne, du nan jinan de nexweşiya ku zêdetir tê ditîn nexweşiya pervîk înflamator a ku piştî îltihabê tûpên dûcaniyê dixitimîn rû dide. Ger ku di tûpên malzarkê de hatibe girtin, ji bili rêbaza bebikê tûpî tu rê li pêşiya wan namîne.

 Dema zarok cênebuya mêr carek din dizevicîn

Akkum di derbarê çareserkirina pirsgireka dûcanîbûne de got ku ew bebikên tûpî li hemû kesan pêşniyaz nakin; Lewre ew karê herî dawî ye û ger ku malbat neçar bimînin, divê serî li vê rêbazê bidin. Akkum got: “Wek bijîşk berpirsiyariyên me hene. Biryardayîn, pêşniyara tedawî û bi destxistina encamê ji bo me grîng e. Ya herî grîng jî ew e ku em prsgirêkê bibînin û li gor wê tedawî bikin.” Akkum anî ziman ku di warê qebûlkirina tedaviyê de pêşketinek mezin heye, berê pirsgirêk her bi jinan ve dihate giredan û mêr tafilê dîsa dizewicîn, lê niha ne wisa ye, mêr jî êdî deng dernaxin û tedawî dbin. Akkum got: “ Sedemên çênebûna zarokan ji sedî 40 ji ber mêran û ji sedî 60 jî ji nexweşiyên jina pêk tê û temen jî sedemek girînge.”

Di salên 2000’an de li hemû cihanê, ji bo çêkirina bebikên tûpî, ji sed malbatî tenê 15 malbat tedawî dibûn. Akkum di vê derbarê de got ku nezanibûn, buhayên wê giran in û tiştê herî grîng navendên dermankirinê tenê bajarên mezin bûne, ji ber vê yekê malbat, nekarin biçin cîhê din. Akkum got ku êdî li navçeyan jî nexweşxaneyên bebikê tûpî hene.

“Teşwîqên dewletê têra debara navendan nake”

Akkum da zanîn ku hejmara malbatên ku dixwazên bi vê rêbazê bibin xwedî zarok zêdetir dibin, wan ramana ku kurd nikarin vî karî bikin pûç kirî ye û dom kir: “Ji ber vê yekê êdî serlêdan pir in. Di 2000’an de di nava mehekî de 40 serlêdan çêdibûn, lê niha ew hejmar ji sedî zêdetir bûye. Pirsgireka herî mezin buhayê vê tedawiyê ye. Berê bi rêya Dezgeha Parastina Civakî(SGK) ev rêbaz bûha bû, lê niha daketiye 1200 lirayî. Li nexweşxaneyên taybet buhatir be jî Ewropayê erzantir e. Dewlet dixwaze her malbat bibe xwedi zarok, lê divê ev tedawî erzantir bibe. Ji bo malbatên ku ji bilî vê tedawiyê tu çareyek wan nemaye, divê şertên raporê bêne sererastkirin. Bi teşvîka dewletê navendên bebikên tûpî nikarin debara xwe bikin.

“Pişti 20 salan bû xwedi zarok”

Akkum da zanîn ku ji Başûrê Kurdistanê jî nexweşên wan hebûne, lê pişti 7 Hezîranê ku pevçunan destpê kir êdî Başûrî nayên. Akkum got: “Hin kes dermanê bi 2 hezar û 500 lîre dikirîn, lê ji ber qedexeya derketina kolanan nikarin werin. Jixwe yên ku li navçeyan dimînin ji ber vê rewşê ditirsin û nayên an jî hatina xwe taloq dikin.” Akkum di derbarê nexweşekî xwe de agahi da ku ew piştî 20 salan bûye xwedî zarok û got: “Nexweşa min M.G niha 41 salî ye. 27 sal e zewicî ye. Di malzaroka wê de dû kîs hebûn. Ji ber vê yekê zarokên wê çênedibûn. Me bi emeliyatekê ew kîs jêkirin. Piştre me dest bi tedawiya bebikê tûpî kir. Piştî tedawiyê yek xerzek wê çêbû. me ev embriyo transfer kir û dûre dûcanî bû. Niha keçike wê xweşik heye.”

Çavkanî: basnews.com

Derbar Çand Name

Check Also

Li Ser Penceşêra (qanser) Malzarok û Memikan

  Çavkanî: hawarnet.org

Leave a Reply